Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî biryarê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewlemendiya gelek welatên Rojavayî “li ser jiyana hatiye dizîn û keda hatiye dizîn ava bûye.” Guterres anî ziman ku sîstema koletiyê ne tenê xebitandina bi zorê ye û got, “Ev sîstem mekanîzmayeke mêtingeriyê ya girseyî bû ku mêr, jin û zarok bi zanebûn ji mirovûnê derdixist.” Guterres diyar kir ku bi zincîran, xelekên ji hesin, qemçî û tundiya zayendî kontrol dihate ferzkirin.
Biryara navborÎ li Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi dengê 123 welatan hate qebûlkirin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Arjantîn û Îsraîlê li dijî biryarê deng dan. Qraliyeta Yekbûyî û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî di nav de 52 welat bêalî man.
Ji lêkolînerên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Almaz Teffera ji BBC re axivî û anî ziman ku nîqaşa Neteweyên Yekbûyî ya li ser vê mijarê bi serê xwe gaveke siyasî ya girîng e. Teffera destnîşan kir ku ev biryar dikare tevkariyê bi pêşvebirina nîqaşên li ser tazmînatê bike.
Seroka Forûma Diaspora African a navenda xwe Gana ye Dr. Erieka Bennett ragihand ku biryar ji bo neviyên koleyan xwedî wateyeke şexsî ye. Bennett got, “Ev biryar tê wateya naskirina hebûna me. Bûyerên ku bi serê pêşiyên me hatin dawiya dawî tê qebûlkirin.”
Gelên bi eslê xwe ji Efrîkayê û welatên ketin bin bandora koletiyê, bi sedan sal in daxwaza tazmînatê dikin. Ji sedsala 15’an heta bi sedsala 19’an nêzî 12 heta 15 milyon Efrîkayî; jin, mêr, zarok bi zorê birin parzemîna Emerîkayê û kirin kole. Ev mirov ji koloniyên di bin kontrola dewletên Ewropî de bûn hhatin şandin û nêzî 2 milyon ji van mirovan li keştiyên koleyan jiyana xwe ji dest dan.
Bandora koletiyê hîn jî dewam dike. Li gorî daneyên fermî li Brezîlyayê îhtimala ku nifûsa reş di nava xizaniyê de bijîn ji nifûsa yên spî bi du qatî zêdetir e.
Pêşnûmeya ku Ganayê pêşniyar kir, dixwaze ku welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ji ber bazirganiya koletiyê lêborînê bixwazin û tevkariyê li fona tazmînatê bikin.
Ji kesayetên pêşeng ên tevgera tazmînatê ya global Dr. Esther Xosei anî ziman ku biryar girîng e, lê belê bi tena serê xwe têrê nake. Xosei diyar kir ku ev biryar ragihandina nêtê ye, lê têkoşîna esasî di nava civakê de wê bê meşandin.
Di mijara tazmînatê de mînaka herî şênber dayina tazmînatê ji Yahûdiyên ji ber dema Nazî zerar dîtine. Elmanyayê ji sala 1952’an û vir ve zêdeyî 80 milyar dolar tazmînat da. Li gel vê yekê jî ji bo neviyên Efrîkayiyên koletî li wan hate ferzkirin heta niha dewletekê bi tenê jî tazmînat nedaye.
Di sedsala 19’an de li gelek welatan pere ne ji bo mirovên hatin kolekirin, lê ji xwediyê koleyan re hate dayin. Qraliyeta Yekbûyî piştî rakirina koleetiyê bi pereyê niha zêdeyî 21 milyar dolar ji xxwediyên koleyan re da.
Hin welatên weke Hollandayê li gel lêborîna fermî ya ji ber rola xwe ya di koletiyê de dayina tazmînatê red kir. Hikumeta Hollandayê li şûna vê yekê foneke ji 230 milyon dolarî ji bo projeyên civakî ava kir.
Dr. Celeste Martine ku li ser mêtingeriya Spanî lêkolînan dike anî ziman ku mîrateya koletiyê îro jî bi rengê nijadperestî û newekheviyê dewam dike. Martinez destnîşan kir ku naskirina rabirdûyê ji bo civakên hîn adil pêwîstî ye.

