Xwepêşandanên ‘No Kings’, ku li gelek bajarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hatin lidar xistin, yek ji mezintirîn xwepêşandanên dijî Trump bûn.
Di xwepêşandanan de polîtîkayên koçberiyê, şerê li dijî Îranê yên desthilatdariya Trump û gefên li ser rêziknameya destûrî hatin şermezarkirin. Organîzatoran, diyar kirin ku ev sêyemîn xwepêşandana mezin a di nava salê de bû.
Xwepêşandan li gelek bajarên welêt pêk hatin. Her çend hejmarek fermî nehatiye dayîn jî organîzatoran, diyar kirin ku bi mîlyonan kes beşdarî zêdetirî 3 hezar meşan bûne.
Di xwepêşandanan de dirûşmeya “No Kings, No ICE, No War” derketin pêş û pankartên li dijî şerê li hember Îranê hatin hilgirtin.
Çend kesayetên navdar jî beşdarî xwepêşandanan bûn. Robert De Niro beşdarî meşekê bû, Bruce Springsteen performans pêşkêş kir û Bernie Sanders û Tim Walz jî axaftin kirin.
DI DEMA XWEPÊŞANDANAN DE, TRUMP GOLF LÎST
Dema ku xwepêşandan berdewam dikirin, Trump li klûba xwe ya golfê li Florîdayê wext derbas kir. Xwepêşanderan rexneyên mîna Trump ‘derewan dike’, ‘Saziyên demokratîk qels dike û ‘berfirehkirina berberiya civakî’ sûcdar kirin.
XWEPÊŞANDAN LI EWROPAYÊ JÎ PÊK HAT
Xwepêşandanên li dijî Trump ne tenê li DYE, her wiha li bajarên wekî Roma, Amsterdam, Madrîd û Atîna yên Ewropayê jî hatin lidar xistin.

