Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Pêvajo bi hêviyê nameşe, garantiya qanûnî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevgirtina Akbelen û Tarim-Sen: Em ê Esra Işik ji destê dadweriya holdingê rizgar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Textê hişk li Kurdistanê çawa şîn bû?

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê tê wateya afirandina jiyana azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Me bi fikrê Rêber Apo xwe û axa xwe azad kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Sarya Efrîn: Ji bo parastina destketiyên xwe em ê heta dawiyê têbikoşin
Rojava

Sarya Efrîn: Ji bo parastina destketiyên xwe em ê heta dawiyê têbikoşin

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sarya Efrîn anî ziman ku YPJ bi salan e têdikoşe, berdêlên mezin daye û got, divê jinên Sûriyeyî bi yek dengî destketiyên xwe biparêzin û li destûra bingehîn a Sûriyeyê mafên xwe garantî bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Endama Fermendariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sarya Efrîn bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina YPJ’ê ji ajansa me re axivî. Sarya Efrîn di despêka axaftina xwe de salvegera demizrandina YPJ û roja rojbûna Rêber Apo pîroz kir û wiha got, “Di 13’emîn salvegera damizrandina YPJ’ê de, em hemû şehîdên Şoreşê û di şexsê dehan pêşengên jin ên weke Şehîd Bêrîvan, Arîn, Avêsta, Sîdar û Denîz de hemû şehîdên di vê têkoşînê de şehîd bûn bi bîr tînin û soz didin wan şehîdan ku em ê têkoşîna wan heta dawî bidin meşandin. Herwiha 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber APO ji bo me jinan bû rojbûneke nû, em vê rojê li Rêber Apo û her kesek azadîxwaz pîroz dikin’’

‘EM JI VÎ WELATÎ HEZ DIKIN Û PARASTINA WÊ BERPIRSYARIYA ME YE JÎ’

Di nav axaftina xwe de Fermandar Sarya Efrîn qala despêka damezrandina YPJ’ê û bandora xwe li ser civakê kir û wiha got, ‘’Weke Yekîneyên Parastina Jin me di sala 2013’an de me konferansa xwe ya yekemîn li dar xist û bi awayekî fermî me xwe bi rêxistin kir û heta roja îro ev têkoşîn didome. Têkoşîna ku heta roja îro meşiyaye, bi hêsanî nehat vê rojê ku YPJ temsîla îradeya jin bike û bibe pêşenga şoreşa Rojava. Di gelek aliyan de zor û zehmetiyên wê jî hatin kişandin, taybet jî di aliyê civakî de. Civaka ku jin weke kesek ku bikaribe di şer û çeperan cihê xwe bigre nabîne, ev jî ji kevneşopîyên civakê û dewleta ku di nav de jiyan dikir tê. Ji ber wê jî têkoşîna ku hate meşandin wiha ne hesan bû, têkoşîna despêkê me bi kesayetên xwe re dan meşandin. Paşê li hemberî civaka ku jin tê de û kevneşopiyên ku di nav wê civakê de hatine belavkirin têkoşîn kir. Herwiha li hember hişmendîya zilam ê ku li kêleka xwe jin qebûl nedikir û heta bi welatê ku em tê de ne. Têkoşîna me hate meşandin ku em van derbas bikin û wan bidin qebûlkirin ku em jî hene û em jî ji vê welatê hezdikin û parastina wê berpirsiyariya me ye jî.’’

‘YPJ DI NAVA CIVAKÊ DE BAWERIYEK PIR MEZIN QEZENC KIR’

Sarya Efrîn diyar kir ku YPJ’ê hêza xwe ji jinên têkoşer girt û wiha axaftina xwe domand, ‘’Tevgerên jinan ên azadîxwaz ji bo me bûn îlham ku em hêz bigrin û di têkoşîna me de hesantî derxist holê û me xwe bi rêxsitin kir. Di her alî de me zehmetî kişand, lê dema ku em ketin nav û bi taybet herêmên me di nav êrîşan de bû, tecrube û xwe bawerbûn, îradeya xwe temsîlkirin derket holê. Him jî wek jinên ku di nav yekîneyên parastina jin de xwe di asta berpirsyarî û fermendariyê de cih bigre û xwe li hemû herêman ji Efrîn û heta bi Kobanê û heta bi Qamişlo yekîneyên YPJ hatin bi rêxistin kirin. Encamên serkeftî ên ku hatin bi destxistin hişt ku YPJ xwe li hemû bajaran bi rêxistin bike û bi hêza xwe ya cewherî xwe li ser linga girt. Dema ku encamên wê ser erdê derketin bandora xwe li ser civak û jinan bi erênî hebû. Civak jî ket wê ferqê ku eger pêşîya jinê were vekirin dikare bike, YPJ bawerîyek pir mezin ji civaka xwe qezenc kir. Civaka me YPJ qebûl kir û heta bi dehan dayik û bavan keçikên xwe şandin nav refên YPJ da ku zanebûna Hişmendîya Azadî û xweparastinê bigrin. Him jî hebûna jin di nav artêşê de rehetbûyînek di civakê de ava kir, ji ber ku yê diparêzê jin e, yê ku baş dike û bi exlaq nêzîk dibe jin e’’

Fermendar Sarya di berdewamiya axaftina xwe de li ser şerên ku roja îro di Rojhilata Navîn de çêdibin û bandora wan li ser Sûrîyê axivî û got, ‘’Di roja me ya îro de şerên hegemonik yên Hêzên desthilatdar hene, qurbanîya hemû şeran her tim Rojhilata Navîn e û bi taybet Sûrîye bûye qadek ji bo van şeran. Bi êrîşên ser Îranê re ev cara yekemîn e ku Sûrîye nebûye navenda êrîşan, lê ev nayê wateya ku xeterî ser Sûrîyê tune ye û wê hebûna xwe bi vî awayî bidomîn e. Xuyaye ku zextek pir mezin li ser Sûrîyê heye ku ew jî bikaribe di vê şerê de piştgirî bide projeya wan welatên Rojavayî ku bikaribe li hemberî hêzên girêdayî Îranê şer bike. Her çiqas bi hilweşîna rêjîma Baas re Hikumeteke Demkî nû tê avakirin heye û Sûriye di nava ji nû ve xwe avakirinê de ye, lê hişmendiya ku hikumet temsîl dike û ne hakîmiyeta ku roja îro li Sûrîyê derdikeve, metirsîyên ji nû ve derketina şer pir zêde dike. Rewşa ku niha Sûriye tê jiyîn, şerên ku li hemû herêmên Sûriyê heye û bûye şerek di navbera netew û olan de,pir netew bûn, pir olî, çandîbûn û dewlemendbûna Sûriyê ye. Eger ev hikumet hakîmiyet û sîstemeke demokratîk ku tê de mafê hemû pêkhateyên di Sûrîyê de heyî ava neke û ev netewan hemû neyên gel hev û nebin hêzek û bingehek ji bo avakirina hikumetek nû, wê zêde encam negire û wê rê li pêş şerên navxweyî zêdetir veke. Bi taybet di roja îro de metirsiyên derketina DAÎŞ’ê pir zêde ye, her wiha şerên di nav pêkhateyan de pir zêde ye, ev di nav civakê de rehetiyekê nade avakirin. Gele Suriye bi hemû pêkhateyên xwe di vê şoreşê de cih girtin.’’

‘HETA KU JIN DI NAV HIKÛMETA HEYÎ DE CIH NEGRIN, BIDAWÎBÛNA NAKOKIYAN NE PÊKAN E

Sarya Efrîn diyar kir ku heta jin di nav hikumeta heyî de nîn be ne pêkan e ku nakokîyên heyî bi dawî bin û wiha pê de çû, ‘’Her wiha eger bixwazin Sûriyeyek nûjen û aram avabikin divê jin jî tê de cih bigre, jinê jî di nav vê şoreşê de bedelên pir mezin dan, di zindanan de man,ji êşkenceyan derbas bûn, hatin lêdan, qetilkirin û koçber kirin, heta zarok û hevjînên xwe di vê şoreşê de dan. Lê heta roja îro ne di daxuyaniyên rayadaran de û ne di nav hikumeta heyî de, ne di xebatên rêveberî û wezaratê de û ne di nava artêşê de denge jinan nîn bû. Heta ku di nav vê hikumetê de renge jinê tune be, ne pêkan e ku ev hikumet nakokiyên ku derdikevin yan jî şerên navxweyî bikaribe bi dawî bike. Heta niha şerên ku li hemû bajarên derketine de jin tê de tune bû, ev jî vê dide pêş ku jinên Sûrıyê ne aliyê ku careke din êş bikşîne û xwîn birje ye. Helwesta jinê diyar dike ku divê êdî şer raweste û civaka Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe Sûriyê ava bikin.’’

‘HETA KU YPJ DI NAV ARTÊŞA SÛRIYÊ DE NEYÊ QEBÛLKIRIN, WÊ TÊKOŞÎN BERDEWAM BIKE’

Fermendar Sarya Efrîn anî ziman ku heta YPJ di nav artêşa Sûrîyê de neye qebûlkirin wê têkoşîn berdewam bike û got, ‘’Di roja me ya îro de entegresyon heye, her kes vê meraq dike ku wê YPJ çawa entegre bibe, hewildanên me ku em bikaribin destkeftîyên xwe biparêzin û di nava artêşa Sûrîyê de cih bigirin heye. Di hevpeymana ku hatiye çêkirin de, QSD entegreya hikumeta Sûrî bibe, tu helwestek ku YPJ di nav de cih negire tune bû, li ser wê esasê me jî weke YPJ di nav her lîwayekî de taborek a şervanên jin xwe bi rêxistin kir. Her çiqas ev gav erênî neyê pêşwazî kirin jî, lê me weke jin ji despêka vê şoreşê de li hember Baas û DAÎŞ xwedîyê tekoşîneke pir xurt in û me pêşengtîya wê kirîye û bedelê wê dîsa me daye û destkeftiyên wê me bi ked û xwîna xwe qezenc kirîye, ji ber wê parastina wan yek ji erken me yên esasî ye. Ji ber wê jî em weke YPJ xwedî vê biryarê ne, ji bo ku em di nav artêşa Sûrîyê de hebin em ê têkoşîna xwe bikin.Ji aliyê hinek kesayetan ve hinek daxuyanî hatin dayîn ku wê hejmar ewqas be an jî em vê qebûl nakin, lê hejmar ne girîng e, ji bo me nasname û îradeya xwe temsîlkirinê girîng e. Li ser vê esasê me berê gelek daxuyanî dabûn ku em daxwazê hevdîtinê bi wezîrê parastinê û serokê hikumeta demkî re dikin da ku em daxwazên xwe pêşkêşî wan bikin û em bikaribin bi hevre diyalogeke ava bikin. Hebûna jin di nav artêşê de ne tiştekî nû ye; him di welatên Rojhilata Navîn û him di welatên Ewropa de, heta niha tiştê em ji rayadarên hikumeta demkî dibhîsin eve, hedefa me avakirina Sûrîyeke nûjen e. Eger armanc ev be û nivê nufusa Sûriyê ji jin pêk tê heta niha ji derveyî wezîrekî jin me tu renge jin di nav hikumetê de nedît û me nebihîst ku kesek ji wan rayadaran behsa hebûna jinan kir. Ev jî bi me re metirsiyan ava dike, ji ber jinên ku bi salane di nav şoreşa Sûriyê de ked didin hene, ji ber vê divê di destûra Sûriyê ku bê nivîsandin de misogerîya mafê jin û hebûna wan di nav artêşa Sûrî de hebe.’’

Di nav axaftina xwe de Sarya Efrîn qala şervanên ku di encamê êrîşan de hatine dîlgirtin kir û got, ‘’Di demên derbas bûyî de herêma me rastî şerekî hat, di encamê wê de hejmarek ji şervanên ku hatin dîlgirtin hene. Yek ji mijarên me yên sereke cenazeyên hevalên me ên şehîd û hevalên me ên dîlgirtî ne. Ev berî her tiştî erkek e mirovî ye. Eger wê entgresyonek bimeşe û yekbûna xelkê Sûriyê were nîqaşkirin wê deme divê mijara dîgirtiyan nebe mijareke siyasî. Heta niha hevalên me yên dîlgirtî yên ku hatine berdan, bi rêya hevdîtinên ku hatine kirin bûn. Tu aliyên navnetewî yên ku niha li Sûrîyê û li derve, ev mijar weke erkek xwe ya mirovî neşopandin. Yê ku li hember rêjîma Baas şer kir û di dorpêçê de ma û li hemebr dijminê mirovahîyê DAÎŞ şer kir, ev jin bûn. Ji ber vê yekê divê van rêxistinan erk û berpirsyariyên  xwe yên mirovî pêk bînin û di tavile ew şervan ji zîndanan werin derxistin.”

‘DEM HATIYE KU HEMÛ JIN BI DIRÛŞMEYA “EM HEMÛ YPJ’Ê NE” XWEDÎ LI DESTKEFTIYAN DERKEVIN

Endama Fermendarîya Giştî a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di dawîya axaftina xwe de peyama xwe bi boneya salvegera damezrandina YPJ’ê anî ziman û wiha got, ‘’Me weke YPJ di her demê de, li ku derê jin bixwesta xwe bigihanda me, em her tim di wê hewildanê de bûn ku xwe bigihînin hemû jinan û wan biparêzin. Mînaka çûyîna YPJ a Şengalê û xelaskirina jinên Êzîdî ber bi çave.  YPJ bû cihek ku her jinê bigre nava xwe. Her wiha tecrubeya xwe ya zanebûn û parastinê bi wan jinan re parve kir. Di demên me yên derbas bûyî de xebatek mezin hate meşandin û em di wê baweriyê de ne ku tecurbe û têkoşîna me bûye cihê îlham girtinê. Lê niha dem ew deme ku hemû jin bi dirûşmeya ‘’Em hemû YPJ’ê ne’’ bikaribin xwedî li destkeftiyan derkevin û têkoşîna xwe di aliyê hiqûqî, dîplomatîk û sîyasî de bidin meşandin. Da ku em bikaribin bi yek dengê destkeftîyên xwe di destûra Sûrî a nû de misoger bikin û em bikaribin bi hevre bi yek dest û hest û cewherên jinbûyînê û bi destkeftîyên ku me qezenckirine û di avakirina Sûrîyê a nû de bi cih bikin’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin
Nûçeya Pişt re Hejmara duyemîn a Komînal derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelên kantona Cizîrê komplo şermezar kirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hesekê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em xayinan ji bîr nakin

Êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê hat şermezarkirin û peyama "Em xayinan ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Fermandar El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys El Xeşam bang li gelê Dêrazorê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

UNICEF: Bikaranîna dibistanan bo navendên demkî siberoja zarokan tehdît dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wê nasname ji bo Kurdên bêyî nasname, bên dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hejmara kesên di teqîna Hesekê de iyana xwe ji dest dane derket 6’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevdîtina şandeya YPJ’ê bi Wezîrê Parastinê re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?