Cenazeyên şervanên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Siyajîn (Diyala Koro) û Cûdî Rojhilat (Culyana Sîdo) ên ku 18`ê Çileyê (2026) li Reqayê şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatin veşartin.
Ji bo şervana YPJ`ê Nûdem Ararat (Dilvîn Hiso) ku di 19`ê Çileyê (2026) li Dêrezorê şehîd bûbû jî merasîma xiyabî hat lidarxistin.
Merasîmê bi tevlêbûna bi sedan kesî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê Hesen Mihemed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê xwedî li mîrasa wan derkevin.”
Yek ji fermandarên YPJ`ê ya bajarê Kobanê Peyman Aydil jî di merasîmê de axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin.
Peyman Aydil her wiha got: “Em ê heya serkeftinê li ber xwe bidin. Em ê li hember zordestî û dijminê hov tê bikoşin û bi berxwedanê em dê bi ser bikevin. Em soza bilindkirina asta têkoşînê nû dikin.”
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîd Siyajîn û Cûdî Rojhilat bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

