Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim
Kurdistan

Bîst sal in diçe Amarayê: Ez ê ji bo aştiyê bi rê bikevim

Meryem Soylu ku di şer de sê kurên xwe ji dest da, 20 sal in bi daxwaza aştiyê ber bi Amarayê ve dimeşe. Meryem Soylu anî ziman ku ji bo hêviya jiyana bi hev re û aştiyê wê bi rê bikeve û got, "Bila pîrozbahiyên îsal bibe wesîleya aştî û azadiyê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Amadekariyên 4’ê Nîsanê ku tê hêvîkirin îsal bi coşeke mezin bê pîrozkirin, dest pê kirin. Di dawiya bernameya ku dê bi meş, festîval, konser û daxuyaniyan derbas bibe de, bi deh hezaran kesên ku dê li Xelfetiyê kom bibin, ber bi gundê Amarayê ve bimeşin. Gelê ku daxwaza aştiyê, civaka demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike, mîna 22 salên dawî, dê her cure astengî û qedexeyan bide ber çavan û biçe Amarayê. Yek ji van navan jî Meryem Soylu ya 65 salî ye. Meryem Soylu ya ku ewil ji Stenbolê û piştre ji Amedê beşdarî bernameyên Amarayê bû, di dema 9 salên ku li girtîgehê ma de jî tevî lêpirsînan 4’ê Nîsanê bi daxwaza Aştî û azadiyê pîroz kir.

Meryem Soylu ya ku di vê pêvajoyê de 3 zarokên xwe di şer de winda kirine, nekarî xwe bigihîne cenazeyên du zarokên xwe û ji ber ku di girtîgehê de bû nekarî beşdarî cenazeyê zarokekî xwe bibe. Soylu ya ku bi salan e ji bo mirinên zêdetir neyên jiyîn û aştî ava bibe têdikoşe, ji salên 2000’î ve beşdarî pîrozbahiyên li Amarayê dibe. Soylu ya ku di dema li Stenbolê dijiya ji wir dihat Xelfetiyê û piştre jî ji Amedê beşdarî van çalakiyan dibû, ewilî 4’ê Nîsanê pîroz kir. Soylu bal kişand ser wê yekê ku divê pîrozbahiyên îsal bibin wesîleya aştî û demokrasiyê û destnîşan kir ku heta sala par jî çûyîna wan a gund dihat astengkirin.

TEVÎ DESTWERDANAN ME GAV BI PAŞ VE NEAVÊT

Soylu diyar kir ku nêzî 20 sal in heman astengî û destwerdan berdewam dikin û behsa pîrozbahiyên 4’ê Nîsana 2011’an kir ku qet ji bîr nake. Got ku wê demê xwestine bi malbata xwe re ji Stenbolê biçin Amarayê lê rastî destwerdaneke mezin hatine. Soylu got, “Wê demê her sal bi hezaran kes li ketina navçeyê kom dibûn. Destûr nedidan ku mirov bikevin navçeyê jî. Wê rojê bêyî ti hincetekê destwerdan li me kirin. Em birîndar bûn, em hatin binçavkirin lê em qet newestiyan. Îsal jî em ê bi heman biryardariyê biçin û heman daxwazên xwe bînin ziman. Tevî temenê xwe, em ê wekî dayikan li refên herî pêş bin. Mîna 20 sal berê, îsal jî em ê li ber zextan serî natewînin.”

ME LI GIRTÎGEHÊ JÎ HEMAN BIRYARDARÎ Û TÊKOŞÎN MEŞAND

Meryem Soylu da zanîn ku wê demê gelek kes birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan û hatin binçavkirin, lê girse belav nebû û anî ziman ku ew ê îsal jî bi heman daxwazan bikevin rê. Soylu diyar kir ku ew dest ji daxwazên azadiyê bernadin û wiha got: “Heta par jî destwerdan kirin. Em ê ji bo aştiyê, ji bo hêviya jiyana hevpar û yekîtiyê bikevin rê. Tenê dema ku min 9 salan di girtîgehê de derbas kir, ez nekarîm biçim Amarayê. Wê demê em ne li Amarayê bûn lê me di girtîgehê de 4’ê Nîsanê pîroz dikir. Tevî her cure astengî, serdegirtin û lêpirsînan, me ew roj pîroz dikir. Dihatin ser qewîşên me digirtin, hevalên me diavêtin şaneyan lê me mîna derve bi heman biryardariyê li ber xwe dida.”

EM Ê BI DAXWAZÊN AŞTÎ Û AZADIYÊ BIKEVIN RÊ

Soylu, bang li hemû gel kir ku beşdarî meşa Gemlikê û bernameya Amarayê ya ku dê bi heman daxwazan bidin destpêkirin bibin û herî dawî wiha got: “Nêzî 20 sal in em di her pîrozbahiyê de çûn Amarayê. Roja ku em neçûne wir tune bû. Em dixwazin ev pêvajoya hatiye destpêkirin ji bo gelan bi ser bikeve û aştî pêk were. Divê dewlet êdî gavekê biavêje. Di vê pêvajoya pêş dikeve de, bila dewlet jî mîna gelê Kurd bi vîn û biryardarî polîtîkayan bimeşîne. Em naxwazin tu kes bimire. Îsal jî mîna 20 salên dawî, em ê careke din bibêjin aştî û biçin Amarayê. Em dixwazin rêberiya me azad bibe, êdî divê ew azad bibe. Ev pêvajo vê yekê dixwaze. Divê her kesê ku dixwaze dengê daxwaza aştiyê bide bihîstin, îsal beşdarî vê meşê û pîrozbahiyan bibe. Ev gel çi dibe bila bibe dê dest ji daxwazên xwe bernede.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve
Nûçeya Pişt re Gund li gundiyan qedexe ye lê li leşkeran serbest e!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya 4 şervanên ku di sala 2016’an de şehîd bûne, eşkere…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên Şehîdan: Em li pişt QSD’ê ne

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) piştgiriya xwe ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?