Hevdîtina Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re dest pê kir.
Hevdîtin, li avahiya DEM Partiyê ya li Balgatê pêk tê. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî û endama MYK’ê Elîf Bûlût, Ozel û şandeya pê re li ber derî pêşwazî kir. Hevserokên giştî jî şande li ber deriyê eywana civînê pêşwazî kir.
Rojeva sereke ya civînê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û banga hilbijartinê ya CHP’ê ye. Tê payin ku piştî civînê daxuyaniyeke hevpar bê dayin.

