Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar
Rojane

Ji DEM Partî û CHP’ê daxuyaniya hevpar

sHevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel daxuyaniya hevpar dan. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî hevdîtinê daxuyaniya hevpar dan. 

Ji ewil Ozgur Ozel axivî û got sedema hevdîtina wan geşedanên li hundir û derveyî welat in. Ozel, diyar kir ku bi destê darazê mudaxile li CHP’ê tê kirin, li ser vê mijarê, bandorên siyasî û aborî yê şerê li dijî Îranê, tevdîrên ji bo dema nêz û dirêj ên hewceye Tirkiye bigire û hwd. axivîne. Ozel, got ku tu serkeftiyên şer nînin. 

Di berdewamê de Ozel bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û îşaret bi xalên 6 û 7’an ên di raporê de kir. Ozel, da zanîn ku dê di rojên pêş de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bike û dê di hevdîtinê de bendewariyên têkildarî van xalan û gavên hewceye bên avêtin jê re bibêje. 

Ozel, bi domdarî got êrişeke giran li ser CHP’ê heye û operasyonên li dijî şaredariyan bi bîr xist. Ozel, anî ziman ku ji bo sindoqê deynin pêşiya gel çi ji destê wan were dê bikin û di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Serokê Meclisê. Ozel, got ku ji bo hilbijartina navberê hemû şert û merc guncav in û divê serokê Meclisê peywira xwe bicih bîne. 

ROJA ROJNAMEVANÊN HATINE QETILKIRIN 

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser Roja Rojnamevanên Hatine Qetilkirin û got ku gelek rojnamegerên serî netewandin li vê xakê hatine qetilkirin û di şexsê Mûsa Anter, Metîn Goktepe, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de hemû rojnamegerên hatine qetilkirin bi bîr anî. 

Tulay Hatîmogûllariyê behsa krîza aborî ya li Tirkiyeyê kir û da zanîn ku mirov ji birçan û xizaniyê dimirin, zarok birçî radizên û rewşa li Tirkiyeyê raxist ber çavan. Tulay Hatîmogûllariyê, got ku şerê li dijî Îranê ev krîza aborî hêj kûrtir kiriye û wiha pê de çû: “Şer tenê bi Îranê re bisînor nema. Niha li Lubnanê jî didome. Dixwazin Iraqê û welatên derdorê jî tev li şer bikin. Anku dora me xelekeke ji agir e. Hewceye li dijî vê tevdîrên herêmî û kûrewî bên girtin. Divê îktîdara Tirkiyeyê ji bo bidawîkirina şer her derfetan bi kar bîne.” 

Tulay Hatîmogûllari got ku di demeke li dinyayê şer heyî de li Tirkiyeyê zextên giran li ser muxalefetê tên kirin û got: “Di vê krîz û qiyametê de îktîdar bi rêya darazê bi qelskirina muxalefetê mijûl e. Krîza darazê krîza demokrasiyê ye. Divê kesên hilbijartî negirtî bên darizandin. Di serî de Ekrem Îmamoglû, divê hemû şaredar bên berdan. Divê qeyûm ji holê rabin û şaredar vegerin ser peywira xwe. Tevî biryara AYM û DMME’yê jî Can Atalay hêj girtî ye. Ev sûc e. Ev, tunehesibandina îradeya gel e û binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Opasyonên sîstematîk ên li dijî şaredariyên CHP’ê hiqûqî nînin, siyasî ne. Ji destpêkê heta niha em li dijî vê ne.” 

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllar da zanîn ku di hevdîtinê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî axivîne û wiha axivî: “Me gelek caran got pêvajoyê hêdî dimeşînin û pêş naxin. Belê komîsyonek hate avakirin û rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir. Niha dora verastkirinên zagonî û hiqûqî ye. Divê bi lezgînî li ser komeqanûnan bixebitin, li ser zagonên çarçoveyê bisekinin. Lê di vê mijarê de hêj jî tu gavên şênber nehatine avêtin. Bêguman îktîdar û şirîkê wê ji vê rewşê berpirsyar in. Piraniya Meclisê di destê wan de ye û dikarin zagonan bînin û pêşiya wê vekin. Em careke din bang li îktîdar û aqilê dewletê dikin ku li gorî geşedanên pêvajoyên li Îranê nêzî pêvajoyê bibin.” 

Tulay Hatîmogûllari got serketina pêvajoyê girêdayî helwesta hevpar a hemû partiyên siyasî û kirdeyên civakê ye û ji ber piştgiriya didin spasiya CHP’ê kir. Tulay Hatîmogûllariyê, diyar kir ku hewceye pêvajoyê pêştir bixin û wiha pê de çû: “Ji bo verastkirinên zagonî yên pêwîst bên çêkirin, ji bo avêtina gavên demokratîkbûnê hewceye em tevek destê xwe deynin bin kevir.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeyek ji wezareta tenduristiyê û UNICEF’ê serdana Kobanê kir
Nûçeya Pişt re Bahir Mahmud: 4’ê Nîsanê jidayikbûna felsefeya hebûna Kurd e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berdana Karataş ê 31 sal girtî ye dîsa hat taloqkirin

Ramazan Karataş ê ku 31 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a…

Ji aliyê Stêrk TV

8’ê Adarê li Êlihê hate pîrozkirin: Ji Rêber Apo re azadî

Li Êlihê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî hişmendiya serdest em têkoşînê mezin bikin!

Di çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li 4 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?