Ahmet Turk ku ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdana bernamzetiyê li DEM Partiyê kir, ji Ajansa Mezopotamyayê re ragihand ku wî serlêdana xwe vekişandiye.
Turk got, “Beriya niha min gotibû, eger ji sedî 50 derbas nekim ez ê xwe vekişînim. Ji ber xwedîderketina gel spasiya xwe pêşkêş dikim. Ji siyaseta çalak vedikişim. Ez ê têkoşîna gelê Kurd li platformên cuda dewam bikim.”