Pevguhertina cenazeyan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dike.
Çavkaniyek ji şandeya muzakereyê ya Rûsyayê, ragihand ku roja Pêncşemê Rûsyayê cenazeyên hezar leşkeran radestî Ukraynayê kirine û got ku di berdêla wê de cenazeyên 41 leşkerên Rûsî hatin vegerandin.
Di dîmenên ku ji hêla ajansa Ruptly a girêdayî Rûsyayê ve hatî weşandin de, nîşan didin ku cenaze bi wesayîtan têne veguhastin û rayedarên Xaça Sor pêvajoyê dişopînin.
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, diyar kir ku her meh bi navînî hezar cenaze di navbera her du aliyan de têne pevguhertin.
Şer di sala 2022’yan de dest pê kir û wekî yek ji şerê herî giran yên li Ewropayê piştî Şerê Cîhanê ya Duyemîn tê hesibandin.
Heta îro, bi sed hezaran kesan ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dane.

