Merasîm li qada ku 10’ê Cotmeha 2015’an êrîş lê pêk hat, hate lidarxistin. Xizmên qurbaniyan û nûnerên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de dirûşmeya “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hate lidarxistin. Beşdaran daxwaza edaletê dubare kirin.
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik destnîşan kir ku heya ji bo 104 kesan edalet pêk tê, ew ê têkoşînê bidomînin û got, ew paşde gav naavêjin.

