Rageşiya di navbera DYE û Vatîkanê de li gel daxuyaniyên beramber ên li ser şerê Îranê kûrtir bû.
Trump, piştî peyamên Papa Leoyê 14’emîn ên li dijî şerî û rexneyên têkildarî serokan Papa bi ‘’lîberalbûna zêde’’ sûcdar kir û serî li zimanekî tund da.
Trump bi taybetî helwesta Papa ya têkildarî polîtîkaya Îranê hedef girt.
Trump li ser medyaya dijîtal a aîdî xwe Truth Socialê dîmeneke ji aliyê hişê çêkirî ve hatiye çêkirin, parve kir.
Di dîmena berbehs de Trump weke Îsa Mesîh tê nîşandan û li dora wî kesên diayan dikin û sembolên Emerîkayê hene. Vê yekê di nava raya giştî de gelekî deng veda.
Papa Leoyê 14’emîn jî di merasîmeke olî ya li Vatîkanê de li hemberî şeran nerazîbûneke tund nîşan da.
Papa Leoyê 14’emîn banga diyalog û aşitiyê li serokên cîhanê kir û got: ‘’Êdî nîşandana hêzê bes e, dawiyê li şeran bînin.’’
Li gorî pisporan, nîqaş bes ne polemîkeke takekesî ye; li ser şer, dîplomasî, helwesta serokatiya cîhanê nîşaneya cihêbûneke berfireh e.

