Pêncşem, 15 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê 5 hezar euro ceza li Tirkiyeyê birî: Girtina Adalet Kaya binpêkirina mafan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Oduncu xwînê diavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 12’emîn a qetilkirina Kadrî Bagdu de banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê teqîn: Efserek û leşkerek mir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sozdar Avesta: Yekîtîya xwe ava bikin, hêza xwe ya parastinê bikin yek
Kurdistan

Sozdar Avesta: Yekîtîya xwe ava bikin, hêza xwe ya parastinê bikin yek

Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta, Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got: "Ji bo gelê me careke din nebe qurbanî divê yekîtîya xwe mezin bikin, hêza xwe ya ewlekariyê yek bikin û nehêlin ku careke din gelê me bibe qurbanî.’"

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Îro Çarşema Serê Nîsanê cejn û sersala civaka Êzidî ye. Êzidî li her devera cîhanê bi rêûresmên çandî vê cejnê pîroz dikin. Duh KCK’ê bi peyameke nivîskî cejna hemû civaka Êzidî pîroz kiribû. Îro Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke taybet a bi dîmen ji bo şahiya Çarşema Serê Nîsanê ya Şengalê ku li Geliyê Kersê birêve diçe, şand. Peyama Sozdar Avesta ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. 
Endama Konseya Serokatî ya KCK’ê li gel peyamên pîrozbahiyê, bi boneya Çarşema Serê Nîsanê bangawaziyên girîng li merciyên olî yê Êzidiyan û rêveberiya Şengalê kir, xwest di vê rewşa aloz a herêmê de Êzidî bi yek dengî hem parastina xwe bikin, hem jî mafên xwe yên rewa mîsoger bikin. 

Sozdar Avesta wiha dest bi peyama xwe kir: ‘‘Ez bi navê xwe û tevgera xwe silav, hezkirin û bêrikirinên xwe ji we re dişînim. Cejna Çarşema Serê Nîsanê, di serî de li malbatên şehîdan, li tevahiya dîlgirtiyên fermanê, li tevahiya dayikan, jinên berxwedêr û tevahiya gelê me yê Êzîdxanê pîroz dikim. Tevahiya şehîdên fermanê, şehîdên tevgera azadiyê û Êzîdxanê bi hurmet bibîrtînim. Gelê me yê hêja, eger îro em vê cejnê li ser xaka pîroz û azad, bi kêyf û şahî pîroz dikin em minetdarê wan şehîdan e û minetdarê Rêber Apo ne. Bi vê wesîleyê ez vê cejnê li Rêber Apo jî pîroz dikim.’’

‘CEJNA YEKÎTÎ Û TIFAQÊ YE’

Sozdar Avesta diyar kir, ev cejin di heman demê de cejna gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîne jî û axaftina xwe wiha domand: ‘‘Çarşema Serê Nîsanê cejnekî herî qedîm a gele Êzîdxanê ye ku bi hezaran salan e vê cejnê pîroz dike. Cejna Çarşema Serê Nîsanê kewna dinyayê ye, kevneşopiyeke pir mezin e. Û ew weke cejna yekîtî û tifaqê, weke cejna rihdayîna meha Nîsanê, hatina biharê ye. Heman demê, ev cejna tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Ez vê cejnê li tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn jî pîroz dikim.’’

‘HÊVÎDARIM HEMÛ DÎLGIRTIYÊN DI DESTÊ DAÎŞ’Ê DE AZAD BIBIN’

Avesta ku bi taybet balkêşa ser berxwedana civaka Êzidî ya ji bo jiyandina çand û baweriya xwe, bi taybet balkêşa ser dîlgirtiyên Êzidî û vê peyamê da: ‘‘Gelê me di dîroka xwe de ji bo kevneşopiya xwe bimeşîne, ji bo baweriya xwe bi awayeke azad jiyan bike gelek êşên mezin kişandiye. Bi 74 fermanan re rû bir û maye, qirkirinên mezin jiyan kiriye. Ji bo ku bawerî, çand û zimanê xwe û nasnameya xwe azad bijî evê berxwedana mezin kiriye. Herî dawî fermana 3.8.2014’an weke fermana dawî li ser civaka me pêkanîn. Ji wê rojê heya îro her çiqas em dixwazin cejnan bi kêfxweşî pîroz bikin jî, ev cejn bi dilşikestinekî jî tê pêşwazîkirin. Hîn jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî hene, ez cejna wan jî pîroz dikim. Ez hêvîdar im têkoşîna sala pêşiya me bibe bingeha azadkirina wan dîlgirtiyan jî.’’

‘KONGREYA MECLÎSA GEL Û PARTIYA NÛ YA CIWANEN ÊZIDÊ PÎROZ BE’

Avesta di dewama axaftina xwe de hem balkêşa ser xeteriyên li herêmê û hem jî Kongreya Meclîsa Gel û partiya Ciwanên Êzidî silav kir. Avesta derbarê mijarê de wiha axivî: ‘‘Weke me di ragihandinê de jî şopand, îsal Çarşema Serê Nîsanê weke festivalek çandî û hunerî li Êzîdxanê tê pîrozkirin. Gelê me yê hêja, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê ya Sêyemîn berdewam dike, hemû herêm di nav qeyraneke mezin de ye. Weke civaka Êzidî hun jî baş dişopînin û em bawer dikin ji bo civaka me careke din bi fermanan re rû bir û nemîne hun xwe ji bo vê pêvajoyê amade dikin.

‘JI BO RÊ LI BER QIRKIRINA BIGIRIN DIVÊ ÊZIDÎ TIFAQA XWE AVA BIKIN’

Di dema borî de bi rihê Çarşema Nîsanê, Meclîsa Gel a Şengalê kongreya xwe çêkir. Her wiha Partiya Ciwanên Êzîdî hatiye damezrandin. Ez vêya li tevahî ciwanên Êzîdxanê pîroz dikim û dibêjim partiya we ser xêrê be. Ez hêvîdar im pirsgirêkên civaka Êzidî bi rêbazên demokratîk û aştiyane û bi siyaseta demokratîk a civakî werin çareserkirin. Ji bo gelê me di aloziya li herêmê de nebe qurbanî banga min ji gelê me yê Êzîdxanê re heye. Divê ku yekîtîya xwe mezin bikin, hêza xwe ya ewlekariyê yek bikin û nehêlin ku careke din gelê me bibe qurbanî. Yên ku neyên vê tifaqê, divê helwest li hemberî wan were girtin. Çarşema Serê Nîsanê çarşema tifaqê ye.  Divê li hemberî hemû êrîşên li ser gelê me bisekinin û wan vala derxînin.’’

RÊBER APO XWE WEKE FERDEKÎ CIVAKA ÊZIDÎ DIBÎNE’

Keda Rêber Apo û fikir û felsefeya Rêber Apo di pîrozkirina vê şahiyê de pir mezin e.Rêber Apo salên derbasbûyî di hemû peyamên xwe yên ji bo civaka Êzidî de bal kişand ser xeteriyên heyî û got azadiya civaka Êzidî di civaka demokratîk de ye. Rêber Apo, banga aşitî û civaka demokratîk weke Ronesansa Êzîdxanê pênase kir. Ronesans xwe avakirin e, xwe zanekirin e, ewlehiya xwe girtin e, ronesans li hemberî hemû êrîşan li ser vîna xwe ya azad sekinandin e. 
Di heman demê de Rêber Apo xwe jî weke ferdekî civaka Êzidî û ku baweriya Êzidî ji xwe re hilgirtiye nîşan da. Ev jî ji bo civaka Êzidî rûmetekî mezin e.  Ji ber vê, bi vî fikr û ramanê li hemû qadên jiyanê, li Êzîdxanê, li tevahiya Kurdistanê, li derveyî welat civaka Êzidî divê xwe li ser vê perspektîfê ji nû ve ava bike.’’

‘DIVÊ HEMÛ DEWLET NASNAMEYA ÊZIDIYAN NAS BIKIN’

Sozdar Avesta diyar kir di Çarşema Serê Nîsanê de xelkê Serêkaniyê û Efrînê vedigerin ser cih û warê xwe û got: ‘‘Gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê, civaka Êzidî careke din berê wan li Efrîna rengîn e. Li Serêkaniyê dîsa li kampên Başûrê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê ev bihar bihara gelan û bihara civaka me ya Êzidî ye. Divê ku berê civaka me li xaka wê be. Bi vê wesîleyê ez bang li civaka me ya Êzidî ya li kampên Başûrê Kurdistanê ne dikim, vegerin ser xaka xwe. Û xwe yek bi yek di nav gelê xwe de bicih bikin, û xwe pê re bikin yek. Yê ku wê me bigihîne serkeftinê ev e. Gelê me yê li derveyî welat, divê di hemû aliyan de bala wan li ser Şengalê be, li ser Êzîdxanê be. Û em bang dikin, di serî de li Iraqê û li hemû welatên ku Êzidî lê jiyan dikin divê nasnameya wan were qebûlkirin. Çand, bawerî û zimanê wê were naskirin.  Di nav bi hezaran gulên biharê de divê civaka Êzidî weke kulîlka herî geş rengê xwe bide tevahiya civakan.’’

BANGA LI MALA MÎRAN û BAVÊ ŞÊX ‘DIVÊ ÊDÎ YEKÎTIYA XWE SAZ BIKIN’

Gelê me yê hêja, îro herî zêde ji bo vê civakê pêşengtiya jin û ciwanan pêwîst e. Civaka me bi rihê ciwanan û dîsa bi hestên dayikên azadîxwaz divê vê pêvajoyê bikin pêvajoyê serkeftin û azadiyê. Divê em hîn zêdetir xwedî li hêzên xwe yên parastinê derkevin. Divê parastina cewherî ji nan û avê zêdetir ji xwe re ferz bibîne. Ez bi wesîleya cejnê bang li Mala Mîran dikim, li Bavê Şêx dikim, divê êdî yekîtîya xwe saz bikin. Bi yek bawerî, bi yek destî, bi yek rihî, bi yek peyvî tevgerin û nehêlin ev civak careke din şikestinan jiyan bike.’’

‘ÇAVÊ HEMÛ CIVAKA ÊZIDÎ LI ŞENGALÊ YE’

Endama Konseya Serokatî ya Şengalê diyar kir, çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye û peyama xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Çavê hemû civaka Êzidî li Şengalê ye, ez hêvîdar im ku ev cejn bibe cejna yekîtîyê, hevgirtinê, berxwedanê, azadiyê û demokrasiya mezin.  Ez careke din cejna gelê me, cejna gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Ez dibêjim bijî Êzîdxana azad û demokratîk, bijî Serok Apo. 
Silav û rêz, serkeftin be.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê Zeynep Cansiz li Dêrsimê hat veşartin
Nûçeya Pişt re Kesekî ku duh vegeriyabû Efrînê hat revadin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK’ê banga boykota hilbijartinên 1’ê Adarê yên li Îranê kir

PJAK'ê têkildarî hilbijartinên 1'ê Adarê yên Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew hilbijartin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Dinya hewl dide barê DAÎŞ’ê li ser milê Rêveberiya Xweser bihêle’

Xalid Îbrahîm got, "Çawa ku ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Denîz Poyraz li Îzmîrê hat bibîranîn

Denîz Poyraz a ku 3 sal berê di bin çavdêriya polîsan de ji aliyê faşîstekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?