Hîmê çapemeniya Kurd beriya niha bi 128 salan li paytexta Misrê Qahîreyê hate danîn. Li gel ku li derveyî xaka Osmaniyan bû bi zexta dewletê re rû bi rû ma. Piştre kovar û rojnameyên Kurd ên li Stenbolê hatin derxistin, li gel zextê jî mafên Kurdan parastin, bi zanekirinê re wêje û zimanê Kurd da pêş. Bi damezrandina Komara Tirkiyeyê re, êdî ne pêkan bû ku li Bakurê Kurdistanê qala çapemeniya Kurd bê kirin. Bi derketina PKK’ê re rojnamevanên Kurd mîrateya rojnameya Kurdistan a 1898’an û rojnameyên bi navend Stenbol derketin, dewr girtin û tevî hemû qedexeyan jî bi berdêlên mezin çapemeniya Kurd anîn roja îro.
Rojnemevanê ji Efrînê Mihemed Ebdo bi boneya salvegera roja Rojnamevaniya Kurdî ji ANF’ê re axivî.
‘RAGIHANDINA KURDÎ JI BO PARASTINA ZIMAN Û ÇAND JÎ ROLEKE MEZIN GIRT SER XWE’
Mihemed Ebdo di despêka axaftina xwe de hemû Şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û ev roj li hemû rojnamevanan pîroz kir û wiha got,”Çapemenî bi xwe kevnar e, bi hatina mirovan li jiyanê re çapemenî ava bûye ew jî ji agahiyan destpê dike. Lê çapemeniya ku em nas dikin weke rojname û dezgehên çapemeniya piştî derketina xêzkirinê re bi pêş ket. Rojnamevaniya Kurdî di 1898’an de hate avakirin, ji hingî ve di gelek pêvajoyan re derbas bû.
Çapemenî bi xwe jî pir kevnar e. Ragihandina Kurdî ji bo parastina ziman û çanda xwe roleke sereke hilda ser milê xwe. Wekî ku tê zanîn jî ku ziman û çand jî parastina nasnameyê dikin. Di demeke ku nasnameya Kurdî tê de rastî qirkirinê, binpêkirin û qetilkirinê hat. Lê ji bo parastina vê roleke wê ya sereke hebû.”
‘RAGIHANDINA KURDÎ LI ROJAVA BÛ XWEDÎ TECRÛBE’
Mihemed Ebdo di dewamiya axaftina xwe de qala çapemeniya Kurdî ya li Rojava kir û wiha got, ‘’Ragihandina Rojava bi taybet gelekî di nav şeran de cihê xwe girt, ji despêka avabûna wê de di Şoreşa 19’ê Tîrmehê di 2012’an de û heta roja îro her tim di şopandina şer û pevçûnên ku li Rojava de derketin li pêş bûn. Ruxmê hemû şerê ku ser herêmê dihate meşandin û zehmetiyên ku dihatin kişandin û binpêkirinên li hember civak û rojnamevanan dihate kirin, pir gavên mezin hatine avêtin. Ragihandina Kurdî bû mertal li hemberî şerê taybet ê ku ser civakê li Rojava û parçeyên Kurdistanê ên dîtir dihate meşandin. Ragihandina Kurdî bi şopandina xwe ji bûyer û şerên li herêmê re bû xwedî tecrube li Rojava.”
Rojnemevan Mihemed Ebdo diyar kir ku cihê xwe li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê digirt û tekez kir ku armnaca wan derxistina dengê civaka xwe bû û wiha pê de çû, “Ez wekî rojnemevanekî min cihê xwe li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê digirt. Him jî em hemwelatîyê wê taxê ne. Dema me dest bi xebatê ragihandinê kir, armanca me tenê ew bû ku em dengê civaka xwe ji raya giştî re ragihînin. Erk û misyona ku li ser milê me dîrokî bûn. Civaka me her tim rastî derewan hat, ji rastî, çand û zimanê xwe yê kevnar û dîroka xwe maf negirtiye. Ragihandina dijmin hertim ev civak ji vê rastiyê dûr xistiye û civaka me bê çand û nasname hiştine, ji ber vê derxistina van rastiyan erkê me yê sereke bû.”
Mihemed di nav axaftina xwe de qala berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê kir û got, “Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê ji 2012’an û heta van demên dawî her tim rastî êrîşên dijwar hatiye, her wiha rastî dorpêçeke dem dirêj û giran hatîye. Em jî wekî ragihandin ji ber nebûna derfetan zehmetî dikişandin, bi taybet di aliyê pêwîstiyên ragihandinê ên sereke de weke înternêt û elektrîk. Ji ber rewşa dorpêçê ê ku li ser taxê dihate ferzkirin, gelek zehmetiyên me di vê alî de hebûn. Berxwedaniya ku ji aliyê civakê ve dihate meşandin, heta astekê hate teyisandin.”
Mihemed Ebdo anî ziman ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê şerê piskolojîk li ser gel dihate meşandin û got, ‘’Di vê şerê ku di demên dawî ser taxê hatine meşandin de em dikarin bêjin ku di despêkê de şereke piskolojîk û taybet li ser civakê dihate meşandin. Ev jî bi rêya belavkirina derewan, avakirina tirsê û gelek rê û rêbazên din li ser civakê dane meşandin. Li kêleka wê da ku nehêlin civak rastiyê bizanibin, dezgehên ragihandinê bi taybet hatin hedefgirtin. Di wê pêvajoyê de rojnemevanên ku li wan herdu taxan bûn mertal, çawa ku şervanek ji bo parastina gelê xwe berê xwe dide çeperên pêş, rojnemevanên Rojava jî bi kamîreya xwe heman erkê dikin. Her çiqas ku binpêkirinên ne mirovî ê ku li hember gelê me di wê pêvajoyê de derketin pêş jî, her kes li hember wan binpêkirinan bê deng bû.”
‘DIVÊ EM BER BI SERKETINÊN MEZINTIR VE BIÇIN’
Mihemed bal kişand ser xebatên ku tên kirin kir û wiha got, “Şoreşa Rojava û Şoreşa Jin a ku li Rojava derketiye û nimûneya projeya netewa demokratîk û yê ku ji raya giştî re ragihandiye, ragihandina me bû. Her çiqas gavên mezin avêtine, lê hîn gelek pêwîstiyên me ji bo xwe pêşxistinê hene. Lê gelo me çiqas karîbû em vê erkê baş pêkbînin? Ji ber vê jî pêwîstiyên me bi avakirina navendên lêkolînê hene, ku em di wir de bikaribin pêwîstiyên gelê xwe û saziyên xwe di çarçoveya berjewendiya gelê xwe de xebatê xwe bikin. Divê di aliyê ziman de yekbûna zimanê ragihandinê hebe da ku em bikaribin bi hevre baş bikevin xizmeta civaka xwe, her çiqas ragihandinek bê alî nîne, lê aliyê me gelê me ye.” Rojnemevan Mihemed Ebdo di dawîya axaftina xwe de bi boneya Roja Rojnemevaniya Kurdî ev peyam da, “Peyama me ewe ku em her tim ji bo ragihandina Kurdî biçin serkeftinên mezintir û em beşekî pir taybet bidin dîroka xwe. Ji ber heta niha me naveroka dîroka şoreşa xwe a dewlemend baş ne teyisandî ye. Divê em vê rengê şoreşa xwe û dewlemendbûna çandan ji raya giştî re baş bidin teyisandin.”

