Çarşem, 29 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê bîranîn: Em bibin yek, biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên Elewî daxuyaniya ‘Dersimê’: Serhildan nîne, qirkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniya li ser ‘notên hevdîtinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera DYE û Çînê de rageşiya ‘Panama’yê mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogan Erbaş: Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo parastina destketiyên li Rojava pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd banga ‘îradeya hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 7’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat serlêdanan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJ’ê: Têkoşîn wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatgir a Nobelê Nêrgiz Mihemedî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Rojwelat Kizman wê ji bo ji nû ve vekirina lêpirsinê serlêdan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin!
Kurdistan

KCK: Em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin!

KCK’ê 1’ê Gulanê roja hevgirtin û têkoşînê pîroz kir û bang li hemû Kurdan kir ku bi ruhê Newrozê bi gelên Tirkiyeyê re qadên 1’ê Gulanê tijî bikin û alaya têkoşînê ya ku sosyalîzma civaka demokratîk misoger kiriye, bilind bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Em 1’ê Gulanê roja hevgirtin û têkoşînê li hemû kedkar, jin, ciwan û gelan pîroz dikin. Di serî de kedkar, jin, ciwanan û têkoşîna hemû gelên li dijî modernîteya kapîtalîst û hêzên zordar bi coşa 1’ê Gulanê silav dikin. Di serî de şehîdên 1’ê Gulana 1977’an û hemû şehîdên ku 1’ê Gulanê anîne vê rojê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk re em dikevin 1’ê Gulanê. Lê li Rojhilata Navîn jî em di nava dijwariya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku herêm ji hêla siyasî ve ji nû ve tê dîzaynkirin de dikevin 1’ê Gulanê. Tê dîtin ku şerê li Rojhilata Navîn û cîhanê di sala 2026’an de wê piralî be. Pêşeroja Tirkiye û Kurdistanê bi rewşa pêvajoya aştî û civaka demokratîk û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve girêdayî be. Bê guman wê têkoşîna gelên me diyarker be. Êdî hêzên hegemonîk bi tena serê xwe nikarin hevsengiya siyasî ya cîhanê û Rojhilata Navîn diyar bikin. Em di nava serdemeke ku pêşeroja mirovahiyê, hem li cîhanê û hem jî li Rojhilata Navîn wê ji hêla têkoşîna gelan ve were destnîşankirin de ne. Em ji vê re dibêjin dema gelan.

Gelê Kurd êdî ne Kurdên 100 sal berê ye. Bi taybetî bi têkoşîna xwe ya 50 salên dawî, di serî de li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat Kurdan hêzek siyasî û civakî ya girîng bi dest xistine. Êdî rastiya civaka Kurd a rêxistinkirî heye. Bi vê yekê re gihîştine hêzek ku bandorê li pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn dike.

Gelê Kurd bi hêzek rêxistinî û siyasî ya wiha 1’ê Gulanê pêşwazî dike. Gelê Kurd bi têgihîştina xwişk-biratiya gelan û bi pêşxistina xeta neteweya demokratîk a ku di ruhê 1’ê Gulanê de ye, armanc dike ku Tirkiyeyek demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirîne. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûnê girîng dibînin. Rêber Apo bi vê têgihîştinê di 27’ê Sibata 2025’an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û rêça pêkanîna Tirkiyeyek demokratîk destnîşan kir. Banga 27’ê Sibatê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Muxatabê vê bangê ne tenê gelê Kurd e; di heman de gelên Tirkiyeyê ne. Di vî alî de, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî berpirsiyar in ku ji bo serkeftina bernameya aştî û civaka demokratîk bixebitin.

Divê 1’ê Gulana 2026’an bibe rojeke ku gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê helwestek hevpar nîşan bidin û têbikoşin. Ji bo vê jî divê 1’ê Gulana 2026’an bibe platformek ku xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk were derketin û îradeyek hevpar a têkoşînê derxîne holê.

Têkoşîna aştî û civaka demokratîk di heman demê de têkoşîna sosyalîzma demokratîk e. Rêber Apo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi têgihîştina sosyalîst a demokratîk kir. Xeta sosyalîzma demokratîk hişt ku Rêber Apo bangek wiha bike. Rêber Apo dixwaze nirxên ruhê 1ê Gulanê; bi têgihîştina sosyalîzma demokratîk û Banga Aştî û Civaka Demokratîk jiyanî bike.

1’ê Gulana 2026’an ji bo gelên Tirkiyeyê derfetek dîrokî ye. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê bi gelê Kurd re li qadên 1’ê Gulanê xwedî li bernameya aştî û civaka demokratîk a ku armanca wê çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye, derkevin û heke îradeya têkoşîna hevpar were nîşandan wê 1’ê Gulana 2026’an wekî rojeke ku demokrasî û azadî misoger kiriye, bikeve dîrokê.

Ji bo vê em bang li hemû Kurdan dikin ku bi ruhê Newrozê bi gelên Tirkiyeyê re qadên 1’ê Gulanê tijî bikin û alaya têkoşînê ya ku sosyalîzma civaka demokratîk misoger kiriye, bilind bikin.

Bijî 1’ê Gulanê!

Bijî Xwişk-Biratî û Têkoşîna Hevpar a Gelan!

Bijî Sosyalîzma Civaka Demokratîk!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komîteya Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li hev civiya
Nûçeya Pişt re Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi siyasetmedarên girtî re ‘pêvajo’ nirxandin

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana girtîgehên Edîrne û Kandirayê kirin û bi siyasetmedarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîd Baran Girê Spî li Kobanê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Baran Girê Spî ku li Reqayê şehîd bû, bi tevlîbûna sedan kesan…

Ji aliyê Stêrk TV

Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan

Hamza Yunaçti ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Kandira ya Kocaeliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?