Pêncşem, 30 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Candan: Ji bo aştî, edalet û jiyana mirovan e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê bîranîn: Em bibin yek, biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên Elewî daxuyaniya ‘Dersimê’: Serhildan nîne, qirkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniya li ser ‘notên hevdîtinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera DYE û Çînê de rageşiya ‘Panama’yê mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çakmak: Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be; bi vî rengî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Colemêrgê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJ’ê: Têkoşîn wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatgir a Nobelê Nêrgiz Mihemedî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karasû: Girîng e ku 1’ê Gulanê weke roja sosyalîzma demokratîk bê pîrozkirin
Rojane

Karasû: Girîng e ku 1’ê Gulanê weke roja sosyalîzma demokratîk bê pîrozkirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji bo xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya 1'ê Gulanê bang kir û anî ziman ku roj divê bi perspektîfa sosyalîzma demokratîk bê nirxandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi wesîleya 1’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî û destpêkê 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê li kedkaran, jinan, ciwanan û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Mûstafa Karasû got, “1’ê Gulanê yekane roja hevpar e ku ziman, ol, bawerî, nasname, zayend çi dibe bila bibe li tevahiya cîhanê bi hev re tê pîrozkirin. 1’ê Gulana 1886’an polîsan êriş birin ser mîtînga karkeran. Ji ber bûyerên di vir de qewimîn 4 lîderên karkeran hatin darvekirin. Di Enternasyonal a 2’yemîn de 1’ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê hate qebûlkirin. Ji wê rojê ve weke roja piştevanî û têkoşînê ya kedkaran tê pîrozkirin. Di van pîrozbahiyan de heta niha bi hezaran karker hatin qetilkirin. 1’ê Gulanê rojeke bi vî rengî ya dîrokî ye. Kedkar li her devera cîhanê bi kelecan li benda 1’ê Gulanê dimînin, wê rojê li qadan hêrsa xwe ya li hemberî kapîtalîzmê nîşan didin û baweriya xwe ya bi sosyalîzmê radixin pêş çavan. 1’ê Gulanê weke roja piştevanî û têkoşînê ya kedkaran destpê kiribe jî piştre veguherÎ rojeke welê ku bi esasî ji aliyê sosyalîstan ve tê pîrozkirin û baweriya bi sosyalîzmê lê tê berzkirin.

Piştî ku 1’ê Gulanê li tevahiya cîhanê ji aliyê kedkaran ve hate pejirandin û pîrozkirin, bû rojek ku sosyalîzm lê tê berzkirin, welatên kapîtalîst jî ji bo xerakirin û guhertina naveroka 1’ê Gulanê destûr dan pîrozbahiyên 1’ê Gulanê. Ji bo kedkarên dûrî armanca polîtîk û naveroka wê ya îdeolojîk kir ku weke rojeke cejnê bê pîrozkirin. Lê belê 1’ê Gulanê xwedî dîrok û kevneşopiyeke welê xurt e ku hêzên kapîtalîst xwestibin vê rojê cuda bikin jî nekarîn bikin; li pêşiya belavbûna wê nekarîn bibin asteng. 1’ê Gulanê bû ew roj ku kedkar bi hêza xwe hesiyan û bi bawerî li paşerojê nihêrîn. Di 1’ê Gulanê de li cîhanê rojên hîn bedew hatin dîtin. Hêvî da tevahiya mirovahiyê. Wê rojê ne tenê irov her wiha kolan, qad û her tişt keniyan, bû rojeke welê. Di her 1’ê Gulanê de baweriya bi paşeroja mirovahiyê a sosyalîzmê xurtir bû.”

Mûstafa Karasû ragihand ku koma Apoyî weke tevgereke sosyalîst derkete ser dike dîrokê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Li Kurdistanê tevgerek û partiyek ava bû ku bawer kir ku azadî, demokrasî û serxwebûn tenê bi îdeolojiya sosyalîst û bernameya wê dikare pêk were. Ji xwe, xwe weke partiya karker bi nav kir; di pêşengiya tifaqa karker û gundiyan de ji xwe re kir armanc ku şoreşa demokratîk û sosyalîzmê pêk bîne. Ji vî alî ve hîn di destpêkê de weke Newrozê xwedî li 1’ê Gulanê derket. Beriya her 1’ê Gulanê bi mejiyekî sosyalîst belavokên 1’ê Gulanê amade kir û li her derê belav kir. Li her qada lê bû bi awayekî çalak beşdarî 1’ê Gulanê bû. Ji vî alî ve di pêşvebirina hişmendya 1’ê Gulanê de Apoyiyan roleke girîng lîstin. Apoyî-PKK bi nasnameya sosyalîst bi çalak tevlî 1’ê Gulanê bûn, ev yek bû sedem ku komên çep ên li Tirkiyeyê daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelê KUrd di qadên 1’ê Gulanê de bêhtir bînin ziman û xwedî lê derkevin. Tevlîbûna me ya çalak a li 1’ê Gulanê kir ku ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li tevahiya cîhanê bala komên çep biçe ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Di asta tê xwestin de nebe jî xwedîderketina me weke tevgera azadiyê li 1’ê Gulanê doh jî îro jî bandoreke xwe ya bi vî rengî çêbû.

Kurd li Tirkiyeyê û li her devera lê ne bi xurtî tevlî 1’ê Gulanê dibin û dikin ku 1’ê Gulanê hîn bi girseyî bê pîrozkirin. Bêguman nikare bê gotin ku di asta Newrozan de berprisyariyek hatiye afirandin. Lê belê li Tirkiye û cîhanê bi tevlîbûna li mîtîngên 1’ê Gulanê re hêz tevlî roja têkoşîn û piştevaniyê kirin. Bi vî rengî Kurd bi vê rêyê xwe digihînin hevalbendên xwe yên startejîk. Qadên 1’ê Gulanê di heman demê de ji bo xwe gihandina li hêzên azadî û demokrasiyê, pîrozkirina bi hev re ya 1’ê Gulanê, ji bo têkoşîna me gelekî girîng e. Tevlîbûna bi xurtî ya li qadên 1’ê Gulanê ji her kesî bêhtir hêzê dide têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd. Ji vî alî ve herikîna gelê Kurd a li qadên 1’ê Gulanê wê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd xurtir bike. Her wiha bi vê têkoşîna hevpar û helwestê bike ku bigihêjin armanca xwe ya demokrasî û azadiyê.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku piştî hilweşîna reel sosyalîzmê revek ji sosyalîzmê, lawazî û biçûkbûnek di nava hêzên sosyalîst de rû da. Ji ber ku nêzîkatiyeke xwerexnekirinê ya li Marksîzma klasîk û sosyalîzma reel nehate kirin, her wiha nûbûnek li ser kêmasî û pratîkên berê pêk nehat, vê yekê bandoreke gelekî neyînî li kom û tevgerên sosyalîst kir. Rêber Apo di dawiya salên 1980’î de li pêşberî vê rewşê bi gotina ‘Israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovahiyê ye’ bersiv da. Dûrketina ji sosyalîzmê li aliyekî, hîn bêhtir sosyalîzm hembêz kir û di sosyalîzmê de xwe kûrtir kir. Rêber Apo daxaza kapîtalîzmê ya ku xwe weke forma hebûnê ya mirovahiyê li ser mirovahiyê ferz dike û bi vî rengî hewl dide mirovahiyê ji hev belav bike, bi berfirehî analîz kir. Zanîbû ku ev kapîtalîzm li Kurdistanê jî dixwaze civakîbûnê ji hev belav bike, ji aliyê dîrokî ve hêza bingehîn a berxwedêriyê ya gelê Kurd têk bibe. Lewma li hemberî kapîtlaîzmê bi berpirsyariya pêşengiya parastina sosyalîzmê rabû. Ji bo Rêber Apo sosyalîzm ne tenê sîstemeke civakî ya tercîhkirî ye; Rêbertî di asta eşqê de baweriya xwe bi wê yekê tîne ku sosyalîzm şêweyê hebûna mirov e. Ji ber ku mirovahî tenê bi vî rengî dikare hebûna xwe dewam bike.

Rêber Apo û tevgera me 1’ê Gulanê weke rojeke sosyalîzmê dibîne. Îro jî 1’ê Gulanê weke wê rojê dibîne ku sosyalîzma civaka demokratîk lê bê bilêvkirin û xwedî lê bê derketin. Ji ber vê yekê xwedîderketina li 1’ê Gulanê û tevlîbûna li wê ji bo me xeteke têkoşînê û sekneke îdeolojîk e.

Kêm e ku mirov 1’ê Gulanê weke sedsala derbasbûnî tenê weke rojeke têkoşîn û piştevaniya kedkaran bibîne. Eger weke rojeke sosyalîzma demokratîk û roja têkoşîna xwegihandina wê neyê dîtin, ev yek wê bibe nêzîkatiyeke reformîst. Ji bilî armanc û çarçoveyeke sînorkirî ya başbûneke demokratîk û aborî wê neyê wateyeke din. Lewma gelekî girîng e ku weke roja sosyalîzma demokratîk a rizgariya mirovahiyê ji kapîtalîzmê bê pîrozkirin. 1’ê Gulanê bi vê nêzîkatiyê dikare bibe xwedî karakterekî hîn azadîparêz û demokratîk. Wê bi vî rengî hewldanên kapîtalîzm û bûrjûvaziyê yên dixwaze 1’ê Gulanê di nava sîstemê de bihelîne û bandora wan bê rawestandin.

Sosyalîzma demokratîk ne tenê helwestek li dijî talankirina kedê ya kapîtalîzmê ye. Li hemberî helwesta kapîtalîzmê ya ku xwezayê talan dike, li hemberî feraseta wê ya endustriyalîzmê û nêzîkatiya li jinê ya ku weke şahbanûya metayê dibîne, sekn û rojeke xurt a têkoşînê ye.

Eger 1’ê Gulanê li hemberî feraseta sosyalîst a dewletperest helwestekê nîşan bide wê hîn bêhtir xwedî li nirxên 1’ê Gulanê derkeve û bi bandor bibe. Pêwîstiya kedkaran û gelan ne bi desthilatdarî û dewletê, lê belê li civaka demokratîk a rêxistinbûyî heye ku gel dibe xwedî hêz. Rastiya rêveberî û îdareya demokratîk a xwe dispêre vê yekê ye.

Dema ku 1’ê Gulanê bû roja sosyalîzma demokratîk wê ev yek bibe bersiva herî baş a li diyalektîk, dînamîzm û dîroka 1’ê Gulanê. Sosyalîzma demokratîk wê bi vî rengî di nava dîroka 1’ê Gulanê de bibe xwedî hêza hatiye afirandin. Gelekî girîng e ku roleke bi vî rengî bi danheviya dîrokî ya 1’ê Gulanê bê meşandin.”

Mûstafa Karasû bi dewamî anî ziman ku polîtîka û stratejiya bingehîna  dewleta Tirkiyeyê ew e ku serweriyê li ser Kurdan çêbike û got, “100 sal in bi meşandina vê polîtîkayê re xwest ku Kurdan bi temamî asîmîle bike, Kurdistanê bike qada belavbûna netewetiya Tirk. Bêguman negihîştin vê armanca xwe. Kurd zêdeyî 50 sal in bi têkoşîna xwe hebûna xwe bi xurtî nîşan dan. Gelo dewleta Tirk dest ji armancên xwe yên beriya 100 salî berdaye; ev hîn zelal nîne. Rêber Apo bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk re ku 27’ê Sibata 2025’an da destpêkirin, xwest dawî li vê armanca dewleta Tİrk bîne û di nava Tirkiyeya demokratîk de pirsgirêka Kurd çareser bike. Rêber Apo vê yekê weke entegrasyona demokratîk pênase dike ku hebûn, îrade û mafên azadiyê yên bingehîn ên gelê Kurd lê têne qebûlkirin.

Dewleta Tirk ji bo hêzên demokrasiyê yên Kurd û hêzên demokratîk ên Tirk negihêjin hev heta niha şerekî taybet ê pir alî meşand. Fikirî ku eger hêzên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê bi hêzên demokratîk ên gelê Kurd re nebin yek û bi hev re tevnegerin, dewlet wê karibe wan bi hêsanî bieciqîne û bê bandor bike Ji bo li pêşiya gihîştina li hev a hêzên demokrasiyê yên herdu gelan heta niha gelek rê û rêbaz ceriband.

Dewleta Tirk bi wê nêzîkatiyê tevgeriya ku eger Kurd û hêzên demokrasiyê û gelên li Tirkiyeyê re negihêje hev wê karibe têkoşîna Kurdan bi hêsanî bitepisîne. Ev yek di heman demê de ew polîtîka ye ku dema li dijî Kurdan şer dike, hewl dide aliyê Rojava jî xurt bihêle. Dema ku Kurd bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re gihîştin hev û zemîna têkoşîna hevpar ava kir, ev rewş wê têkoşîna Kurdan xurtir bike, lewma polîtîkaya dewleta Tirk têk bibe. Ji ber vê jî dewleta Tirk şerekî taybet ê pir alî meşand ku nehêle hêzên demokrasî û azadiyê yên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bigihêjin hev. Hîn jî dimeşîne. Di vê mijarê de hin encam jî bi dst xist. Ya rast eger li eniya Tirkiyeyê û li nava Kurdan di mijara têkoşîna hevpar de hin nêzîkatiyên kêm hebin, di vir de divê bandora polîtîkaya dewleta Tirk bê dîtin.

Bêguman li gel polîtîkayên dewletê her wiha ferasetên sosyal şoven ên li nava hêzên demokrasî û çep ên li Tirkiyeyê û meylên neteweperestiyê yên li qada syasî ya Kurd bandoreke neyînî li têkoşîna hevpar a demokrasiyê ya herdu gelan dikin. Ji bo ev yek ji holê rakirin divê li dijî feraseta sosyal şoven a li nava hin hêzên çep û ‘demokrat’ ên li Tirkiyeyê ji aliyê hêzên demokrasî, sosyalîst û çep ên li Tirkiyeyê têkoşîn bê meşandin, helwest bê nîşandan. Mînak d nava komên çep-sosyalîst de hin derdor hene ku berevajî xeta Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya xwe ji têkoşîna azadiyê ya Kurdan vedigirin. Her wiha hinek hene ku xwe weke TKP’ê bi nav dikin û rewatiyê didin polîtîokaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan. Tiştekî em ji van derdoran re bibêjin nîne.

Di nava derdora siyasî ya Kurd de jî zêde nebe jî derdoreke neteweperest heye ku dibêjin, çi hêza van hêzên çep û sosyalîst heye, em çima bi van her hevkariyê bikin? Di ser gotinên bi vî rengî re nêzîkatiyeke neyînî nîşanî hêzên demokratîk û çep ên li Tirkiyeyê nîşan didin. Ev yek jî bandoreke neyînî dike ku hêzên demokrasî û azadiyê yên gelê Kurd û hêzên demokrasî û çep ên Tirkiyeyê negihêjin hev. Nebûna hêz û rêxistiniyeke têrker a hêzên çep weke hincet nîşan didin û vê yekê dikin, ku ev polîtîkayeke dijberiyê ya bi zanebûn e. Lawaziya hêzên çep û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tenê ji bo van polîtîkayan weke argumanekê tê bikaranîn. Bi vî rengî xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk re dikin ku aliyê çep teng bike û Kurdan ji Tirkiyeyê qut bike.

Divê Newroz û 1’ê Gulanê weke platformên herî girîng ên ji bo bidawîkirina van ferasetên şaş û têkbirina polîtîkaya parçe bike, serwer bibe ya dewleta Tirk, bê dîtin. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hem li Newrozan he jî li 1’ê Gulanê divê li hemberî van polîtîkayên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û di afirandina têkoşîna demokrasiyê ya rasteqîn a li Tirkiyeyê de hêzê tevlî bikin. Bi rengekî şênber bi xwedîderketina li têkoşîna aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo re divê di 1’ê Gulan a îsal de piştgiriya civakî ya bi pêvajoyê re bê xurtkirin û ji bo têkbirina polîtîkayên heyî yên desthilatdariyê bi rola xwe rabin.

Kurd jî divê li her derê bi ruhê Newrozê bi xurtî beşdarî 1’ê Gulana 2026’an bibin û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê xurt bikin. Ji aliyê xwedîderketina li sosyalîzma civaka demokratîk a Rêber Apo ve divê li qadên 1’ê Gulanê bi rola xwe rabin.

Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê bi feraseta netweya demokratîk bingeheke teorîk û îdeolojîk a xurt pêşkêşî pêşvebirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan kiriye. Eger weke gelê Kurd em û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê xwedî li vê derkevin, wê sîstema ne demokratîk a li Tirkiyeyê ji holê rabe û Tirkiyeya Demokratîk ava bibe ku gel hemû bi rengekî azad û demokratîk lê bijîn. Ev jî wê bibe pêşgava sosyalîzma civaka demokratîk û cihê xwe di dîrokê de bigire.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Candan: Ji bo aştî, edalet û jiyana mirovan e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ’ê: 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn, çeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin

QSD’ê ragihand ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser bajarojê Abriha ya li rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

Di kongreya 12'emîn a Awarte ya PKK'ê de biryar hate dayin ku "Ji bo pêvajoya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rayedarên Îranî û Iraqî li Moskowê li hev civiyan, li ser PKK’ê axivîn

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Neteweyên Yekbûyî: Divê darvekirinên li Îranê bêne rawestandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Candan: Ji bo aştî, edalet û jiyana mirovan e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê du dilgirtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?