Yekşem, 13 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî provokasyonên li Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin
Jin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, ku ji 5 rêxistinênjinan ên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, avabûna xwe ragihand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Kar û çalakî ji bo yekîtiya hêz û rêxistinên Kurdan li RojhilatêKurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Di çarçoveya vanhewldanan de, pênc rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanêku ev in: Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (NÎNA), AsoyaJinên Kurd – Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Jinên XebataKurdistana Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên KurdistanaÎranê û Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR); bitêgihîştina pêwîstiya yekîtî û hevkariyê, “Platforma JinênRojhilatê Kurdistanê-JÎNA” wekî sîwaneke sivîl-neteweyî û parêzvana rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan ava kirin.

Daxuyaniya damezrandin û îlankirina Platformê:

Ji bo azadî, wekhevî û mafên rewa yên jinan Ji bo hemûjinên azadîxwaz ên Kurdistanê Ji bo têkoşerên riya azadîû wekheviyê

Têkoşîna gelê Kurd a ji bo rizgariyê di sed salên borî de bênavber û berdewam bûye. Rola jinan di vê têkoşînê de îspatkiriye ku azadiya welat bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin. Jinên Kurd tenê di çarçoveya welatê xwe de, dûrî dagirkeriyazihniyeta baviksalar û serdest û nirxên ferzkirî, dikarin mafênxwe yên rewa bi dest bixin û di heman demê de bibin parêzvanên rastîn ên maf û azadiyên xwe.

Di seranserê dîrokê de, jinên Kurd ne tenê beşek ji nasname û têkoşîna neteweyî, lê di heman demê de ruhê serhildanê bixwebûne; wan pêşengî û giraniya wê têkoşînê girtine ser milêxwe. Di serdema nûjen de, lûtkeya pêşengiya jinan diserhildana “Jin, Jiyan, Azadî” (Jîna) de dest pê kir, ku tevahiyaRojhilatê Kurdistanê û tevahiya erdnîgariya Îranê girt navxwe. Wê qonaxê wêneya “jin wekî qurbanî” veguherand “jinwekî tevgereke guhertinê”. Jin ne tenê wekî daxwazkar, lê diheman demê de wekî rêber û şekildêrên nexşeya pêşerojêderketine holê; ev yek jî bûye sedem ku cîhan bi mêzekirinekesiyasî ya kûrtir li wesfa jinan a ji bo rêveberiya di krîzênmezin de binêre.

Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê qurbaniyên dualîteya zilmêne. Ji aliyekî ve, wekî Kurdek ji mafên xwe yên neteweyîbêpar in, û ji aliyê din ve wekî jinek di bin qanûnên paşverû de bi zilm û zorê re rû bi rû ne.

Em pênc rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê: RêxistinaAzadiya Jinên Kurdistanê (NÎNA), Asoya Jinên Kurd – Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Jinên Xebata KurdistanaÎranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê û CivakaJinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR); piştî çend mehanji civînên rû bi rû û onlîne, me pêwîstiya avakirina “Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê – JÎNA” bi têgihîştina pêwîstiyayekîtî û hevkariyê, wekî sîwaneke sivîl-neteweyî û parêzvaneke rastîn a rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan dît.

Ev platform peywendiya di navbera têkoşîna neteweyî û têkoşîna mafên jinan de xurt dike û li dijî vê zilma dîrokî ya liser “jinên Kurd” têkoşînê dide. Armancên sereke yênPlatforma JÎNA ew e ku îradeya neteweyî ya jinan bikin yek û cihê jinan di civakê de xurt bikin, li dijî dagirkeran û zordariyasîstematîk a li ser jinan xebat bikin û têkoşîna sivîl-siyasî ya jinan dewlemend bikin.

Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê – JÎNA bang li hemûjinên Rojhilatê Kurdistanê dike ku ligel israrkirin û parastinamafên xwe yên rewa, li dora vê platformê bicivin. Dem hatiyeku jinên welêt cudahiyên xwe bidin aliyekî û bi yek deng û yek îradeyê ji bo rûmeta neteweyî û mafên xwe bisekinin.

30ê Nîsana 2026an

Armanc û sedemên avakirina vê platformê:

“Di sed salên borî de, heta şoreşa Jin, Jiyan, Azadî (Jîna), rolajinan di tevgera ber bi demokrasî û azadiyê de di civakên Îranû Rojhilatê Kurdistanê de pir girîng û bibandor derketiye holê. Jinan bi hêz û şiyana xwe nîşan dane ku hemdem ligeltêkoşîna ji bo mafên xwe, dikarin roleke pêşeng diçareserkirina gelek pirsgirêkên siyasî, neteweyî, civakî, aborîû parastina jîngehê de bilîzin.

Jinên li Rojhilatê Kurdistanê îspat kirine ku ew ê li hember her cure êrîşeke baviksalar bisekinin û xwedî dîrokeke têkoşînê ya li dijî hikûmeta baviksalar a Îranê ne. Ji aliyê din ve, ew bihişmendiyeke neteweyî û berpirsiyariyeke di asta bilind de liser pirsgirêkên jinan li beşên din ên Kurdistanê kar dikin. Beşdarbûna jinan di şerê li dijî DAIŞê de mînakeke eşkere ya destkeftî û ezmûnên bi nirx ên vê têkoşînê ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê çend rêxistinên jinan ên xwedî ezmûnû nasnameyên dîrokî hene ku berpirsiyariya pirsgirêka jinênKurd girtine ser milê xwe. Her yek ji van rêxistinan diparastina mijarên têkildarî jinan li Kurdistanê de roleke girîngdilîze. Hewldanên wan ji bo nîşandan û teysandina neheqî û zordariya li ser jinên Kurd di civakê de û di bin rejîma siyasî ya dijî jinan de, ji bo hişyarkirin û çareserkirina vê zordariyêye.

Ji aliyê din ve, têkoşîna berfireh a jinan di warên cuda de îspatkiriye ku pirsgirêka jinan mijareke berfirehtir e ji çarçoveyapartiyan; ji ber vê yekê pêdivî bi avakirina avahiyeke jortir jipartiyan ji bo Rojhilatê Kurdistanê heye. Avahiyeke kuçalakvanên jin ên ji partiyên siyasî, nûnerên civaka sivîl û her weha çalakvanên jin ên di warên cuda de di nav xwe de bihewîne. Li ser wî esasî, “Platforma Jinên RojhilatêKurdistanê – JÎNA” bi berçavgirtina pêdiviya kar û çalakiyênmezintir û yekîtiya dengên jinên Kurd hate damezrandin.

Armanc:

1. Yekkirina hêzê: Platform ji bo yekkirina hêzên fikrî û têkoşîna jinan hate damezrandin. Erkê xwe dibîne ku lidijî her cudakariya nijadî, neteweyî, çandî û çînî ya li dijîjinên Kurdistanê şer bike. Têkoşîna mafên jinan bitêkoşîna rizgariya neteweyî ve girêdide.

2. Beşdariya biryardar: Misogerkirina beşdariya bi bandora jinan di mijarên diyarker de û di asta rêveberî û biryardanê ya partiyên siyasî de.

3. Pêşkêşkirina daxwazan: Daxwazên jinên RojhilatêKurdistanê bi awayekî plankirî pêşkêşî aliyênpeywendîdar û partiyên opozîsyona dijî Komara Îslamîdike.

4. Hevgirtina bi jinên din re: Ji bo hevgirtin û xebatahevbeş bi jinên pêşverû yên Îranî û hemû neteweyên din ên li Îranê re hewl dide.

5. Têkoşîna li dijî paşverûtiyê: Li dijî her qanûn û şêwazênpaşverû yên ku piştgirî didin neheqî, bindestî û cudakariya zayendî radiweste.

6. Helwesta hevbeş: Girtina helwestên hevbeş di mijarên kupêdivî bi dengê yekbûyî yê jinan heye (bi taybetî ji bobeşên din ên Kurdistanê û navendên navneteweyî).

7. Aştî û Demokrasî: Platform weke erka xwe dibîne ku jibo yekîtî û hevgirtina jinan di riya aştî û demokrasiyê de bixebite.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzgarê Hesekê û Wezîrê Veguhastinê li hev civiyan
Nûçeya Pişt re Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kalkan: Ti destketî bi hêsanî û bê berdêl nebû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Her kêliya têkoşîna me ya azadiyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 10 salan de 22 milyon TL îhale dane Can ê AKP’î!

Derket holê ku rêveberê berê AKP’ê yê Wanê Çetîn Can ji sala 2011’an û vir…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên binçavkirî bû 1418

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku di çalakiyên protestokirina binçavkirina Şaredarê Bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Birîndarekî din a şewata girtîgeha Kobanê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?