Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê bi ajansa me re axivî û bal kişand ser wateya dîrokî û girîngiya 1’ê Gulanê ya ji aliyê tevgerên şoreşgerî ve. Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş li gel nirxandina 1’ê Gulanê di heman demê de bal kişand ser girîngiya rojê ya li ser pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk jî.
Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 1’ê Gulanê ya ji bo tevgerê şoreşgerî û ev yek anîn ziman: ‘’Di destpêkê de ez şehîdên 1’ê Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Tişta ku 1’ê Gulanê watedar dike, keda şehîdan, bedêlên dane û îradeya ku jiyaneke berxwedêr û asta biryardariyê ye. Ji ber vê yekê 1’ê Gulanê weke Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê watedar dibe. Naveroka vê wateyê jî lêgerîna wekhevî û azadiyê ye.
Hêzên serdest, avaniyên hegemonîk û bi awayekî giştî hêzên modernîteya kapîtalîst çewisandina daxwazên bindest û kedkaran ên têkildarî wekhevî û azadiyê esas girtine. Ev rê û rêbaza tundiyê, ji aliyê serdestan ve weke awayekî hebûnê di dîrokê de cihê xwe digire. Ji ber ku tundî; li cihê ku koletî heye, li cihên antîdemokratîk ên lê azadî û wekhevî tune ne pêş dikeve û hêzên serdest daxwaza vê yekê dikin. 1’ê Gulanê li hemberî van yekan dibe sembola têkoşîn û berxwedanê. Li hemberî newekheviyan sekn û berxwedana karker û kedkaran pêş dike. Di encamê de hêzên modernîteya kapîtalîst van berxwedanan diçewisînin û komkujiyê dikin. Lê belê ev mîrateya berxwedanê heya roja me ya îroyîn; ji aliyê gelên bindest, kedkar û tevgerên şoreşger ên sosyalîst ve nayê jibîrkiin û di nava têkoşîna xwe de zindî digirin. Ji ber vê yekê 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê xaleke girîng a çanda berxwedana komunal a civaka dîrokî pêk tîne.’’
‘’GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ LI SER VÊ BINGEHÊ XWE PÊŞ XISTIYE’’
Zinar Yavûz Yoldaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku 1’ê Gulanê ji bo Tevgera Azadiya Kurd xwedî avaniyeke dîrokî, civakî û wateyeke ontolojîk e û got: ‘’1’ê Gulanê bi sosyalîzmê re bûye yek. Ji ber wê yekê sosyalîzm, aliyê îdeolojîk, zihnî û paradîgmatîk ê Tevgera Azadiya Kurd e. Ji destpêka têkoşîna me heya roja îroyîn rêya sereke ya ku tu caran jê derneketiye, sosyalîzm e. 1’ê Gulana sala 1977’an bi qasî tevgerên çepgir, sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. têkoşîneke xurt a sosyalîzmê divê bi birêxistinbûneke xurt were meşandin, yan na wê li hemberî êrîşên hêzên hegemon ên kapîtalîst û avaniyên faşîst û olîgarşîk nesekine. Vê encamê, birêxistinbûn û mafdarbûna Tevgerê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ya li lez bi xwe re anî.
Bûye sedem ku Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Dûrmûş û hê gelek kadroyên pêşeng berê xwe bidin Kurdistanê, tevger û gel bibe yek, li gel derdorên karker û kedkaran bibe yek û birêxistinbûneke cidî pêk aniye. Divê qetilkirina hevrê Hakî jî di vê çarçoveyê de were nirxandin. Têkiliya ku tevger di destpêkê de li gel derdorên karker û kedkar birêxistinbûneke xurt ava kiriye, li gel vê yekê heye. Ji ber ku ev kadro weke kedkaran dixebitîn, tew ji wan zêdetir dixebitîn, ked didan û ji aliyê wan ve hatin pîrozkirin, ecibandin û ya herî girîng jî bawerî dan. Ev bawerî, temînata wê yekê ye ku wê tu caran di têkoşîna xwe de bi tenê neyên hiştin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê, li ser vê bingehê xwe pêş xistiye. Li hemû cihên ku lê ne mafên derdorên kedkar ên xizan parastine û bi awayekî fedaî têkoşiyane. Têkoşîna gerîlayan û rastiya gel a gerîla dibe rê û rêbaza vê yekê nîşan dane. Ji ber vê yekê 12ê Gulanê û sosyalîzm ne tenê rojek e, hemû roj in. Ger li hemû Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û tew li hemû welatan di jiyana derdorên karker û kedkar de aramiyek û di birêxistinbûna wan de astek hebe para gerîlayên azadiya Kurdistanê di vê yekê de gelek e. Girîng e ku ev rastî were dîtin.’’
Zinar Yavûz Yoldaş piştre bal kişand ser pêvajoya heyî û ev yek anîn ziman: ‘’ Rêber Apo dibêje ku ‘’Kesên ji êşên xwe wateyên kûr derdixin, ew gelekî nêzîkî jiyana rast dibin.’’ Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, tam jî jiyanîkirina pratîk a vê tespîtê ye. Li gel vê pêvajoyê hewl tê dayîn ku sînor, astengî û tehrîbatên fikrî û jiyanî yên bi bandora sosyalîstên reel derketine holê werin derbaskirin. Pêvajoyên guherîn û veguherînê cesaretê dixwaze. Gelê Kurd, Tevgera Apoyî û gerîlayên azadiyê li gel vê pêvajoya nû dubare nîşan dan ku xwedî cesareteke fedaî ne û hê jî nîşan didin. Eşkere ye ku kesên ku jialiyê fikrî ve naguherin wê di jiyana pratîk de jî neguherin. Ji ber wê yekê divê sosyalîzm û 1’ê Gulanê ji zincîrên xwe rizgar bibin. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji bo 1’ê Gulanê û sosyalîzmê, pêvajoya azadbûn û bidestxistina wateya rastîn e û wê wisa jî bibe. Tevgera Apoyî û ferîlayên azadiyê di vê biryardariyê de ne û wê vê yekê li gel guherîn û veguherîna xwe nîşan bidin; nîşan didin jî. Ji ber wê yekê divê di destpêkê de 1’ê Gulanê bi vê nêrînê were pêşwazîkirin. Piştre jî divê têgihiştin û ferasetên sosyalîzmê yên ji qalibên teng re hatine sînordarkirin werin derbaskirin. Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê deriyên vê yekê vekirine û pêngavên destpêkê jî avêtine.’’
Gerîlayê azadiyê Zinar Yavûz Yoldaş di dewama nirxandina xwe de bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên pergala kapîtalîst û ev yek anîn ziman: ‘’Divê êdî ev yek weke prensîba sereke ya hişmendiya sosyalîst were qebûlkirin; dîrok xwe naspêre şerên çînî; xwe dispêre şerê dewlet û komunê. Yanî xwe dispêre şerên di navbera kujerê civakî yê kastîk û komunên xwe diparêze de. Di roja me ya îroyîn de jî ev yek xwe weke nakokî û têkoşîna di navbera netewdewletbûna modernîteya kapîtalîst û komeke biçûk a li derdora wê kom bûye û derdorên civakî yên berfireh de nîşan dide. Li ser civakê êrîşeke berfireh, kûr û komplîke heye. Jiber wê yekê jî divê têkoşîn jî bi awayekî tevahî û kûr derdorên civakî yên berfireh bigire nava xwe. Dema ku kesên beşdarî pîrozgabî û çalakiyên 1’ê Gulanê dibin li derdora xwe dinêrin ji bilî derdora kedwar a teng wê bibîne ku hemû derdorên ji civakê li wir in. Wê demê divê ew derdorên civakî jî di têkoşîna xwe de bibin yek.
Neteweya Demokratîk û Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk ev e, vê yekê hewce dike. Dema ku têkoşîna maf, hiqûq, edalet û azadiyê bi vê hişmendî û nêzîkatiyê hate birêvebirin wê ser bikeve. derdorên jin û ciwanan, hêzên pêşeng ên têkoşînê ne. Divê neyê jibîrkirin ku sosyalîzm girêdayî azadiya jinan e. Jinên Kurd ên bi hişmendiya Apoyî xwe pêçaye, roja îroyîn pêşengtiya vê yekê ya Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk dike. Rastiyeke têkoşîna pêşeng a ji çiyayên biheybet ên Kurdistanê ber bi deşt û bajaran ve diherike, heye.
1’ê Gulanê û Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk, weke stratejîk û paragmatîk ji civakê daxwaza vê yekê dikin.
Em bi vê hişmendî, bawerî û biryardariyê 1’ê Gulanê li hemû karker, kedkar û derdorên bindest pîroz dikin; şehîdên 1’ê Gulanê, sosyalîzmê û şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dubare soza xwe ya pêkanîna armancên wan nû dikin.
Bijî 1’ê Gulanê!
Bijî Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk!
Bijî Rêberê Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk Rêber Apo!’’

