Li Kurdistanê giliyên cotkarên ku karên çandiniyê dikin, a li hemberî pêkanînên şîrketa belavkirina elektrîkê Belavkirina Elektrîkê ya Dîcle A.Ş (DEDAŞ), zede bûn. Bi taybetî qutbûnên elektrîkê yên di dema avdanê de û fatûrayên bilind, bi rengekî cidî bandorê li hilberîna çandiniyê dike.
Cotkaran ragihand ku li hin taxên bejahî ji bo elektrîka nayê bikaranîn yan jî ya ku kêm mezaxtinê dike, fatûrayên bilind tên birîn, ev rewş maliyeta hilberînê bi rengekî neyînî bandor dike. Hilberîner diyar dikin ku di beşa mezin a araziyên çandiniyê de, sîstemên avdanê bi elektrîkê dixebitin û destnîşan dikin ku ji ber qutbûnê berhem kêm tên bidestxistin.
Cotkarên ku li navçeya Bismil a Amedê hilberînê dikin, pirsgirêkên xwe ji ANF’ê re vegotin.
Cotkar Mehmet Yuksel diyar kir ku pêkanînên DEDAŞ’ê yên li hemberî cotkaran, kêfî ye û got, “DEDAŞ bi temamî li gorî kêfa xwe tevdigere. Kesên tên qadê çi dinivîsin çi dibînin, bi temamî ji wijdana wan re maye. Eger ji te hez kiribe, li gorî wê dinivîse; eger ji te hez nekiribe li gorî wê ceza dinivîse.
Di sala 2025’an de, min pembû çand û ji bo destpêkirina demsalê, ez di destpêka Nîsanê de çûm nav zeviyê. Hîna di roja yekem de, dema min milê senkronîze rakir, deng ji trafoyê hat. Li ser vê yekê, min demildest daxwaznameyek da ku werin û kontrol bikin. Lê kes nehat û neçû. Piştî du rojan dawiya hefteyê hat, ez roja Duşemê dîsa çûm û min daxwaznameyek din jî da. Dîsa, kes nehat. Mehek derbas bû, min daxwaznameyek din jî da. Dîsa kes nehat. Di Îlonê de, min daxwaznameyek din pêşkêş kir, lê dîsa kes nehat. Lê tevî vê yekê nêzî milyonek û 580 hezar TL cezayê qeçax birîn.
Bi vê yekê re jî xilas nebû, li ser vê yekê jî 550 hezar TL fatûreyeke zêde derxistin. Ez bi deynekî ku bi tevahî zêdeyî 2 milyon lîreyî re rû bi rû mam. Min her donimê pembû bi 13 hezar lîreyî firot. Lê buhayê min 18 hezar lîre ye, yanî jixwe ez di zirarê de bûm. Dema ku mirov di van şert û mercan de rastî cezayên wiha tê, nizane çi bike. Bêyî elektrîk, em nikarin avdanê bikin. Lewma berhem hişk dibin yan jî kêm dibin. Ji ber ku em dereng av didin, hilberîn kêm dibe, ev jî rasterast bandorê li dahata me dike.
Qaşo, dibêjin ‘vegera gundan’, lê di van şert û mercan kî dikare li gundan bimîne? Jixwe di şert û mercên zehmet de em hilberînê dikin; gubre buha ye, derman buha ye, maliyeta karkeran bilind e. Li ser vê jî ev ceza dema tên, cotkar nikare. Em dibêjin ji ber ku xaka ‘bav û kalan e’ em naberdin, lê eger wisa bidome wê her kes gund biterikîne. Ez vekirî dibêjim, eger wiha bidome em ê xakê berdin û biçin.”
‘TEVÎ KU EZ ELEKTRÎK BI KAR NAYÎNIM JÎ, CEZA TÊ’
Îbrahîm Şîmşek destnîşan kir ku ji ber fatûrayên bilind û mexdûriyeta xwe, neçar maye ku araziyê xwe bifiroşe û nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Min 200 donim arazî hebû, lê ez neçar mam ku ji vê 50 donim bifiroşim, hemû ji ber van deynên elektrîkê. Timî ceza tên û li gorî çi hatine birîn, ne diyar e. Îsal min qet sondaj neda xebitandin û elektrîk bi kar neanî, lê tevî vê jî ceza hat. Nêzî 2 milyon lîre min pere da. Ev tenê fatûra na, cezayên zede jî di nav de ye.”
‘HER TIŞTÊ MIN QEZENC KIRÎ, MIN DA ELEKTRÎKÊ’
Îlhamî Çelebî jî bilêv kir ku di bin navê bikaranîna elektrîka qeçax de, fatûrayên zede li wan tê birîn û got, ev yek neheqî ye. Çelebî ev tişt ragihand: “Min li gundên Pinarbaşi û Olasi cotkarî dikir. Heya sala 2020’an rewşa min baş bû, min dikarî deyn jî bidim derdora xwe. Lê sala 2020’an piştî sondaj hat xistin, her tişt berevajî bû. Sala destpêkê min misir çand, fatûrayeke pir zêde hat. Lewma ez neçar mam wesayîta xwe ya servîsê bifiroşim, min berhemê xwe jî firot û min hemû bir da elektrîkê. Sala piştre min pembû çand, ew pere jî min dîsa da elektrîk, derman û karkeran. Ti feyde nema.
Niha 1 milyon û 46 hezar TL ceza hatiye birîn. Sondaja min xirabûye, lê tevî vê jî gotine, ‘qeçax’. Wê deme pembûya min jî nebû, min berhemê duyem neçandibû lê dîsa jî ceza hatibû nivîsin. Navberekê min plan dikir ku xanî çêbikim, min ê malzeme standiban lê ji ber van deynan min dest jê berda. Min ji dadgehê biryara tedbîrê wergirt, lê tevî vê jî hesaba min bloke kirine. Ez diçim, dibêjin ‘şaştî çêbûye’. Başe, lê ger te şaş kiribe, çima rast nakî?
Min 60 ton berhem bi dest xistibû, lê cezayê hatî zêdeyî milyonekê ye. Eger ez wê berhemê jî bifiroşim, çi di destê min de hebe jî ez bifiroşim, ez nikarim wî deynî qepat bikim. Sala destpêkê min wesayîta xwe firot, min mînîbusa xwe jî firot, qezanca min bû sifir. Îsal ez rû bi rûyê rewşeke hîn girantir im. Tên kabloyê ji cihê wê dikêşin, berdidin, piştre dibêjin, ‘qeçax’. Ev çi mantiq e? Sondaj jixwe naxebite.
Niha ez hewl didim, xaka xwe bifiroşim. Bi neçarî ez karê çandiniyê dewam dikim, lê hemû qezanca min diçe elektrîkê. Wisa hilberîn nabe. Di van şert û mercan de cotkar nikarin îdare bikin.”

