Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê raporek li ser binpêkirinên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li beramberî jîngehê tên kirin belav kir.
Li gor raporê, ji ber şerê di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de di hefteyek de 65 raportên binpêkirinên jîngehî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine tomarkirin. Şer û dengê teqemeniyan bûne sedemê telefbûna gelek balinde û ajelên li baxçeyê ajelan yê Tehranê û navenda ragirtina ajelan ya li Elborzê.
Her wiha hatiye eşkerekirin ku 54 nêrçîvan û qeçaxciyên ku daran dibirîn û ajelên kuvî dikuştin, li deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin û dest bi ser 55 ton darên qeçax de hatine girtine
Hatiye diyarkirin ku li 30 bajaran rêjeya qirêjbûna hewayê gihiştiye asta metirsîdar. Li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê şeş navendê pîşesazî ji ber qirêjkirina jîngehê hatine girtin. Li gor raporê lêhî û hişkesaliyê jî ziyanek mezin bi kerta çandiniyê gihandiye.
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku ji ber şewata li girava Mîqan a li bajarê Erak, nêzî 360 hektar ji şînkatiya wê şewitiye.

