Wasiyê Rêber Apo û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç mijarên; mercên azad ên karkirinê yên Rêber Apo, ‘mafê hêviyê’ û gavên divê Meclîsa Tirkiyeyê biavêje ji ANF’ê re nirxand.
Mazlûm Dînç anî ziman ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî girîng e, muzakerevanê sereke ye û got, “Lê belê dewlet hem Birêz Ocalan weke muzakerevanê sereke dibîne û pê re hevdîtinan dike, hem jî ji aliyê statuya fermî jî weke ‘hikumxwarê bi cezayê muebbetê yê girankirÎ’ nêzîkî wî dibe. Birêz Ocalan ku di navenda çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke krîtîk de di halê hazir de xwedî wan mercan nîne ku karibe bixebite. Em van mercan bidin aliyekî; ji aliyê qanûnî ve nikare sûdê ji mafên statuya hikumxwar jî werbigire. Li gel mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran a heftane, di nava sal û nîvekê de tenê sê caran karîbû hevdîtinê bi parêzeran û şeş caran jî hevdîtinê bi malbatê re bike. Ev jî têne astengkirin. Mehê carekê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtinê pê re dike. Ev jî têrê nake ku Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe.
Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke girîng kir. Li ser vê bangê PKK’ê kongreya xwe civand û biryar wergirt. Ji bo bicihanîna biryaran jî işaret bi hêza Birêz Ocalan hate kirin. Lewma ji bo Birêz Ocalan karibe rola xwe bi cih bîne divê karibe yekser xwe bigihîne gel, bi rêya çapemeniyê xîtabî gel û siyasetê bike; ji bo vê jî merc bêne afirandin. Li aliyê din di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gelek aktor hene. Mînak; aliyekî vê pirsgirêkê yê çekê heye. Divê Birêz Ocalan karibe bi rêxistinê re têkiliyê dîne û îqna bike. Ji bo ev hemû bibe, divê azad bibe, ne ku li Îmraliyê tenê hin hevdîtinan bike. Ev rewş di pêvajoyên beriya niha de bi rengê ‘tenduristî, ewlekarî û azadî’ hatibû formulekirin.
Ev pêvajo gelekî krîtîk û girîng e. Her roj bûyerên gelekî cidî rû didin. Ne tenê li hundir her wiha li derve jî gelek hêz hene ku dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin. Car carna li eniya Tirkiyeyê jî hinek vê tînin ziman. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê pêvajo bi lez bê meşandin û muzakerevanê sereke Birêz Ocalan azad bibe.”
Mazlûm Dînç bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ser bi Konseya Ewropayê di sala 2014’an de têkildarî Rêber Apo biryara ‘mafê hêviyê’ da û got, “Saziya ku ji bicihanîna biryara ‘mafê hêviyê’ berpirsyar Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Lê belê ev komîte organeke siyasî ye. Dema ku mijar dibe Birêz Ocalan pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan li aliyekî, nêzîkatiyeke bazariya siyasî derdikeve pêş. Biryar ne biyara destpêkê ye ku têkildarî binpêkirina mafên Birêz Ocalan hatiye dayin. Berê jî biryar hatibû dayin ku bi rengekî azad darizandin nehatiye kirin û Tirkiye li gorî vê biryarê tevnegeriya. Konseya Ewropayê li hemberî vê yekê pêkanîn ferz nekir.”
Wasiyê Rêber Apo destnîşan kir ku divê Konseya Ewropayê vê biryarê bipejirîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ji ber ku ev biryar ne têkildarî kesekî ye, lê têkildarî mafên mirovan û demokrasiya li Tirkiyeyê ye. Ji xwe çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya jiholêrakirina binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê, pêkanîna demokrasiyê û bicihkirina aştiyê li herêmê ye.
Li gel ku meha Hezîranê dem tijî dibe, bi qasî ku em dişopînin ev biryar hîn neketiye rojeva civîna meha Hezîranê. Ev nêzîkatiyeke cidî nîne. Bendewariya me ji Konseya Ewropayê ew e ku li ser vê biryarê bisekine û zextê li Tirkiyeyê bike ku vê biryarê bi cih bîne. Her wiha divê prosedurê jî bide destpêkirin.”
Mazlûm Dînç her wiha anî ziman ku Meclîsa Tirkiyeyê jî heta niha bi rengekî cidî nêzî mijarê nebûye û diyar kir ku divê partiyên siyasî hemû yên li Meclîsa Tirkiyeyê mijara ‘Mafê Hêviyê’ bixin rojeva xwe û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bikin.”
Li ser şert û mercên ragirtina Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê jî Mazlûm Dînç ev nirxandin kir: “Dema ku pêvajoya heyî destpê kir Birêz Ocalan li kîjan odeyê dima, niha jî li heman odeyê dimîne. Cudahiyek nîne. Bêguman mesele ne meseleya cih e. Weke me got, Birêz Ocalan muzakerevanê esasî yê çareseriya pirsgirêkeke ewqasî cidî ye. Ji ber vê jî rast nîne ku mercên Birêz Ocalan li asta ku cihê lê bimîne bê daxistin. Ya esasî ew e ku şert û merc bêne afirandin ku Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe.
Birêz Ocalan beriya niha gotibû, ‘Ji min tê xwestin ku di nava hawizekî vala de avjeniyê bikim’. Ji bo pêvajoya niha jî dibêje, ‘Dahol bi qasî min e, lê mîrkut di destê hinekî din de ye, ev nêzîkatî rast nîne’. Bi rastî jî welê ye. Niha muzakerevanekî sereke ye ku li esasê pêvajoyê ye, ewqasî berpirsyarî rakiriye, bang kiriye û pêwîstiyên bangê bi cih aniye. Lê belê ji bo mercên azad ên li gorî vê neyên afirandin bi israr gav nayê avêtin. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye.
Divê hem civak hem jî siyaset vê mijarê bixin rojeva xwe û zextê li desthilatdariya heyî bikin. Ji ber ku me di sala 2015’an de dît ku eger pêvajo têk biçe wê di pratîkê de çi rû bide. Divê her kes bi qîmetê vê pêvajoyê zanibe û ji bo serketina wê jî dengê xwe bilind bike.”

