Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin
Kurdistan

Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

Li navçeya Cizîrê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Çand û Ziman a Cûdiyê omxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin. Di komxebatê de banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Çand û Ziman a Cûdiyê de Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin. Gelek zimanzan, endamên saziyên ziman, rêveber û endamên partiyên siyasî û gelek welatî tev li komxebata li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê pêk hatî bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Rêveberê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Cahît Akil bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî pêk tên û banga xwedîderketina zimanê dayîkê kir.

Piştî axaftina Cahît Akil, komxebat bi beşa yekemîn û bi mijara “Di dîrokê de tekoşîna zimanê Kurdî û rist û mîsyona jinan” destpê kir. Di beşa yekemîn de Rêvebera DBP’ê ya Şirnexê mamoste Zuleyha Kara Îrmez li ser rist û mîsyona jinan a ji bo zimanê Kurdî axaftinek pêşkêş kir. Zuleyha Kara Îrmez diyar kir ku parastina zimanê Kurdî li malê bi hişmendiya dayîkê tê kirin û yên ku destûrê nadin polîtîkayên bişaftinê bi ser bikeve dayîk in.

Di beşa 2yemîn a komxebatê de mijara têkoşîna zimanê Kurdî ya hiqûqî û di hiqûqê de Kurdî hat nirxandin. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Şirnex Dîlan Elçî pêşkêşvaniya beşa 2yemîn kir. Parêzer Veysel û Serhat Îlhan derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Di axaftinan de hat diyarkirin ku li ser zimanê Kurdî astengiyên hiqûqî hene û divê ev astengî êdî werin rakirin.

Di beşa 3yemîn ya komxebatê de mijara di rêveberiyên xwecihî de stratejî û tekoşîna zimanê Kurdî hat axaftin. Nivîskar Mahsûm Bîlgîç, endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Azîze Tûran û Hevserokê DBPê yê Cizîrê Bager Aşkin bal kişandin ser pêkanînên qeyûman ên li ser zimanê Kurdî. Di axaftinan de hat gotin ku divê şaredarî di her qada jiyanê de xebatên xwe bi Kurdî bikin û şaredarî pirzimanî bin.

Di beşa 4’emîn ya komxebatê de mijara di tekoşîna siyaseta demokratîk de zimanê Kurdî hat nirxandin. Parlamemtera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî ya di siyasetê de û wiha axivî: “Salên dirêj in li ser siyaseta demokratîk qedexeya zimanê Kurdî heye. Ji avakirina Komara Tirkiye heya îro li ser zimanê me polîtîqayên bişaftinê tên meşandin.”

Newroz Uysal Aslan di dawiya axaftina xwe de got ku Rêber Apo di nivîs û pirtûkên xwe de gelekî girîngiyê dide ziman û dibêje roleke mezin di çareserkirina pirsgirêka Kurd de dikeve aliyê zimanê Kurdî.

Komxebat bi pirs û bersivandina pirsan bi dawî bû. Encamnameya komxebatê dê di rojên pêş de were eşkerekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbatên dîlgirtiyan ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne
Nûçeya Pişt re Li Hesekê protestoya destwerdana li dijî tabelayên Kurdî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

Wênevan Sarya Melek Demîr di pêşangeha xwe de ya bi navê "Fîncanek Ax" jiyan, berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Partî wê ji bo komîsyonê sibe bicivin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş partiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-FED) bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrişên li Rojava û Rojhilat şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?