Gelê Hesekê ji biçûk û mezin li pêşiya Qesra Edaletê çalakî kir. Gel rakirina nivîsên bi zimanê Kurdî ji ser tabloya Qesra Edlî şermezar kir.
Di çalakiyên de komên hunerî stranên bi zimanê Kurdî gotin, dîlan hatin gerandin.
Di çalakiyê de dayikan diyar kir ku zimanê Kurdî nasname û rûmeta wan e û ew dev ji zimanê xwe piştî salên dirêj ên têkoşînê bernadin.
Dayikan got, “Zimanê Kurdî bi fedakariyên şehîdan hatiye parastin, paşguhkirina wê nayê qebûlkirin. Em ê heta tesbîtkirina nivîsên Kurdî li ser tabloyên hemû saziyan çalakiyên xwe bidomînin.”
Çalakvanan da zanîn ku zimanê Kurdî ji dîrok û çanda herêmê ye û bang li aliyên eleqedar kir ku dev ji biryara rakirina nivîsên Kurdî ji ser tabloyan berdin.

