Pêncşem, 25 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baroya Colemêrgê: Di binçavkirin û girtinê de êşkence li du kesan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 75 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Şivan Zeren hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Turkay: Kovara Jiyana Ekolojîk ku weke hinceta girtina min hat nîşandan, derbasî girtîgehê bû!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bikaranîna narkotîkê bi zanebûn li Kurdistanê tê belavkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Du şaredar hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskar Şîvan Zeren ji ber kûpaya bi wêneyê Arîn Mîrkan hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya nobetê ya li Mexmûrê de peyama piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’
Rojane

Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

Li Şirnexê di pêvajoya doza Apro Dîrîl de, yê ku di lêpirsîna derbarê Şimoni Dîrîl û Hurmuz Dîrîl de hate girtin, peywendiyên wî yên bi telefonê derketin holê. Di qeydan de Dîrîl bi rengekî eşkere diyar dike ku ji dewletê re dixebite.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li gundê Mehle yê Şirnexê 7’ê Çileya 2020’an hevjînên hevdû Şimoni Dîrîl û Hurmuz Dîrîl ên Suryanî, winda bûn. Piştî 70 rojan cenazeyê Şimoni Dîrîl hate dîtin, lê hîna yê Hurmuz Dîrîl nehatiye dîtin.

Têkildarî bûyerê sala 2023’yan Apro Dîrîl hate girtin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Apro Dîrîl de, qeydên telefonê yên ayîdê mehên Nîsan û Gulanê yên sala 2020’an derketin holê.

Di qeydên telefonê de Apro Dîrîl dema bi hin kesan re dikeve nava peywendiyê, derdikeve holê ku ji dewletê re dixebite û tê fêmkirin ku Dîrîl ji bo xwe rizgar bike bi israr alîkariyê dixwaze. Hin kesên di qeydan de navê wan derbas dibin jî, tevî daxwazên bi israr ên parêzeran jî hîna nehatine dîtin û nehatine lêpirsînkirin.

Parêzerên malbata Dîrîl diyar kirin ku bûyer divê tenê li ser Apro Dîrîl neyê nirxandin, di bûyerê de hin kesên din jî hene. Parêzeran daxwaza lêpirsîneke din jî kir. Lê şandeya dadgehê ev daxwaz qebûl nekir.

Di qeydên telefonê yên ketine dosyayê de, tê dîtin ku Apro Dîrîl gelek caran bi Nazdar Hamo û Selîm Oztunç re gelek caran axivî ye. Tevî daxwaza parêzeran jî, Dadgehê 6 salan xwe negihand Nazdar Hamo.

Li gorî qeydên telefonê, Apro Dîrîl gelek caran alîkariyê ji Nazdar Hamo dixwaze û diyar dike ku ew ji dewletê re dixebite. Li gorî qeydên HTS’ê, ev hevdîtin navbera Şirnex û Stenbolê pêk tên.

‘EZ ZILAMÊ DEWLETÊ ME’

Di 24’ê Nîsana 2020’an de navbera Apro Dîrîl û Nazdar Hamo ev axaftin derbas dibe:

Apro: Ew çi kaxez e, parêzer ji dozgeriyê wergirtiye.

Nazdar: Derewan dikin, tiştek wisa nîne.

Apro: Di nava kaxezê de, li derdora me çiqas bûyer çêbûne Apro agahî daye dewletê. Min jî gotiye ku hikûmet zilamê xwe nade diyarkirin.

Nazdar: Dewlet ti carî zilamê xwe diyar nake.

Apro: Kurê min tevahiya nivîsê xwendiye û dîtiye ku di bin nivîsê de îmzeya min heye. Gotiye dewlet tiştekî wiha nake, jixwe ez zilamê dewletê me. Dewlet wê piştgiriyê nede min.

Nazdar: Walla dewlet wê heta dawiyê piştgiriyê bide me, tu dewletê nafiroşî.

AXAFTINEKE DIN

Piştî bûyerê çend mehên din, 26’ê Nîsana 2020’an jî Apro Dîrîl û Nazdar Hamo van tiştan diaxivin:

Nazdar: Min îro li cem Kemal behsa te kir. Kemal got, heta dawiyê em li pişt wî ne. Bila ti carî netirse. Bila neke derd, heta dawiyê em pê re ne. Em niha derbasî lêkolînê bûne, em ê bişopînin, gelo ruşvet dane.

Apro: Parêzerê kurê Hurmuzê çûye, ji Beytuşebabê ji dozgeriyê aniye.

Nazdar: Ji dozgeriyê aniye.

Apro: Wisa gotin.

Nazdar: Em dişopînin, lê me naveroka wê dîtiba, wisa fotokopî falan.

Apro: Zarokê min ê li Stenbolê xwest, neda.

Nazdar: Em ê bişopînin. Em ê ji Beytuşebabê bipirsin, li ser bisekinin.

Apro: Jixwe ez ZILAMÊ DEWLETÊ ME. Divê belgeyên wiha nîşanî ti kesê neyên dayîn.

Nazdar: Rast e.

Apro: Ez xemgîn dibim. Mesela ez dayîme BTO midûr, ew çiye. Wan jî înfaza min daye.

Nazdar: Eger kî kiribe, em ê bavêjin hundir. Ev sûcek e. (…) Em vê mijarê lêkolîn bikin, kî xiyanet kiribe em ê bibînin.

Apro: Temam, 6’ê Gulanê dadgeha min heye.

Nazdar: Hîna 3-4 roj mayîn, em ê bi dozgerê li wir re hevdîtinê bikin. Ez ê têkildarî vê mijara dadgehê bi Kemal re baxivim, ew ê jî ê bi dozger re baxive, em ê bêjin vê mijarê bigire.

HEVKARIYA BI DEWLETÊ RE, MÛHBÎRÎ

Têkiliya Apro Dîrîl a bi dewletê re, di qeydên telefonê de di axaftina bi Selman Oztunç re kirî de, derdikeve holê. Di qeydan de tê gotin ku Apro Dîrîl ev demek dirêje mûhbîrtiyê dike û lewma ji aliyê dewletê ve tê parastin, lê tevî vê jî hîna xwe di ewlehiyê de hîs nake.

Qeyda hevdîtina 4’ê Nîsana 2020’an bi vî rengî ye:

Selman: Apro, em roja borî axivîbûn.

Apro: Erê.

Selman: Fermandarê qelekolê got, em ê biçin wêderê, tiştek yan jî ciheke ku dizane yan jî jê bi guman e. Min jî got, çûye Hursî. Wî jî got, ez dizanim çûye Hursî. Weke cih tu kuderê dizanî, ji me re bêje.

Apro: Keşe (papaz) Remzî, bi Apoyiyan (Endamên BTO’yê) daye kirin, pere daye xwarin, bavê wî daye kuştin. Îfadeya min li cem Remzî ye, nîşanî milet dide.

Selman: Ez ê ji serbaz re bêjim, ev kaxez çiye bila bipirse.

Apro: Keşe Remzî gotiye, îfade li cem parêzer e. Ew ê jî bide dozger û wê min bavêjin hepsê. Ew kaxez nîşanî Dawûtê me dane, wê nîşanî rêxistinê jî bide. Gotiye, rêxistin wê bavê te bikuje. Min got, fotokopiya wê kaxezê bişînin, neşandin.

Selman: Serbaz got, li Apro bigere, gelo cihên xwe spartinê dizane?

Apro: Walla zilamê min li Şirnexê heye.

Selman: Ez zilamê te yê li Şirnexê dizanim, nas dikim.

Apro: Min ji zilamên li Şirnexê re got, nehatin. Min jî jixwe ji Halît re got.

Selman: Gelo ew jî li wan cihên ku tûp lê hene, ye?

Apro: Erê ew jî li wir in.

Selman: Te beriya niha gotibû, leşker hêzê li qadê datîne. Gelo ew çi bû?

Apro: Hinekan li vir Apoyî dîtine, lê nizanim çi kirin. Lê Apoyî derketine êdî.

Selman: Çend kes bûn?

Apro: Behsa deh (10) kesan dikirin, lê raste yan derewe nizanim.

Selman: Teqez derew e.

Apro: Heta ku ez bi çavê xwe nebînim, bawer nakim. Ez bibînim jixwe ez ê yekser agahî bidim Şirnexê û te jî. Jixwe di şeşê (6) vê mehê de li Amedê dadgeha min heye.

Selman: Wê dadgehê taloq bikin, ji ber vê vîrûsê.

APRO DÎRÎL ALÎKARÎ DIXWAZE

Di axaftina Apro Dîrîl a 2’yê Gulana 2020’an bi Selman Oztunç re kirî de, tê dîtin ku alîkarî dixwaze:

Apro: Dewletê divê ew kaxez nedaba wan, ez di nava zehmetiyê de me.

Selman: Parêzer jî, dozger jî wê mudaxile bike.

Apro: Kurê Hurmuzê got, parêzerê me ew kaxez ji dozgeriyê wergirtiye. Dewlet çawa wê kaxezê dide wî.

Selman: Temam, ez ê jî pirs bikim.

AXAFTINA 12’Ê NÎSANÊ

Di qeydên HTS’ê yên axaftina Apro Dîrîl a ku 12’ê Nîsana 2020’an bi Nazdar Hamo re kirî de, tê dîtin ku hin kes tên îxbarkirin:

Nazdar: Birayê min tu çawayî, çi dikî?

Apro: Başe walla. Min îro du kes dîtin, aslan genîn li wan deran e.

Nazdar: Li pişt kuderê?

Apro: Li pişt pira jorê min du kes dîtin.

Nazdar: Çûn kuderê, te nedît?

Apro: Ez ditirsim xwe nîşan bidim. Hîna li van deran e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Stranên Mizgîna Leheng bangawaziya azadiyê ye
Nûçeya Pişt re Koma pêncemîn a Efrîniyan gihîşt malên xwe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Myanmarê cuntaya leşkerî wê zêdeyî 6 hezar girtiyan berde

Li Myanmarê cuntaya leşkerî ragihand ku ji ber cejna neteweyî di çarçoveya efûya ku her…

Ji aliyê Stêrk TV

Zeyneb Mûrad: Divê Kurd ji bo çareseriyê li ber xwe bidin

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad di civîna çapemeniyê ya li Hewlêrê de anî ziman ku azadiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kantona Firatê ji bo şehîd Mihemed Qaso merasîmeke girseyî hat lidarxistin

Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîdê Hêzê Ewlekariya Hundirîn Mihemed Qaso ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Baroya Colemêrgê: Di binçavkirin û girtinê de êşkence li du kesan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zêdeyî 75 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar Şivan Zeren hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?