Malbatên dîlgirtiyan ên ku li Qada Jina Azad a bajarê Amûdê kom bûn ji bo aqûbeta zarokên xwe û berdana wan daxuyanî dan.
Malbatan û zarokên dîlgirtiyan pankartên “Em zarokên xwe dixwazin”, “Zarokên me berdin” hildan.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD’ê de jî 491 kes hatin berdan.

