În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi tonan darên ku li Bestayê hatin birîn bi kamyonan ji herêmê tên derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê Riza Altun hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li girtîgehên Îdir û herêma rojhilatê Deryaya Reş gelek binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Kaya piştî 27 salan hestiyên keça xwe wergirt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Broşura ji nirxandin û nivîsên Riza Altûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Meclisa Malbatên Şehîdan: Em dev ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bernadin
Rojava

Meclisa Malbatên Şehîdan: Em dev ji mafê perwerdehiya zimanê dayikê bernadin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku perwerdeya zarokan bi zimanê wan ê dayikê mafekî xwezayî û qanûnî ye ku bi berdêlên giranbiha hatiye bidestxistin. Meclisê banga kir ku tev li meşa di 14ˊê Gulanê de bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî û tevlêbûna meşa girseyî ya parastina ziman daxuyaniyek da. Di daxuyaniya li Stadyuma Şehîdên 12ˊê Adarê ya Qamişloyê hat dayîn de endamên meclisê amade bûn.

Di çalakiyê de pankartên “Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwendiyê sedema bi hêz a jiyanê”, “Dûrxistina ziman ji qada giştî û ji perwerdehiyê parçeyek ji ˋkomkujiya çandîˊ ye”, “Bila Kurdî bibe xwedî statu!” hatin hildan.

Endama Rêveberiya Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ayide Xelîl bi zimanê Erebî û Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê Diyar Hesen bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend.

Daxuyaniyê wiha ye:

“Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan, ji wê pîroziya ku bi xwîna keç û kurên me yên canê xwe fedayî azadî, rûmet û edaletê kirine hatiye avdan, tekez dikin ku têkoşîna me tu carî tenê ji bo manê nebûye; berovajî wê, ji bo bidestxistina mafên me yên hatine talankirin û parastina nasnameya me ya ku desthilatê bi dehsalan hewl dida tune bike, bûye.

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan), em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî tevahî gelê xwe dikin. Em destnîşan dikin ku ev roj ne tenê pîrozbahiyek asayî ye, lê belê sekineke bi rûmet e ku em tê de bi bîr tînin ku ziman rihê gelan, nasnameya hebûna wan û keleha dawî ya parastina nasnameyê ye. Îro, piştî derbasbûna 15 salan li ser destpêkirina Şoreşa Rojava, em dubare dikin ku yek ji armancên herî pîroz û girîng ên vê şoreşê, çespandina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bû wekî bingeha avakirina civakeke azad, û em ê tu carî ji vê armancê venegerin.

Li ser vê bingehê, em daxwaz û xalên xwe yên sereke ku nayên nîqaşkirin, ji raya giştî re radigihînin:

– Naskirina Destûrî: Em daxwaza naskirina zimanê kurdî di destûrê de wekî zimanekî fermî dikin. Sûriyeya pêşerojê li ser dûrxistina zimanên pêkhateyên din nayê avakirin. Fermîkirina zimanê kurdî vegerandina rûmeta dîrokê ye û gava yekem e ber bi peymaneke civakî ya rastîn ku wekheviyê garantî dike.

– Mafê Zimanê Dayikê: Perwerdeya zarokên me bi zimanê wan ê dayikê mafekî xwezayî û qanûnî ye ku me bi berdêlên giranbiha bi dest xistiye, û em ê di bin tu mercî de dest ji vî mafî bernedin. Perwerdeya bi zimanê dayikê yekane rê ye ji bo avakirina nifşên ku bi nasnameya xwe serbilind bin û li hember serdemê vekirî bin; ev berhema ku me bi xwîna şehîdan di nav 15 salên şoreşê de av daye.

– Pîroziya Navên Şehîdan: Me navên saziyên xwe yên zanistî û dibistanên xwe bi navên şehîdên xwe yên nemir kirine, da ku bîranîna wan ji bo nifşan bibe ronahî. Em bi eşkereyî radigihînin: Em rê nadin ku navên dibistanên me yên ku navên şehîdan hildigirin werin guhertin. Ev nav xeta me ya sor in û beşek ji bîra me ya pîroz in; her hewildanek ji bo destwerdana wan, kêrek e li rûmeta malbatên şehîdan dikeve.

Di encamê de; em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê, di dema ku em girîngiya jiyana hevbeş û yekîtiyê diparêzin, tekez dikin ku aştiya rastîn bi naskirina nasname û mafên pêkhateyan dest pê dike. Soza me ya ji bo şehîdan berdewam e û em ji mafên xwe tawîzan nadin.

Li ser vê bingehê, em bang li tevahî welatparêz û gelê xwe yê xwedî rûmet dikin ku tev li meşa mezin bibin a ku di dîroka 14.05.2026’an de bi rê ve diçe, meş ji Çerxerêya Qermotî saet 10:30 dest pê dike û heta Stadyom 12ˊê Adarê berdewam dike. Werin da ku em dengê xwe ji bo parastina ziman û nirxên xwe bilind bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî zimanê Kurdî” û “Serkeftin ji bo îradeya gelên azad e” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê
Nûçeya Pişt re Malbatên dîlgirtiyan ên Amûdê daxwaza berdana zarokên xwe kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

PÎK'ê qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anî û got, "Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gundewarê Qamişloyê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîş hat kirin

Li ser rêya Qamişlo-Hesekê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişek hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rageşiya Hindistan-Pakistanê zêde dibe

Hate ragihandin ku li Kaşmîrê her du hêzên nukleer Hindistan û Pakistanê bi çekên sivik…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîd Axîn Koçber hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên Şehîd Sema û Silav Ocalan bi merasîmekê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ne li dijî ti zimanî ne, lê mafê me ye ku em bi Kurdî bixwînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?