Tevgera Çand û Hunera Jinên Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) bi boneya 34`emîn salvegera şehadeta Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) û ji bo bîranîna şehîdên çand û hunerê yên Tevgera Azadiyê, li Bexçeyê Azadî ya bajarê Qamişlo merasîmê bîranînê li dar xist.
Li merasîmê endamên qada çand û huner, xwendekarê peymangehên çand û hunerê, şêniyên Cizîrê, hunermend û rewşenbîr amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê Hêvî Seyid axivî, behsa jiyana şehîd Mizgîn kir û da zanîn ku şehîd Mizgîn sembola jineke hunermend, şoreşgerî, fermandarî û pêşenga jina azad bû. Li welat û derveyî welat bi salan têkoşîn kir. Bi saya şehîdên Tevgera Azadiyê ew wekî gel gihiştine vê astê, divê ew jî nirxê şehîdan biparêzin.”
Hunermend Delîl Mîrsaz jî axivî û diyar kir ku li ser rêya şehîd Mizgîn bi sedan hunermendan rêya wê şopandin û gihiştin asta şehadetê. Şehîd Mizgîn mîrasa huner û dengbêjiya Kurd e. Bi rastî berdewama dengê dayîka xwedawend e, çavkaniya wê ji wê demê tê. Tişta ew niha jiyan dikin berhema keda şehîdan e. Ew bi têkoşîna xwe serbilind in û ew ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Li ser navê Tevgera Çand û Hunera Jinên Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd axivî û şehîdên Rojavayê Kurdistanê bi bîr anîn û destnîşan kir ku şehîd Mizgîn rastiya şoreşê bi hunera xwe da naskirin. Divê em bizanin çawa hunera xwe bi pêş bixin, niha êriş li ser Şoreşa Rojava heye, ji bo em bikarin xetên xwe yên sor ên di nava destkeftiyên şoreşê de biparêzin, pêwîst e şehîdên wan di bîra wan de bin.”
Piştî axaftinan senevîzyonek li ser hunermend Mizgîn û şehîdên qada çand û hunerê hate pêşandan.
Merasîma bîranînê bi gotina stranên şehîd Mizgîn ji aliyê Hunermendên Rojavayê Kurdistanê ve bi dawî bû.

