În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn
Çand û Hûner

Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

Hozan Şemdîn li bajarê Koln ê Elmanyayê konserek têr û tije pêşkêşî muzîkhêzan kir. Konser bi stran, şano û duetan di nav coşeke mezin de derbas bû. TEV-ÇAND û Koma Berxwedanê jî plakata “Spasiyê" dan Hozan Şemdîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Sibeha 14’ê Gulanê li bajarê Koln ê Elmanyayê baran dibarî. Li dora nîvro, carinan bahoz jî hebû. Lê, ber bi êvarê ve hewa aram bû. Her ku dema konsera Hozan Şemdîn nêzîk dibû, dinya baştir bû. Ewr belav bûn, hewaya sar winda bû û bayekî pir nermik destpê kir.

Konsera Hozan Şemdîn li salona Kulturbunkerê hate lidar xistin. Demjimêr bû 18:00 û muzîkhêzan der û dora Kulturbunkerê tije kirin. Di serî de endamên Koma Berxwedanê, stranbêj û muzîkjenên Kurd ên li eyaleta NRW’ê û bi sedan muzîkhêz beşdarî konserê bûn. Hola bi 250 kursiyan tijî bû û dibe ku du qat zêdetir mirov li ser lingan û derve man.

Konsera Hozan Şemdîn saet 20:00’an destpê kir. Yasîn Boyrak xêr hatina mêvanan kir û pêşî sînevîzyona Farûk Sakik hate nîşandan. Sînevîzyon, li ser jiyan û berhemên hunerî ya Hozan Şemdîn bû. Sakik sînevîzyonek têr û tije amade kiribû. Muzîkhêzan bi bêdengî li sînevîzyonê temaşe kirin û di dawiya sînevîzyonê de bi hezkiriyek mezin çepik lêxistin û tilîlî lîlandin.

MUZÎKJENÊN KONSERÊ

Piştre Yasîn Boyraz yek bi yek muzîkjenên konserê vexwendin ser dike. Li konserê hevkarên Hozan Şemdîn ev bûn: Yasîn Boyraz (Amûrên Bayî), Alî Îkîzer (Tembûr), Mazlûm Rewşen (Gîtar), Mûrat Bakrak (Perkusyon), Memo Yapiştiran (Ud û tembûr) û Ozan Olgûn (Amûrên Bayî).

Dema ku muzîkjenan cihê xwe girtin vêca Yasîn Boyraz, Hozan Şemdîn vexwend ser dikê.

KONSERÊ DESTPÊ KIR

Hozan Şemdîn bi muzîkek zindî derket ser dike û hat pêşiya guhdaran û ev stran pêşkêş kir: “Destûr nadim naxwazim / Axa me nabe pêşkêş / Bi sond û peyman / Hey Kurdistan / Welatê Kurdan / Hêlîna şêran / Tu her bijî / Serbixwe azad.” Dema ku stran qediya muzîkhêzan bi deqeyan bi dengê çepik û tilîliyan salon hejandin.

Hozan Şemdîn xêr hatina hemû mêvanan kir û got: “Em konsera xwe di nav meha Gulanê de lidar dixin. Gulanê meha şehîdan e. Em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dîsa sibê roja zimanê dayikê ye. Vê mehê Amedspor jî bû şampiyon. Li gelê me pîroz be. Dibe ku cihê me teng be lê bila dilê me fireh be. Hûn bi xêr hatine û ser seran û ser çavan hatine.”

Konsera Hozan Şemdîn du beş bûn û bi giştî sê saetan ajot. Mamoste, têr û tije nêzî 20 stran pêşkêşî guhdaran kir. Di nav de hem stranên dengbêjî hebûn û hem jî stranên wekî “Dayê”, “Hezar Hezar”, “Lê Amedê” û hwd. hebûn.

Hozan Şemdîn piştî her stranek axaftinek jî kir. Axaftinên Hozan Şemdîn li ser çand, huner, kevneşopî, ziman û dengbêjiyê bûn. Wekî mînak, ji bo dengbêjiyê got: “Dengbêjî stûna çanda Kurdî ye. Dagirkeran bi hezaran stranên me birin lê wan nekarî stranên dengbêjiyê wergerînin ser zimanê xwe.”

SPASIYA STÊRK TV

Di konserê de, bi dehan kesan, ku piraniya wan zarok û dayik bûn, guldesteyên gul dan Hozan Şemdîn. Li ser navê Stêrk TV’yê Rojnamevan Geşbûn Kara jî beşdarî konserê bû û wê jî guldesteyek pêşkeşî Hozan Şemdîn kir.

Hozan Şemdîn di navbera 1998 û 2018 di nav weşanên Med TV, Medya TV, Roj TV û Stêrk TV’yê bernameyên dengbêjiyê amade kir.

Hozan Şemdîn got: “Sala 95’an dema ku televîzyon ava bû em matmayî man. Me got Kurd û televîzyon. Lê îro şikûr bi sedan televîzyonên Kurdî hene.”

Geşbûn Kara jî axivî û got: “Ez çil saliya hunerî ya Mamoste pîroz dikim. Em gelek kêfxweşin ku tu bû mêvanê ekranên me. Em gelek kêfxweşin ku em bi stranên te mezin bûn û em bûn xwediyê dengbêjiya te. Em spasiya te dikin, ji bo keda te ya di nav çapameniya azad de.”

ŞANOYA AMELE Û DUETA CEWAD MERWANÎ

Hozan Şemdîn di nav konserê de stranên gelerî jî gotin. Yek ji wan “Ka Bûka Min” bû ku stranek ji herêma Serhedê ye. Hozan Şemdîn ev stran bi dehan sal berê li ser kaseta xwe gotibû û navê kaseta sêyemîn jî “Ka Bûka Min” e.

Lê doh bi şev taybetmendiya vê stranê ji bo guhdaran cuda bû. Ji ber ku vê stranê Mamoste Amele û Hozan Şemdîn wekî lîstikek şano bi hev re gotin.

Di nav konserê de cihekî herî balkêş jî dueta Hozan Şemdîn û Cewad Merwanî bû. Bi hev re beşek ji destana “Metran Îsa” gotin. Her du stranbêjan li gorî stîla xwe stran pêşkêş kirin. Civat germ bû û bayê dengbêjiyê di nav hola konserê de geriya. Di nav konserê de Hozan Şemdîn û Narînxanê jî stranek gelerî bi hev re gotin.

Du hezkiriyên Hozan Şemdîn, ku navê wan Şahîn û Zeynel bûye, ji bo konserê kar kirine. Sponsor kom kirine û bîlet belav kirine. Hozan Şemdîn, Şahîn û Zeynel vexwendin ser dikê û spasiya wan kir. Şahîn û Zeynel jî axivîn û ji bo keda wî spasiya Hozan Şemdîn kirin.

XELATA SPASIYÊ

Xeberê Hozan Şemdîn tune bû lê TEV-ÇAND û Koma Berxwedanê ji bo Hozan Şemdîn plakata “Spasi”yê amade kiribûn. Ji ber ku Hozan Şemdîn di sala 1986an de yekemîn kaseta xwe derxistibû. TEV-ÇAND û Koma Berxwedanê xwestin ku 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn li ser dikê pîroz bikin.

Di nav konserê de bi navê TEV-ÇANDê Sinan Asya û bi navê Koma Berxwedan jî Xelîl Xemgîn vexwendin ser dikê. Herdu bi plakatan hatin ser dikê. Sinan Asya û Xelîl Xemgîn axaftinên kurt kirin û 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn pîroz kirin û li ser navê sazî û komê spasiya Hozan Şemdîn kirin.

Piştî xelatdayînê Hozan Şemdîn jî spasiya TEV-ÇAND û Koma Berxwedanê kir û got: “Hevalê Mehmet Xeyrî Durmuş gotibû: ‘Li ser kevirê gora min binivîsin: Ew di nav deynan de mir.’ Em çiqas kar bikin jî kêm e. Em deyndarê şehîdên xwe, gelê xwe û welatê xwe ne.”

Konsera Hozan Şemdîn di derengiya şevê de bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê
Nûçeya Pişt re ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Avcı: Divê dewlet bilez gavên pêwîst biavêje

Nivîskar Veysel Avcı, daxuyaniya vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku berpirsiyariyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Zanyarên olî ji bo Rojava nerazîbûn nîşan dan: Divê her mislimanek berpirsyarî bigire

Komeleya Zanyarên Olî ya Enqereyê (DÎADER), êrîşê komên HTŞ/DAÎŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk ên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a PYD’ê ji bo rakirina dorpêçê bang kir

Meclîsa Jinan a PYD'ê ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û vekişîna hêzên hikumeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?