Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê, bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û daxwaz kir ku zimanê Kurdî di qadên giştî û saziyên fermî de bi azadî were bikar anîn.
Daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê bi vî rengî ye:
“Em 15’ê Gulanê ya ku bi têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd dest pê kir û îro li hemû cîhanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin, di demeke dîrokî de pêşwazî dikin. Pêvajoya ku di sala 1932’yan de li Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest pê kir, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîn û pêşxistina zimanê Kurdî yê ku gelê Kurd bi salan jê bêpar hatibû hiştin, nîşana serdemeke girîng e.
Ziman; bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in. Zimanê dayikê, nîşana herî xurt a nasnameya gelan e. Ji ber vê yekê, azadiya ziman ne tenê mafekî çandî ye, di heman demê de bingeha jiyaneke wekhev, demokratîk û mafê beşdariya siyasî ye.
Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye. Lê ji ber polîtîkayên yekperest û cudaxwaz ên netew-dewletan bi salan di bin zextê de maye û bi milyonan mirov ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin. Nenasîna mafê zimanê dayikê, îro jî wekî yek ji sedemên herî girîng ên pevçûnên civakî berdewam dike. Aştiya civakî tenê bi xurtkirina nirxên demokratîk û lihevkirina civakî pêkan e.
Naskirina mafê perwerdeyê yê ku gelê Kurd li Sûriye/Rojava bi têkoşînê bi dest xistiye û pêşdebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne. Misogernekirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jiyana hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn jî rîskeke mezin dihewîne. Banga jiyana hevpar a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, ji bo ku gel li ser zemîneke wekhev û demokratîk di xaleke hevpar de bicivin, perspektîfeke dîrokî pêşkêş kiriye.
Li ser vê bingehê:
TBMM wekî pêdiviya lihevkirina civakî, divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî jêneger e, bixe bin ewlehiyê;
Divê bikaranîna Kurdî di qada giştî û saziyên fermî de bê dabînkirin.
Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî daxwaza me ya herî rewa û mafê gelê Kurd ê xwezayî ye. Gelekî ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikeve, di heman demê de nasname, bîr û siberoja xwe jî diparêze.
Di vê roja watedar de, em bang li hemû jin, ciwan, kedkar û ronakbîran ên ku ji bo ziman, çand û nasnameya me têdikoş in dikin ku em bi hev re bibin hêza avaker a civaka demokratîk, berpirsiyariyê bigirin ser xwe, li dora “zimanê dayikê” ku nirxekî hevpar ê civaka demokratîk e bicivin, civakîbûnê bihûnin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Bi dirûşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî û gelê Kurd pîroz dikin. “

