Şandeyeke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi serokatiya John Ratcliffe li Havanayê, bi rayedarên Kubayê re civiya. Rayedarên Kubayê, diyar kir ku armanca civînê baştirkirina diyaloga siyasî di navbera her du welatan de ye.
Teşkîlata Îstixbarata Navendî (CIA), têkildarê hûrguliyên civînê tiştek parve nekir, tenê li ser hesabên xwe yên medyayê wêne weşandin. Hat ragihandin ku berpirsê îstixbarata Kubayê Ramon Romero Curbelo jî di civînê de amade bû.
Rayedarên Kubayê, ragihandin ku ji sala 2016’an û vir ve ev serdana yekem a balafireke DYE bo Kubayê pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku, aliyan tevî aloziyên siyasî yên demdirêj jî hevdîtinan berdewam kirin.
Rayedarê Kubayê got ku agahiyên ku ji şandeya DYE re hatine dayîn nîşan didin ku Kuba ji bo Emerîkayê gefê çênake.
Serokê DYE Donald Trump, berê Kubayê wekî “gefeke awarte” ji bo DYE bi nav kiribû.
Hat destnîşankirin ku, Kuba ji ber cezayên DYE û ambargoya petrolê krîzeke enerjiyê ya mezin dijî.

