Malbatên dîlgirtiyan ên ji Qamişloyê çalakiyên bi armanca berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji Çileyê ve dîl in didomînin.
Bi dehan malbatên dîlgirtiyan li Qada Şehîdên Qamişloyê kom bûn, wêneyên zarokên xwe rakirin, bangên “em zarokên xwe dixwazin”, “zarokên me berdin” kirin. Çalakî veguherî xwepêşanê li tevahî kolanên Qamişloyê geriyan.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatine berdan, ji girtiyên hikumetê yên ligel QSD’ê de jî 491 kes hatin berdan.

