Di daxuyaniya nivîskî de, hat gotin ku betalkirina hilbijartina Ozgur Ozel ji bo Seroktiya Giştî ya CHP’ê û biryarên ku di kongreyê de hatine wergirtin, li dijî hiqûqê ye.
Hat diyar kirin ku biryara navborî şêwayek ‘zexta destûrî û zordariya sîstematîk’ ya li dijî muxalefetê ye.
Rêxistinê, her wiha da zanîn ku di serî de Ekrem Îmamoglu, gelek şaredarên muxalîf hatine hedef girtin.
Sosyalîst Enternasyonalê anî ziman ku li Tirkiyeyê desthilata hilbijartinên xwecihî yên partiyên siyasî ne di destê dadgehan de ye, tenê di destê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) de ye. Di daxuyaniyê de, hat gotin ku YSK’ê hilbijartina Ozgur Ozel erê kiriye.
Di daxuyaniyê de, hewldana ji kar dûrxistina Ozgur Ozel bi rêya serokatiya wî ya berê ya partiyê wekî “derbeyek li dijî pergala demokratîk a Tirkiyeyê” hat binavkirin.
Di daxuyaniyê de, hat gotin, “Em bi Ozgur Ozel û rêveberiyên hilbijartî yên CHP’ê re di nava hevgirtinê de ne.”

