Hejmara mirinên ji ber şewba Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê gihîştiye 204 kesan. Wezareta Tenduristiyê, ragihand ku heta niha 867 bûyerên gumanbar hatine tespîtkirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî (WHO), berê 750 bûyerên gumanbar û 177 mirinan ragihandibû.
Şewbeyeke nû ya ji ber cureya Bundibugyo ya vîrusa Ebolayê di 15’ê Gulanê de hate ragihandin. Pispor, destnîşan dikin ku ji bo vê cureyê tu dermankirineke taybetî ya pejirandî tune.
Tê gotin ku navenda şewbê parêzgeha Ituri ye û paşê li parêzgehên Bakurê Kivu û Başûrê Kivu belav bûye. Ji ber pevçûn û komên çekdar ên li herêmê, rê li ber xebata tîmên tenduristiyê tê girtin.
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Yekîtiya Ereb CDC’ê Jean Kaseya, hişyarî da ku xetereya belavbûna şewbê li 10 welatên Efrîkayê heye.
Ji ber şewbê, li hin parêzgehan merasîmên cenazeyê hatine qedexekirin, kombûn û veguhastin jî hatiye sînordarkirin. Rwanda, her wiha qedexeyên ketinê û tedbîrên karantînayê ji bo biyaniyên ku ji Kongoyê tên bicîh aniye.

