Li girtîgeheke li bajarê Barînas ê li rojavayê Venezuelayê, bi sedan girtî rabûn serhildanê.
Girtî derketin ser banê girtîgehê û pankartên “SOS”, “Êşkence li me tê kirin” û “Dawî li êşkenceyê bînin” daliqandin. Hat dîtin ku hin girtiyan rûyê xwe pêça ye.
Li gorî nûçegihanên AFP’ê, dûmana zêde ya ji Girtîgeha Barînas bilind bû, bal kişand. Hat diyarkirin ku girtiyan çarşaf dane ber agir. Derdora girtîgehê jî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
‘ELEKTRÎKÊ DIDIN, AVA SAR DIRÊJIN’
Xizmên girtiyan ên li ber girtîgehê kom bûne jî, îdîayên êşkenceyê anîn rojevê.
Yelitza Arrollo diyar kir ku bi rojane agahî ji kurê xwe nagire û got, “Gardiyan muameleya xirab li girtiyan dikin. Lê dixin, eleketrîkê didin, ava sar li ser wan dirêjin.”
1300 GIRTIYAN DEST BI GREVÊ KIR
Rêxistina mafên mirovan a bi navê Navenda Çavdêriya Girtîgehan a Venezuelayê (OVP) ragihand ku nêzî 1200 mêr û zêdeyî 100 jinên girtî, dest bi grevê kirin.
OVP’ê îdîa kir ku bi rojane girtî rû bi rûyê muameleya xirab dimînin û hêzên ewlekariyê bi gaz û çekê mudaxileyî protestoyan kir.
Girtîgehên Venezuelayê ev demek dirêje ji ber qelebalixiyê, şert û mercên jiyana xirab û binpêkirinên mafên mirovan dibin rojeva saziyên navneteweyî.

