Lêgerînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, herî kêm digihije 30 salan. Têkildarî vê yekê hem bi dewleta Tirk re hem jî bi şandeyên navneteweyî re gelek hevdîtin pêk anîn. Yek ji van hevdîtinan jî protokoleke ku bi şandeyeke navneteweyî re hatî çêkirin e ku di raya giştî de zêde nayê zanîn. Li ser vexwendina Rêber Apo şande 25-26’ê Gulana 1996’an çû Şamê; di şandeyê de alîkarê serokatiya wê demê ya Yekîtiya Bijîjkên Navneteweyî ya ji bo Astengkirina Şerê Nukleer (IPPNW) Prof. Ulrich Gottstein, pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech, profesorê siyasetê Ulrich Albrecht û midûrê giştî yê Medico, Hans Branscheidt cih girtin. Li Şamê qasî 2 rojan ev şande bû mêhvanê Rêber Apo, di encama hevdîtinan de belgeya protokoleke wiha hate amadekirin û îmzekirin. Wê demê di belgeyê de têkildarî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Tirkiye û Elmanyayê bang hatin kirin û daxwaz hebûn, tevî 30 salên derbas bûyî jî ev daxwaz û bang nûbûna xwe diparêzin. Rêber Apo her gava ji bo çareseriyê bi erênî pêşwazî kir, lê dewleta Tirk û hêzên navneteweyî di nuqteya neçareseriyê de patînajê dikin.
‘PIRSGIRÊKA TIRK’
Weke “pirsgirêk” pênasekirina Kurdan, nêzîkatiyeke ji dervey sînorên Kurdistanê hatiye pêşxistin. “Pirsgirêk” bi Kurdan re tê sînordarkirin, lê dema em bifikirin ku di pêvajoya belavbûna Împaratoriya Osmanî de li ser vê erdnîgariyê polîtîkayên berjewendiyê di encama sazîkirinê de hatine pêşxistin, mijar digihije asteke cuda. Kurdan li dijî van nêzîkatiyên ku ji derve de hatine ferzkirin li ber xwe daye, serî hildaye û ji bo çareseriyê ketiye nava hewldanê. Bi taybetî bi Peymana Lozanê ya 1923’yan re erdnîgariya Kurdistanê li ser esasê polîtîkayên “parçe bike û rêve bibe” weke “pirsgirêkek” hate kodkirin. Li ser bingehê modela netew-dewletê avakirina Komara Tirkiyeyê û di çarçoveya asîmîlasyona nasnameyên etnîk û çandî de pêşxistina vê pêvajoyê, rewşa herî bi pirsgirêk a meseleyê ava kir. Di vê pêvajoyê de “Tirkîtî” weke nasnameya esas hate ferzkirin. Mesele ji rewşa xwe ya “Pirsgirêka Kurd” derket û weke “Pirsgirêka Tirk” şêwe girt; nasnameya Kurdan, ziman û çanda wê di pêvajoyê de hate qedexekirin. Serhildanên mîna Şêx Seîd, Koçgirî û Agirî yên salên 1920 û 1930’an, li dijî van polîtîkayan pêş ket.
PIŞTEVANIYA DOSTAN
Bi nêzîkatiya “tundî di tekela dewletan de ye” têkoşîna hebûnê ya Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve hate çewisandin, ev têkoşîn di asta navneteweyî de hate krîmînalîzekirin. Mînakên herî bi pirsgirêk a vê nêzîkatiya ku di têkilî û siyaseta navneteweyî de mexdûr veguherande faîl, li Ewropayê û bi taybetî jî li Elmanyayê pêş ket. Li dijî vê helwesta dewletan, piştevaniya dostên gelê Kurd jî ti carî kêm nebû. Li Elmanyayê 26’ê Mijdara 1993’yan bi hinceta qedexekirina fealiyetên PKK’ê, daxwazên Kurdan ên ji bo maf rû bi rûyê krîmînalîzasyoneke sîstematîk man.
‘DOKTORÊ AŞTIYÊ GOTTSEIN’
Prof. Dr. Ulrich Gottstein ê ku salên dirêj aktîvîstiya aştiyê kiriye, yek ji van mirovên mînak ê ku piştgirî da gelê Kurd bû. Gottstein ji bo rakirina qedexeya PKK’ê û Kurd bigihijin mafên xwe têkoşiya. Dema ku di bin sîwana Rêxistina Elmanya ya IPPNW de ku serokê wê yê rûmetê bû, fealiyet dimeşand; bi Prof. Normanc Paech, Prof Ulrich Albrecht û H. Branscheidt re di meha Gulana 1996’an de li Şamê serdana Rêber Apo kiribûn. Serokê Rûmetê yê IPPNW Ulrich Gottstein ê ku sala borî 30’ê Kanûnê di 99 saliya xwe de wefat kir, weke “doktorê aştiyê” jî dihat bîranîn.
‘SILAVÊN MIN JI ABDULLAH OCALAN RE BIŞÎNIN’
Gottstein ji xeynî xebatên aştî û tibî li Elmanyayê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê û ji bo Kurd bigihijin mafên xwe, piştevanî raber kir. 17’ê Cotmeha 2014’an dema DAÎŞ’ê êrîş bir ser Kobanê, ez vexwendim semînereke li mala xwe. Dema ku min li wir nêzî 40 doktoran dît, ez şaş mabûm. Ew şeva ku kelecan û piştevanî bi hev re derbas dibû, Ulrich Gottstein hevdîtina ku li Şamê bi Rêber Apo re pêk anîbû jî vegot. Weke şexsî û sazîbûnê me kengê piştevanî û şêwirmendî ji Gottstein xwestibe, em qet bêbersiv nedihiştin. Navbera salên 2018-2019’an di pêvajoya greva birçîbûnê de ya ku bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo hate meşandin, ji bo nîqaşkirina tiştên ku divê bên kirin bi hevalekî xwe re em çûn serdana wî. Me têkildarî gelek mijarên cuda nîqaş kir. Gotibû, “Ez ê werim bîra wî nizanim, lê eger şert û merc hebin silavên min ji Abdullah Ocalan re bişînin.” Her çendî ku piştî greva birçîbûnê hin hevdîtinên parêzeran çêbibin jî, di salên tecrîd kûr bû û dewam kir de ji bo şandina silavan şert û merc çênebûn. Di hevdîtina me de got, “Abdullah Ocalan lîdereke ku ji çareseriyê re pir vekirî ye” û hevdîtina ku 1996’an li Şamê bi Rêber Apo re pêk anî, car din vegotibû.
BELGE ÇAWA DERKET HOLÊ?
Gottstein di nîqaşa me de, diyar kir ku Rêber Apo dewleta Elman vexwendiye ku polîtîkayên ji bo çareseriyê pêş bixe, li Elmanyayê Kurd xwe li gorî hiqûqê birêxistin bikin û got ku metneke ku mijarên din jî di nav de hene îmze kiriye. Dema ku me jê pirsî we çi bi belgeyê kir, wî got, “Belgeya ku Abdullah Ocalan îmze kir, piştî vegera ji Şamê, min radestî Wezîrê Karûbarên Derve yê Elmanyayê kir. kopiyek wê jî di arşîva min de ye.” Li gorî belgeyê, Rêber Apo wê demê jî banga înîsiyatîfên aştiyane li saziyên navneteweyî dikir. Ev belgeya ku 30 sal berê hatiye îmzekirin, hê jî di çarçoveya têkoşîna Kurdan de aktual e. Tevî polîtîkayên Tirkiye û Elmanya ku di 30 salên bihurî de bêçareseriyê domandine jî, nêzîkatiya çareserîxwaz a Rêber Apo mîna berê hîn jî girîng maye. Di Mijdara bihurî de, min xwest serdana wî bikim û kopiyek ji belgeyê bistînim. Lê belê, civîn ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran hate paşxistin. Piştî mirina wî, belge ji nav dosyayên ku ji hêla malbata wî ve hatine arşîvkirin ji min re hate şandin.
NORMAN PAECH: HÎN JÎ GIRÎNGIYA XWE YA ROJANE DIPARÊZE
Norman Paech parêzerekî 88 salî û profesorekî teqawît ku li Zanîngeha Hamburgê di beşa zanistên siyasî û hiqûqa giştî de kar dikir û di gel Ulrich Gottstein di şandeyê de bû, got ku ew hevgirtina xwe ya bi gelên bindest bi taybetî bi gelê Kurd re berdewam dike. Paech, wiha behsa helwesta xwe ya hevirtinê kir, “Me hevgirtin xistiye navenda jiyana xwe. Digel Ulrich Gottstein û hevalên me yên din, em li kêleka gelê Kurd û têkoşîna wan a ji bo azadiyê sekinîn û em ê vê sekna xwe berdewam bikin.”
BELGEYA HEVDÎTINÊ
Norman Paech bi vî rengî behsa çavdêriya xwe ya ji bo serdanê kir, “Dema ku ez û Ulrich Albrecht, Ulrich Gottstein di Gulana 1996’an de ji bo serdana Abdullah Ocalan ber bi Şamê ve bi rêketin, PKK’ê mîna îro ji hêla siyaset, medya û dadwerî ve wekî ‘rêxistineke terorîst’ dihat binavkirin û serokê wê yê bênîqaş Ocalan wek ‘terorîst’ dihat hesibandin. Raya giştî ya Elmanyaya Federal (rojava) bi taybetî li hember tevgerên rizgariyê yên li Efrîkayê tu carî sempatiyeke mezin nîşan neda. Hemû serokên wekî Nelson Mandela, Sam Nujoma, Agostinho Neto an jî Luis Cabral heta ku rejîmên zordariya mêtinger têk birin û rêveberiya welatên xwe yên nû serbixwe bi dest xistin wekî ‘terorîst’ dihatin hesibandin. Ji ber vê yekê wê demê (mîna îro) bi rêxistinên bi vî rengî yên ‘terorîst’ re têkilî danîn xeternak bû. Ji ber vê yekê Serokê IPPNW’ê Ulrich Gottstein, guncav nedît ku ev peyamek siyasî be ku li ser navê rêxistinê were şandin û xwest veşartî bimîne. Ji bo vê jî hurmet hat nîşandan. Ulrich Gottstein ramanwerekî wêrek û serbixwe bû û wî ramanên Abdullah Ocalan li ser aştî, wekhevî û siberoja gelê Kurd bê alî girt dest. Di dawiyê hevdîtinê de metneke kurt bi îmzeya Abdullah Ocalan amade kir. Ev belge ji bo wî weke delîl bû û navaroka wê nîqaşa me ya li ser aştî, serxwebûn, wekhevî û siberoja gelê Kurd bû.”
DU BIRYARÊN ABDULLAH OCALAN…
Paech, diyar kir ku Abdullah Ocalan wê demê du biryarên girîng girtine: yek dev ji armanca dewleteke serbixwe ya Kurdî berdan û ya duyem dev ji têkoşîna çekdarî berdan bû û got, “Ji niha û pê ve, armanc divê otonomî û xwerêveberî di nav sînorên her dewletekê de be. Ev her du biryar ji nêz ve bi hev ve girêdayî bûn.
Abdullah Ocalan gihîştibû wê encamê ku gelê Kurd, li çar dewletan (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) belav bûye, hîn hestek hevpar a nasnameya neteweyî pêş nexistiye û ji ber vê yekê hîn ji bo dewletek hevpar negihîştiye. Ev nêzîkatî di dawiya salên 1970’an de bi biryara Rêxistina Yekîtiya Efrîkayê (OAU) re jî hevdem bû. OAU gihîştibû wê encamê ku armanca çarenûsê ya ku ji hêla hiqûqa navneteweyî ve tê garantîkirin, divê êdî ne ber bi veqetîn û avakirina dewleteke serbixwe ve be, lê belê ji bo misogerkirina otonomî û rêveberiya xweser di nav sînorên mêtinger ên berê de be.
Jixwe Ocalan nêzîkatiya netewdewletê ya klasîk a Ewropayê red dikir û parastina konfederasyona gelên serbixwe dikir. Her wiha telûkeyên ku ger Kurdên li çar perçeyan ji bo dewleteke hevpar rabin ser piyan aşitî û ewlehî wê rû bi rû bimînin jî dît. Abdullah Ocalan ev nêzîkatiya pêşverû ya bi temamî berê xwe dida aşitiyê bes di hevdîtina girîng a li gel me de neanîbû ziman. Ev nêrîn bi awayekî zêde ji aliyê tevgera Kurd ve jî dihatin îfadekirin. Lê belê çapemeniya Ewropayê û hikûmetên Ewropayê guh nedan vê yekê. Ji ber ku ev nêzîkatî li dijî polîtîkayên girêdayî têkiliyên nêz yên li gel Tirkiyeya hevalbendê NATO’yê bûn.
Qet nebe Ulrich Gottstein ji vê nêzîkatiyê bandor bûbû û plan dikir ku di navbera IPPNW’a Elman saziya Tirkiyeyê ya weke wê de têkiliyên nêz werin avakirin. Di seredana ewil ya ji bo Tirkiyeyê de ez jî pêre bûm. Lê belê em bi eleqeyeke sînordar û fediyok re rû bi rû man. Dîsa jî venekişîna IPPNW’ê bi saya wî çêbû û di nava salan de karî li gel civaka Kurd û aktîvîstên ji bo mafên mirovan û aşitiyê têdikoşin seredanên beramber, seyahetên dostane bike û têkiliyên nêz ava bike. Bi taybetî Dr. med. Gisela Penteker di vê mijarê de xwedî kedeke mezin e û bi vî awayî fikr û xebatên Ulrich Gottstein domandin.’’
***
VAYE PROTOLOLA DI NAVBERA RÊBER APO Û HEYETÊ DE
Em wergera belgeyê ya Tirkî weke wê diweşînin:
Hevdîtina li gel Sekreterê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan.
26.05.1996, Şam
Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje: ‘’Em dixwazin şerî bi dawî bikin lê belê artêşa Tirk êrîşên xwe didomîne.’’ Pfingsten (Hamsin) van gotinan roja Şemiyê di hevdîtina li gel zanyarên Elman de tîne ziman ku di hevdîtina berbehs de Profesorê Siyasetê Profesörü U. Albrecht, U. Gottstein ê ji IPPNW’ê, Profesorê Hiqûqa Raya Giştî N. Paech û Gerînendeyê Giştî yê Medico Internationalê Hç Branscheidt jî amade bûn. Ocalan diyar kir ku PKK ne li dû cudaxwaziyê ye. Anî ziman ku dewleteke Kurdan a serbixwe ji aliyê aboriyê ve nikare li ser piyan bimîne û ‘wê rê li ber şerekî ku zêdetirî sed salan berdewam bike, veke.’ Got ku armanca wî li gel wekheviyeke tam a civakî û siyasî ya Kurdan a di nava demokrasiyeke federal de û xweseriya çandî ye. Diyar kir ku bi vî awayî ew dikare li dewletên din ên li Rojhilata Navîn ên ku Kurd lê dijîn ‘pireke federasyonê’’ ava bike.
Ocalan, weke yên li Komara Elman a Federal saziyên demokratîk bi awayekî eşkere bi erênî nirxand. Anî ziman ku sempatîzanên PKK’ê bi awayekî teqez berpirsiyar in ku li gorî pergala hiqûqa dewletên demokratîk ên lê dibin mêvan tev bigerin.
Ocalan bi israr daxwaz kir ku berpirsiyarên wê her kî jî bin divê sûcên şerî yên li Tirkiyeyê li pêşiya dadgeheke navneteweyî di çarçoveya hiqûqa cezayî de werin darizandin. PKK’ê berovajî Tirkiyeyê 1’emîn Protokola 1977’an a Peymana Cenevreyê ya 1949’an îmze kiriye. Ocalan diyar kir ku bi awayekî teqez li dijî saziyên sivîl êrîş nayên kirin. Ani ziman ku divê komkujiyên li ser sivîlên Kurd ên berdewam û valakirina gundan ji aliyê dadgehên mafên mirovan ên navneteweyî yên weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve bên darizandin.
PKK, ji bo avakirina diyalogeke navneteweyî ya eşkere hewl dide û diyar dike ku ji bo vê yekê rêbaza herî baş lidarxistina konferanseke aşitiyê ya bi mijara Kurdistanê ye. Weke pêvajoya aşitiyê ya di navbera Rêxistina Rizgariya Filistînê û Îsraîlê de hêvî dike ku bi qasî pêkan be navbeynkariyeke navneteweyî roleke çalak bilîze.
Herî dawiyê Birêz Ocalan anî ziman ku hikûmeta Tirk mixabin ku bersiv nedaye agirbesta PKK’ê ya Kanûna 1995’an.
Ez erê dikim ku beyanatên min ên sereke bi awayekî rast hatine neqilkirin.
A.Ocalan, 26.5.1996- Îmze”
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

