Çarşem, 14 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Aba: Azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!
Rojane

Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

Engîn Sever diyar kir ku pêvajoya hiqûqî û siyasî ya derbarê Rêber Apo di qonaxeke krîtîk de ye û destnîşan kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê rast nêzî ‘mafê hêviyê’ bibe. Sever banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Ji bo azadiya Rêber Apo kampanya û xebatên li qada navneteweyî, dewam dikin. Ev xebatên ku demek dirêje didomin, li ser esasê banga ji bo “mafê hêviyê” zêde bûne.

Tê payîn ku meha Hezîranê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî “mafê hêviyê” yê ji bo Rêber Apo, hevdîtinê bike. Biryara ku di vê çarçoveyê de were girtin, ji bo siberoja çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e.

 

Yek ji saziyên ku di vê qadê de xebat dimeşîne, Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) e ku xwedî bi sed hezaran endaman e. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever ku ji bo “mafê hêviyê” li gelek bajarên Ewropayê çalakiyan lidar dixe, têkildarî mijarê ji ANF’ê re nirxandin kir.

Sever bi bîr xist ku Rêber Apo ji sala 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û got, “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014’an biryara mafê hêviyê da. Tevî wextê derbas bûyî jî, mixabin ev biryar hîn jî nayê bicihanîn. Li hemberî vê yekê têkoşîna gelê Kurd û dostên wê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan, ti carî nerawestiya.”

Sever destnîşan kir ku bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an têkoşîn êdî gihişte qonaxeke cuda û ragihand ku Kurdên li dîasporayê li ser esasê vê bangê derbasî qonaxeke nû ya rêxistinbûnê bûn. Sever got, “Piştî bangê weke KCDK-E em bi saziyên xwe yên civakî û pêkhateyên xwe re li ser esasê vê bangê ketin nava xebatekî. Li ser vê bingehê nêzî salek û nîv e bênavber em têkoşîna xwe dewam dikin.”

Hevserokê KCDK-E’yê Sever daxuyaniyên erênî yên dewletan a piştî banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û diyar kir ku ev daxuyaniyane bi demê re tenê bûn gotin. Sever got, eger ev dewlet samîmî bûna, wê ji bo tevkariya li pêvajoyê gavên şênber avêtiban û destnîşan kir ku bicihanîna “mafê hêviyê” jî yek ji van gavên şênber e.

Engîn Sever bal kişand ser wextê ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna mafê hêviyê, daye Tirkiyeyê û ev tişt bilêv kir, “Ev wext di meha Hezîranê de car din tejî dibe û dewleta Tirk têkildarî vê yekê hîna ti gav neavêtiye. Dihat hêvîkirin ku Komîte di meha Hezîranê de vê mijarê car din binirxîne. Lê li gorî gotinên me bihîstine, komîte ji ber têkiliyên siyasî û aborî yên bi dewleta Tirk re wê vê mijarê negire rojeva xwe û di vê nuqteyê de israrek heye. Tam di vê demê de divê em zexta civakî pêş bixin û vê mijarê bi israr di rojevê de bigirin. Weke Kurdistaniyên li dîasporayê û dostên wan, em ê bi çalakî û merasîmên ku lidar bixin, daxwaz bikin ku mafê hêviyê rast were nirxandin û nîqaşkirin. Bi rojane ji Cenevreyê heya Parîsê, ji wir heya Berlînê gelê me li qadan e û daxwazên xwe radigihîne saziyên rayedar. Di vê çarçoveyê de li her qada ku em lê rêxistinkirî ne, wê çalakiyên me çêbibin.”

Sever anî ziman ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ di heman demê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgêka Kurd wê tevkariyeke mezin bike û diyar kir ku saziyên rayedar divê li gorî vê pêvajoyê gav bavêjin.

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever ji bo çalakiyên ku wê bi daxwaza bicihanîna ‘mafê hêviyê’ bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û ev tişt got, “Her çendî ku pêvajoyek hebe jî, sîstema tecrîdê ya Îmraliyê dewam dike. Yê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin rastiya gelê Kurd, têkoşîna azadiyê û jiyana azad e. Ev tecrîda ku li me tê ferzkirin mîna heta roja îro, ji vir û şûnde jî em ê qebûl nekin. Di navenda têkoşîna me de, demildest bicihanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. 9-10-11’ê Hezîranê wê civînên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bên lidarxistin. Ji bo ku têkildarî mafê hêviyê li vir biryar were dayîn, divê em têkoşîna xwe geş bikin. Li ser vî bingehî bi rojane li bajarên cuda yên Ewropayê em di nava çalakiyan de ne û em ê di nava çalakiyan de bin. 9 û 10’ê Hezîranê jî em ê çalakiyên mezin lidar bixin. Em bang li dostên xwe û gelê xwe; ji 7 heya 70 salî li her kesî dikin ku tevlî van çalakiyan bibin û heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, bê navber di nava çalakiyan de bin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin. Azadiya wî, azadiya me ye. Em xwedî li azadiya xwe derbikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan diyar kir ku rejîma Îranê di kêliyên dawî de ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Belgefîlma “Naharina” îşaret bi mozaika civakî ya li herêmê dike

Di çarçoveya bernameya roja 4ˊemîn a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê ji bo zarokan tûrnûvayê lidar bixe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê “Tûrnûvaya Futbolê ya Zarokan a Stêrkên Amedê” lidar bixe.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Aba: Azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hamayê 3 kes hatin kuştin, li Idlibê 2 mirinên bi guman

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?