Hikûmeta Awûstralyayê qebûl kir ku 17 milyon euro tazmînat bide bi dehan koçberên ku navbera salên 1999-2003’yan li Navenda Binçavkirinê ya Koçberan a Woomera dihatin ragirtin.
Navenda Woomera li çola Başûrê Awûstralyayê hatibû avakirin û sala 2003’yan hatibû girtin. Nêzî 1.500 kesên ku piranî ji Iraq û Efganistanê hatin, demekê li navendê dihatin ragirtin. Ji sêyan yekê van zarok bûn.
Navend bi salan rû bi rûyê rexneyên zêde yên rêxistinên mafên mirovan, ma. Di wê demê de hin koçberên binçavkirî di dema greva birçîbûnê de devê xwe dirûtibûn, ketibûn nava hewldana revînê û rû bi rûyê pirsgirêkên giran ên derûnî mabûn.
Di destpêka meha Hezîranê de Dadgeha Bilind a Awûstralyayê biryar dabû ku hikûmet li hemberî dozên tazmînata têkildarî binçavkirinên derqanûnî, xwedî mafê destnedayînê nîne.
Piştî vê biryarê, di doza li ser navê 38 koçberan de aliyan li hev kir.

