Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê, civînên gel ên 10’ê Hezîranê li taxan da destpêkirin dewam kir. Li taxa Mevlana li gel Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Batûyan a Şirnexê civîna gel hate lidarxistin û ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hate kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê jî li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê serdana dikandaran kir û ji bo mîtîngê bang kir.
Mîtîng wê li navçeya Yenîşehîrê li ber Stadyûma berê ya Tevfîk Sirri Gur li Bexçeyê Millet bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Çetîn Arkaş wê weke qiseker beşdar bibin. Hunermend Eylul Nazlier, Ronî Artin û Arhat jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

