Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşa li Sêwasê: 33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin!
Rojane

Meşa li Sêwasê: 33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin!

Bi hezaran kes di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de meşiyan. Tulay Hatîmogûllari li bîranînê axivî û banga rûbirûbûna bi komkujiyê kir û xwest, lêborîna fermî bê xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Sêwasê di salvegera komkujiya Otela Madimakê de bîranînek hate lidarxistin ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de 33 rewşenbîr û hunermendên tevlî Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bûbûn li otelê hatibûn şewitandin û qetilkirin.

Li gel xizmên qurbaniyan, nûnerên rêxistinên Elewiyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê CHP’ê yê hilbijartî Ozgur Ozel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî bîranînê bûn.

Beşdarên bîranînê li ber Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal li hev kom bûn. Piştre jî bi rengê kortejan ber bi Otela Madimakê ya berê ve meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsa “Ronahiya Sêwasê wê ti carî venemire” û “33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hatin hildan. Girseya gel dirûşmên “Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me”, “Sêwasî ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Kujer wê hesab bide gel” qîriya.

Malbatan afîşên bi nivîsa “Madimak Muzeya Şermê” daliqandin.

Di bîranînê de destpêkê xizma Seher Gulateş axivî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Xizma Gulateş got, “Komkujiya Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye û em ti carî qebûl nakin ku dem di ser re derbas bibe. Ji ber ku dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê re derbas nabe. Ev der wê bibe muzeya şermê.”

‘RÛBIRÛBÛN DIVÊ BIBE, LÊBORÎN DIVÊ BÊ XWESTIN’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bi bîr xist ku bi îdîaya ‘dem di ser re derbas bûye’ dosya dozê hatiye girtin û got, “Nepêkan e ku ev bê qebûlkirin. Ne tenê ji bo Komkujiya Sêwasê her wiha ji bo komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Çorûm û Gaziyê jî canên Elewî li benda rûbirûbûneek heqîqî ne, li benda lêborîna fermî ne. Ev lêborîn divê bê xwestin. Me gelek caran gotin, em careke din ji vir destnîşan dikin. Divê li Meclîsê Komîsyona Rûbirûbûna bi Heqîqetê bê avakirin, di serî de Komkujiya Sêwasê ji ber sûcên li hemberî canên me yên Elewî û sûcên li hemberî mirovahiyê rûbirûbûn çêbibe û lêborîna fermî bê xwestin.

Em li ber Otela Madimakê ne. Canên me yên Elewî 33 sal in dixwazin ev der weke muzeya şermê bê ragihandin. Lê belê ev pêk nehat. Ji ber ku nehate xwestin ku rûbirûbûn bi vê heqîqetê re bê kirin. Me îro ji canên xwe yên Elewî, ji saziyên xwe yên Elewî agahî wergirt. Ew bi xwe îro li vir in, li pişt me ne, bi pratîkî tabeleya xwe daliqandin. Tabelaya ‘Muzeya Şermê Madimak’ li vir e, bi cam û dîwarê Otela Madimakê hatiye daliqandin. Ya ku divê bê kirn ew e ku ev yek bi rêyên fermî pêk bihata. Lê belê di wijdanê canên me yên Elewî de ev der muzeyeke şermê ye, hîn jî li benda lêborînekê ne.

Wekî din em dixwazin destnîşan bikin ku ti carî dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê naçe. Doza têkildarî canên me yên li Sêwasê jiyana xwe ji dest dan jî dozeke bi vî rengî ye. Li girtîgehan gelek girtiyên siyasî hene, extiyar in, nexweş in, rojek beriya jiyana xwe ji dest bidin têne berdan an jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Lê belê yên ku ji ber komkujiya Sêwasê girtî bûn, bi efûya taybet a Serokkomar hatin berdan. Nepêkan e ku ev yek bê qebûlkirin.”

Ozgur Ozel piştre axivî û destnîşan kir ku Komkujiya Sêwasê divê wke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin. Ozgur Ozel got, “Heta ku dewlet vê derê weke muzeyeke şermê qebûl bike û 2’ê Tîrmehê jî weke roja şermê qanûnî bike, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. 2’ê Tîrmehê wê weke rojeke şermê bê bîranîn.”

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî diyar kir ku yên li Madimakê mirov şewitandin ew mirov in ku AKP ava kirin û anî ziman ku AKP bi salan xwedî li kujeran derket.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÊWAS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin
Nûçeya Pişt re Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên Hikûmeta Demkî bombe li Dêr Hafirê barandin

QSD’ê ragihand ku çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di van kêliyan de bi çekên giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kolombiyayê zêdeyî 9 hezar hektar daristan şewitî

Hat ragihandin ku li rojava û başûrêrojavayê Kolombiyayê hişkesalî û germahî dewam dike û zêdeyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyamên ji bo Konferansa Jinan: Yekîtiya neteweyî azadî ye

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Kongra Star û Berdevka berê ya TJA’yê ya girtî Ayşe Gokkan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?