Komedyen Denîz Goktaş piştî geşta li derveyî welat vegeriya Tirkiyeyê. Hate ragihandin ku Goktaş li balafirgehê di kontrola pasaportê de hate binçavkirin.
Piştî ku pêşandana wî ya bi navê “Olu Denîz – Denîz ê Mirî” li ser Youtube’yê hate weşandin, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî Goktaş lêpirsîn da destpêkirin.

