Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike
Kurdistan

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Ev demeke di nava raya giştî û çapemeniya Tirkiyeyê de nîqaş li ser qanûna çarçoveyê tê kirin. Di çapemeniyê de nirxandinên welê têne bilêvkirin ku li projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo nayên, her wiha berevajî wê ne. Herî dawî, pêşniyarên ku Rêber Apo di 24’ê Gulanê de li Îmraliyê pêşkêş kir û hevdîtinên ku heyeta DEM Partiyê bi rayedarên AKP’ê re kir, weke ku nû ye hatin nîşandan. Halbûkî ji 24’ê Gulanê û vir ve ti hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin. Piştî hevdîtina 24’ê Gulanê pêşniyarên ku Rêber Apo pêşkêş kir, wê ji aliyê hikumetê ve bihata nirxandin. Ev nirxandin wê ji Rêber Apo re bihata ragihandin û encamên wê jî ji Tevgera me re bihata ragihandin. Lê belê heta niha ev prosedur nemeşiya ye. Lewma ji wê rojê û vir ve ti têkilî yan jî bûyerek neqewimiye ku hêjayî nirxandinê be. Di mijareke bi vî rengî dîrokî û girîng de tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike û Tevgera me ya Azadiyê jî di nava vê demê de ti agahî wernegirtiye.

Tevgera me ya Azadiyê her tim bi pêvajoya Rêber Apo re dilsoz bû û her cûre hewldanên pêwîst bi cih anî. Ji bo çareseriya siyasî a demokratîk a pirsgirêkan me bi pir alî hewl dan û gavên girîng jî avêt. Ji bo qanûnên azadiyê yên ku siyaseta demokratîk bi rengekî azad lê bê kirin werin derxistin, me piştgirî dan hewldanên di vê mijarê de hatin kirin. Di vê çarçoveyê de me kêm û bi kêmasî jî dîtibe, dîsa jî rapora komîsyona demokrasî, aştî û xwişk û biratiyê erênî dît.

Pêvajoya aştî û civaka demokratîk me yekser eleqedar dike. Ji bo bandoreke neyînî li pêvajoyê û diyalogên bi Rêber Apo re nebe, weke Tevger me rast nedît ku timî daxuyaniyan bidin. Lê belê polîtîka, daxuyanî û nirxandinên dema dawî têne kirin, pêwîstiya wê yekê afirand ku em bi daxuyaniyekê nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.

Eger bi Rêbertî re hevdîtin û nîqaş neyê kirin, nêrîna tevgera me neyê girtin û li ser vê yekê bê gotin ku wê qanûneke bi filan rengî bê derxistin, di naveroka xwe de wê filan filan tişt hebin; ev yek wê weke lîstikekê, weke ferzkirinê, her wiha weke komployekê bê dîtin. Ji xwe nûman Kûrtûlmûş bi daxuyaniyekê got, wê qanûnek bê derxistin, yên bê wê bên, yên nehatin wê li dijî wan a pêwîst bê kirin. Biryarek têkildarî vê rêxistinê bi rengekî hevgirtî tê girtin û bi hevgirtî jî bi cih tê anîn. Tevgera me ya azadiyê tenê qanûn û gavên hevgirtî û yekpare cidî û li ber çavan digire. Naxwe nêzîkatiya; beşek wê bê beşek wê neyê, nabe. Pirsgirêk ne tenê çekdanîna şervanan e. Bêguman helwesta li hemberî şervan û rêveberên vê tevgerê jî yek e. Nîşandana nêzîkatiyeke cuda wê bibe sabotekirina vê pêvajoyê.

Weke Tevgera Azadiyê di kongreya fesixkirina PKK’ê de me biryar dan ku pêvajoya fesixkirinê û bêçekbûnê wê ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin. Rêber Apo jî tenê di nava şert û mercên karkirinê yên azad de dikare vê pêvajoyê bimeşîne. Gelê me û tevgera me hîn ji destpêkê ve destnîşan kir ku polîtîka û pratîkeke bêyî azadiya Rêber Apo, bêyî afirandina mercên karkirinê yên azad, qebûl nake. Heta ku di statuya Rêber Apo de nêzîkatiyeke erênî neyê nîşandan û di vê çarçoveyê de gav neyê avêtin, kes nikare biryarên di kongreya PKK’ê de hatine wergirtin bi cih bîne.

Diyaloga bi Rêbertî û têkiliya bi me re ji bo wê yekê ye ku helwest û polîtîkayeke hevgirtî bê afirandin. Naxwe gotina ’em ê qanûnekê derxînin, yên tên wê bên, yên nayên nayên’ nabe. Gelo di vê pêvajoyê de daxwaz û lêgerîna çareseriyekê heye, yan jî tê xwestin ku serê civakê tevlîhev bibe; yan jî li hemberî Tevgera Azadiyê şerekî taybet tê meşandin? Eger qanûneke ku dişibe qanûna vegera li malê bê derxistin û nêzîkatiyeke çareseriya demokratîk a yekpare neyê nîşandan, ne gelê me, ne jî civata me ya rêxistinê wê vê qebûl bike. Lewma eger tê xwestin ku pirsgirêka sed salî, pirsgirêkên qutbûn û şer ên pêncî salî bê çareserkirin, divê nêzîkatî û ferasetke rast bê nîşandan.

Di halê hazir de hema bibêje amadekarî ji şerekî nû re tê kirin, polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ne tenê weke serokê rêxistineke îstîxbaratê, di heman demê de weke serokwezîrê hikumetekê li Iraqê digere. Beriya niha di êrişên li ser Rojava de hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin. Çi karê musteşarê MÎT’ê li Bexda, Silêmaniye û Hewlêrê heye, çi dike? Gelo di plana tasfiye û êrişa li ser tevgera me ya azadiyê de tê xwestin ku hin rol ji van hêzan re bê dayin? Bêguman tevahiya gelê Kurd û hêzên siyasî divê haya xwe ji polîtîkayên bi vî rengî hebe. Divê gotinên Tirkiyeyê bi yekalî û nêrînên ne li gorî berjewendiya Kurdan bê dîtin. Gelo Tirkiye li şûna çareserkirina pirsgirêka xwe ya navxweyî, piştî biryara hikumeta Iraqê ya li ser hêzên çekdar ên li derveyî artêşê bi Iraqê re plana êrişekê li ser Tevgera me ya Azadiyê dike? Tê zanîn ku bi Îranê re jî hevdîtinên bi vî rengî hatin kirin. Eger planên bi vî rengî yên dewleta Tirk hebin, em di wê baweriyê de ne ku divê Iraq van qebûl neke.

Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina ‘Me qanûn derxist, qebûl nakin’ nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil. Wê bibe dewamkirina wan polîtîkayan ku sed sal in encamê bi xwe re nîne û gelê Kurd û Tirkiyeyê ji hev qut dike. Lewma di nêzîkatiya li Rêber Apo û di nêzîkatiya li Tevgera me ya Azadiyê de divê cidî û bi berpirsyarane be.

Weke Tevgera Azadiyê em xwedî wê îrade û biryardariyê ne ku atmosfera şer û qutbûnê ya pêncî salan ji holê rake, li ser bingeha çareseriya siyasî demokratîk entegrasyona demokratîk bi Tirkiyeyê re pêk bîne û nêzîkatiyeke bi vî rengî ya siyasî bixin pratîkê. Ji bo dewleta Tirkiyeyê jî berpirsyariyeke dîrokî ye ku ji bo pêkhatina vê îrade û biryardariya me, ji bo bicihanîna entegrasyona demokratîk bi polîtîka û gavên xwe erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Divê raya giştî ya demokratîk û gelê me li hemberî nêzîkatiyên ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk sabote bikin hişyar bin, li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîneke bi bandor bimeşînin û ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka emokratîk erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e
Nûçeya Pişt re Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Halîde Turkoglû: Polîtîkayên qeyûm kuştinên jinan zêde dike

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman li…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî: 2026’an dê ji bo me bibe destpêkek nû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ragihand ku hevdîtina wan a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

Êzidiyan li dijî hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê ya li Şengalê, meşek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Êlihê civîna gel

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?