În, 3 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Şandeya me 40 roj in nikare bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Saratovê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêhiqûqiya qeyim didome: Biryar hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgehê, li ser îdîayên OSO’yê 80 sal cezayê girtîgehê li zarokê 15 salî birî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê darvekirin didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: Ferzkirinên ‘poşmaniyê’ yên berê çareseriyê nayînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin
Kurdistan

Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

Di encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî de hate ragihandin ku wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di 27-28’ê Hezîrana 2026’an de li Eywana Konferansê ya Çand Amedê ya li Amedê bi hevkariya Saziyên Zimanê Kurdî yên Demokratîk, bi dirûşma “Ji Statuyê Heta Perwerdehiyê; Çarçoveyeke Nû Bo Muzakereyê” Konferansa Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Gelek nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, mamoste û aktivîstên zimanê Kurdî yên ku di van mijaran de serwext û di heman demê de nûnerên sazî û dezgehên sivîl/civakî yên demokratîk, partiyên siyasî û saziyên pîşeyî tevlî konferansê bûn.

Endamê Komîteya Amadekar a Komîsyona Ziman Rifat Ronî ewilî axivî û da zanîn ku komîteya amadekar sê mehan xebata konferansê meşand. Rifat Ronî anî ziman ku ji perwerdehiyê bigire heta hiqûq û statuya ziman û gelê Kurd gelek mijar di konferansê de hatin nîqaşkirin. Rifat Ronî destnîşan kir ku zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd, mifteya azadiyê û nîşana sereke ya statuya siyasî ya gelê Kurd e û wiha got: “Mirov bi zimanê xwe dibin mirov û gel û neteweya wî jî bi zimanê xwe dibin xwedî nasname. Di vê konferansa me de jî, ev mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mînak û modelên ku li cîhanê heta niha pêk hatine, hemû kesên pispor û serwextê mijarê, mijar nîqaş kirin.”

Piştî axaftinê Kirmanckiya encamnameyê Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Mehmet Şahîn, Kurmanciya wê jî Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Leyla Kaymaz xwend.

Leyla Kaymaz di encamnemeyê de li ser armanca pêkanîna konferansê sekinî û wiha hat got: “Armanca me ya konferansê ew bû ku li ser statûya hiqûqî ya Kurdî, siyaset û polîtîkayên zimên, perwerdehiya bi zimanê dayikê, rol û rista civakî û stratejiyên pêşeroja zimanê Kurdî, di navbera akademî, siyaset û saziyên civaka sivîl de bingeha muzakere û hevkarî bê afirandin. Konferans du roj domiya û ji heft rûniştinan pêk hat. Di her rûniştinê de serenavên cûda hatin nîqaşkirin. Her serenav bi pirs û pirsgirêkên xwe ve hatin nirxandin, tehlîlên çareseriya pirsgirêka civakî ya ziman û perwerdehiyê hatin vekolîn û di encamê de tesbîtên girîng hatin kirin. Pirsgirêkên heyî hatin dahûrandin û pêşniyarên çareseriyê yên şênber derketin pêş.”

Di encamnameyê de Leyla Kaymaz anî ziman ku ji gelek saziyan 550 delege, 19 panelîst tevlî konferansê bûne diyar kir ku ev mijar di konferansê de hatine nîqaşkirin:

“- Statûya hiqûqî ya Kurdî, rewşa heyî û perspektîfên pêşerojê,

– Zimanê dayikê û perwerdehiya bi pirzimanî û pirzaravayî, stratejî û zehmetiyên wê

– Di parastina hişmendiya zimên de rol û rista çand, huner û medyayê

– Bi tevlîbûna civaka sivîl tecrûbeyên xurtkirina Kurdî (Di berbelavkirina zimanê Kurdî de tevlîbûna însiyatîfên sivîl)

– Di navbera nifşan de veguhestina Kurdî û stratejiyên domdariyê

– Stratejî û polîtîkayên partî û rêveberiyên herêmî yên zimanî

– Stratejî û polîtîkayên zimanê Kurdî (Plansaziya sazumaniya zimên), muzakere hatin kirin û biryar hatin girtin.”

Layla Kaymaz di encamnameyê de li ser girîngiya pêkanîna konferansê sekinî, diyar kir ku ziman ne tenê wek amûreke ragihandinê ye lê hêmayeke ku mirov dike mirov, gel dike netewe.

Leyla Kaymaz bilêv kir ku konferansa ji bo kar û barên ziman vizyonekê diyar kiriye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bingeha vê vizyonê ev e; dê xebatên ji bo ziman ji çarçoveya parastinê derkevin. Bi pêşxistin û berbelavkirina Kurdî weke hewldanekî avakar a jiyana neteweyî û demokratîk were meşandin. Konferansa me ji bo parastin, berbelavkirin û pêşvebirina zimanê Kurdî hin amraz û navgînên weke statû, perwerdehiya bi zimanê dayîkê û veguhestina zimên a navnifşî hat diyarkirin. Bi taybetî ji bo veguhestina zimên a nava nifşan, geşkirin, jiyandin û civakîkirina zimanê Kurdî derfetên pêwîst hatine destnîşankirin. Ev wekî avakirina dibistanên xweser, dibistanên online, dibistanên gerok, pêşdibistan, akademî û weqfên zimên û hwd. hatine binavkirin.

Konferansa me hewldanên rêveberiyên xwecihî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî erênî dîtiye û piştgiriya xwe ji bo vê hewldanê aniye ziman.”

Di berfirehiya encamnameyê de Leyla Kaymaz da zanîn ku konferans parastin, bipêşxistin û belavkirina zimanê Kurdî wekî mîsyonekî neteweyî pênase kiriye.

Di dawiya axaftina xwe de Leyla Kaymaz bi bîr xist ku muzakere ji bo avakirina statûya Kurdî û ji bo jiyandina Kurdî têgeha herî girîng e

Pêşniyar û biryarên di konferansê de hatine girtin wiha ne:

“1. Em azadiya Birêz Ocalan û têkoşîna ziman ji hev cuda nakin. Têkoşîna parastin, pêşxistin û berbelavkirina Kurdî weke perçeyekî têkoşîna pêkanîna azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dibînin.

2. Bikaranîna zimanê Kurdî pîvana temsîla siyasî ya gelê Kurd e, kî bixwaze gelê Kurd temsîl bike û jîngehên Kurdan bi rê ve bibe pêwîst e bi Kurdî bizanibe.

3. Hefteya 15’ê Gulanê (Cejna Zimanê Kurdî) dê weke festîval were pîrozkirin. Di vê hefteyê de ji bilî rewşên awarte ti bernameyên ku bikevin pêşiya 15’ê Gulanê dê neyên lidarxistin.

4. Ji bo bipêşxist û zindîkirina ziman dê 2 salan carekê konferans bê lidarxistin.

5. Ji bo ku saziyên ziman di bin banekê de xebatên hevpar bimeşînin dê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin.

6. Ji bo ku zimanê Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên saziyên Kurdan dê bi Kurdî werin amadekirin heke pêwîst pê hebe ji bo zimanên din bên wergerandin.

7. Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barên folklorî bi hevkariya rêveberiyên xwecihî plansazî pêk were.

8. Her sazî û dezgehên welatparêz ji bo xebatên ziman divê ji butçeya xwe butçeyek ji bo xebatên ziman veqetîne.

9. Dê hemû sazî ji bo xebatkarên xwe yên ku nizanin bi Kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsin, li gorî astên wan ên zanîna ziman kargehên hîndekariya Kurdî lidar bixin.

10. Dê malperên fermî yên saziyan, hesabên saziyan ên medyaya dîjîtal û daxuyaniyên çapemeniyê pêşî bi Kurdî werin weşandin. Heke pêwîst be ji bo zimanên din bên wergerandin.

11. Ji bo avakirina dibistaneke online xebat were destpêkirin.

12. Dê ji bo Kurdîkirina peyzajî ya bajêr (navên sazî, dezgeh, kûçe, kolan, park û hwd.) xebat were kirin.

13. Ji bo meşandina xebatên hevpar û hevgirtî yên zimanê Kurdî dê bi hemû derdorên ku ji bo Kurdî dixebitin re hewldanek were destpêkirin.

14. Konferansa Zimanê Kurdî biryarên ku di Konferansa Rêveberiyên Xwecihî de ku di 8-9’ê Hezîrana 2026’an de ji bo sazûmaniya zimanê Kurdî girtibûn erênî dibîne û piştgiriya xwe diyar dike.

15. Ji bo ku zaravaya Kirmanckî/Zazakî ya Kurdî ya di bin xetereya windabûnê de ye û ji bo ku careke din bibe zimanê jiyanê divê xebatên plankirî werin meşandin. Di vê çarçoveyê de saziyek xweser (Weqf an jî Akademî) were sazkirin.

16. Di Konferansa Zimanê Kurdî de ji bo vekirina kanaleke televîzyonê ku xwerû çandî be û kanaleke xweser a Kirmanckî/Zazakî bi yek dengî pêşniyar hat kirin.

Hemû biryarên Konferansa Zimanê Kurdî bi yek dengiya delegasyonê hatine girtin.”

Komîsyona Amadekar a Konferansa Zimanê Kurdî ji ber mazûvaniya konferansê, spasiyên xwe li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, delege û mêvanên tevlî konferansê bûne kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin
Nûçeya Pişt re Li Pakistanê qezaya trafîkê: 40 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e

"Ziman cihêkarî nîne; înkarkirina ziman cihêkarî ye. Têkoşînan Kurdan a ji bo mafê xwe di…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîdê QSD’ê Ebdruheman Omer hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Ebdurehman Omer ê ku 8’ê Mijdarê şehîd bû, li Qamişloyê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

HRW: Îsraîl dorpêça Xezeyê veguherandiye ‘amûra tinekirinê’

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) roja Pêncşemê 15’ê Gulanê daxuyanî da û destnîşan kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Ew ê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Parêzvanên rasteqîn ên lêgerîna li heqîqetê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?