Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Aksû: Pêdiviya me bi welatîbûna wekhev û rêzdayîna li nasnameya hev heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ji bo xatirê ciwanên jiyana xwe ji dest dan, divê mirov bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe’
Rojane

‘Ji bo xatirê ciwanên jiyana xwe ji dest dan, divê mirov bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe’

Akademîsyen Zelîha Burcu Acar û got, “Kurd be an Tirk be ferq nake, ji bo xatirê hemû ciwanên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, divê siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û çapemenî bi berpirsiyarî û heqî tevbigerin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Akademîsyena Aştiyê Dr. Zelîha Burcu Acar ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand, diyar kir ku Tirkiye di warê demokrasî û hiqûqê de di nav krîzeke mezin de ye. Acar, anî ziman ku çareseriya mayînde tenê bi qanûnan pêk nayê; ji bo vê yekê divê hemwelatiya wekhev, serweriya hiqûqê û çanda aştiya civakî werin bihêzkirin.

Zelîha Burcu Acar da zanîn ku ji destpêka pêvajoyê heta niha dewlet gavek şênber neavêtiyê û got ku piştî pêvajoya aştiyê ya salek û nîv hê gav nehatine avêtin û hêviyên gel nehatine bi cih anîn. Acar, diyar kir ku biryarên DMME’yê nayên sepandin û binpêkirina mafên girtiyên siyasî, bi taybetî jî yên Doza Kobanê berdewam dike. Zelîha Burcu Acar, anî ziman ku Tirkiye ji aliyê demokrasî û serxwebûna dadgehan ve di demekî zehmet re derbas dibe.

Acar got, “Ez difikirim ku ji bilî DEM Partiyê, partiyên siyasî taybetmendiya xwe ya siyasî winda kirine” û her wiha anî ziman ku di navbera desthilatdarî û muxalefeta sereke de ferqeke mezin nemaye û got, “Dema em li nêzîkatiya wan a ji bo pêvajoya aştiyê dinêrin, eşkere ye ku ji bo her du aliyan jî armanca sereke ne aştî ye.”

Acar rexneyên xwe yên li ser muxalefetê bi van gotinan domandin, “Ez di navbera ‘qeyûm’ ê ku ji bo partiya muxalefeta sereke hatî tayînkirin û serokê ‘hilbijartî’ de, di dîtina ferqeke îdeolojîk û siyasî de zehmetiyê dikişînim.”

‘DI BIN NAVÊ HESASIYETA RAYA GIŞTÎ YA TIRK DE PÊVAJO JI ÇARÇOVE Û WATEYA XWE TÊ DERXISTIN’

Zelîha Burcu Acar got ku pêvajoya aştiyê bi gotina “hesasiyeta raya giştî ya Tirk” ji çarçove û wateya xwe ya rastî tê dûrxistin û diyar kir ku partiyên muxalîf ne aştiyê, siberoja xwe ya siyasî esas digirin. Acar, ev axaftin kirin, “Hemû partiyên siyasî vê meseleyê ji ser xwe diavejin û hewl didin siberoja xwe misoger bikin.”

Akademîsyen anî ziman ku naveroka qanûnên ji bo aştiyê nayê nîqaşkirin, li şûna vê yekê hesabên siyasî derdikevin pêş. Acar, diyar kir ku her çend aliyên wekhev ên pêvajoya li Tirkiyeyê bi pêvajoyên din ên aştiyê re hebin jî, dînamîkên wê cuda ne. Acar got, “Bi têkoşîneke di nav şert û mercên pir zehmet de em gihîştin van rojan. Ji ber vê yekê divê mirov di bin her şertî de xwedî li fikra aştiyê derkeve.”

Acar bi bîr xist ku ji ber îmzeya xwe ya li ser danezana aştiyê ji karê xwe hatiye dûrxistin û wiha axivî, “Daxwaza min a herî mezin ev e ku ez vegerim cem xwendekarên xwe û zanîngeha xwe. Tevî kêmasiyên di pêvajoyê de jî, ez ê her dem li aliyê aştiyê bim.”

‘JI BO PÊVAJOYÊ REWŞA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E”

Akademîsyena Aştiyê got ku hin nirxandinên li ser pêvajoya aştiyê, rastiyê berovajî dikin û diyar kir ku aliyên pêvajoyê zelal in û nabe ku rola Rêber Apo neyê dîtin.

Acar anî ziman ku divê gotinên li dijî aştiyê û rexneyên li ser pêvajoyê ji hev werin cihêkirin û got, “Şîroveyên ku gavên ji bo aştiyê tenê bi hesabên siyasî ve girê didin, ne rast in.” Acar, bal kişand ser vê yekê ku aliyên pêvajoya aştiyê diyar in û got, “Tevgera ku biryara danîna çekan dide, bi eşkere dibêje ku îradeya wan Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê, şert û mercên xebatê û rewşa Ocalan parçeyekî girîng ê vê pêvajoyê ye.”

Acar diyar kir ku nîşandana pêvajoyê ya wekî ku di navbera partiyên siyasî de dimeşe ne rast e û wiha axivî, “Pêvajoya aştiyê di navbera DEM Partiyê û partiyeke din de dest pê nekiriye. Kî ev pêvajo daye destpêkirin û kî xwedî lê derdikeve, eşkere ye.”

Acar anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet divê têkiliya navbera dewleta Tırik û Rêber Apo bi rengekî zelal were pênasekirin û got, “Eşkere kirina vê armancê, yek ji şertên pêşîn ên aştiyeke bi rûmet e.”

Acar diyar kir ku berjewendiyeke taybet a gelê Kurd ji aştiyê nîne û got, “Kurd ji pêvajoyê aştiyê tenê dixwazin ku werin naskirin û wekî hemwelatiyên wekhev werin qebûlkirin. Yek ji sedemên sereke yên dubendiya civakî jî paşguhkirina vê daxwazê ye.”

‘HILWESTA PARTIYÊN SIYASÎ YÊN JI BILÎ DEM PARTIYÊ, HÊVIYÊ NADIN’

Zelîha Burcu Acar, behsa helwesta partiyên siyasî jî kir û got ku partiyan sekna xwe ya îdeolojîk winda kirine û bi hesabên siyasî yên demkurt tevdigerin.

Acar diyar kir ku ev rewş muxalefeta civakî jî qels dike û wiha axivî, “Heke mirov li dijî rêveberiya otorîter a bêhilbijartin derkeve, divê partiyên siyasî dev ji hesabên berjewendîperest berdin. Divê têgihîştina ‘çi dibe bila bibe ez li ser peywirê bim’ were terk kirin.”

Acar anî ziman ku şerê Kurd û Tirk rê li ber piştgiriya civakî digire û got, “Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşberî mijarên wekî têkoşîna çînî û newekheviya dahatê, şerê Kurd û Tirk e. Pêşdarazî û dijminahî rê li ber têkoşîna hevpar digire.”

Akademîsyen Acar, bal kişand ser vê yekê ku aştî di demeke kurt de pêk naye û got, “Civakîbûna aştiyê pêvajoyeke dirêj e. Lê belê ev yek, ji bo çareseriya gelek krîzên ku welat tê de ye gava herî girîng e.”

Acar diyar kir ku li Tirkiyeyê û li cîhanê krîza demokrasiyê heye û got ku li welat hiqûq her ku diçe qelstir dibe. Acar got, “Bêhiqûqiya ku îro tê jiyîn ne tesadûf e. Pêdivî bi têkoşîneke berfirehtir a demokrasî û aştiya civakî heye.

Siyasetmedar demkî ne, tên û diçin. Lê fikra aştiyê mayinde ye. Ji ber vê yekê divê siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan bêyî ferqa Kurd an Tirk bikin, bi berpirsiyarî nêzî aştiyê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Qanûna çarçoveyê divê şênber û di asta bicihanînê de be
Nûçeya Pişt re Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, ji bo şehîdên ku di dem û cihên cuda de…

Ji aliyê Stêrk TV

Neteweyên Yekbûyî: Divê darvekirinên li Îranê bêne rawestandin

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk anî ziman ku zextên li…

Ji aliyê Stêrk TV

KON-MED’ê ji bo 15’ê Sibatê bang kir: Ji bo Rêber Apo azadî!

KON-MED’ê ji bo çalakiya ku wê di 15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Federasyona Mafên Mirovan: Divê mafê ziman bi destûrî were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?