În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li Arzoxlî ya li dijî projeya GES’ê 30 roj li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Amedê: ‘Ji bo zarokan divê polîtîkayên civakî yên mayinde bêne afirandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê ji bo jinên hatin qetilkirin ‘dara bîrê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelawêj Ewrîn: Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şadiye Dalkiran a ku keça wê hate kuştin: Divê jin li cihê ku tundî lê tê kirin nemîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Divê pêşengên aştiyê jin bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dairo Azzelini: Eger daxwaz aştî û çareserî ye, hingî divê Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê
Rojane

Dairo Azzelini: Eger daxwaz aştî û çareserî ye, hingî divê Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê

Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini têkildarî tecrîda li Îmraliyê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re axivî.

Destpêkê işaret bi tecrîda li Îmraliyê kir û got, “Bêguman ev yek di nava demokrasiyên temsîlî û sîstemên paramîlîter ên homojenkirî de ji bo cezakirina berxwedana rexnekirina otorîteriya dewletê yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî şênber û giran e. Maf, gelek caran dema ku zor neda desthilatdariyê têne naskirin; gelek mînakên vê li cîhanê hene.

Lê belê bi taybetî li Kurdistanê ji bo dewamkirina mekanîzmayên kontrolê yên hêzên serwer, me dît ku gelek mesele vediguherin şerê etnîkî, neteweyî yan jî olî. Lê em zanin bê gel çawa bi hev re dikarin bijîn, çawa bi hev re heman qadê parve dikin û hurmetê nîşanî hev didin. Lê belê ev mijar ji bo kontrolkirinê û parçekirina gelan her tim ji aliyê hêzên serwer ve weke amûrekê têne bikaranîn.

Ji bo civakên pir netewe, pir ziman û pir etnîkî pêşniyara herî guncaw ji aliyê hêzên Kurd ve hate kirin. Ev konsepta ku ji aliyê Ocalan ve hate pêşkêşkirin, ji bo derketina ji şerekî demdirêj rêyeke gengaz nîşan da. Mifteya çareseriyê jî ev model e ku li herêmên cuda yên Kurdistanê ketiye meriyetê. Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorîk û karîzmaya ku karibe vê pêvajoyê bimeşîne Ocalan e.

Lewma ragirtina wî, tecrîdkirina wî hewldanek ji bo têkbirina çareseriyê û bêqîmetkirina Tevgerê li qada navneteweyî ye. Dema ku we yek tecrîd kir, ji bo kesên ku bi mijarê nizane bivê nevê têgihiştineke bi vî rengî diafirîne, ‘Eger girtî be, teqez tiştekî şaş kiriye’. Îmaja ku ji derve re tê dayin ev e.

Bi dîtina min ev tecrîd xizmetê ji çend armancan re dike. Ya yekemîn, astengkirina nîqaşeke cemaweriyê ya berfireh a hêzên siyasî ye. Ji ber ku ji bo nîqaşeke bi vî rengî divê Ocalan xwedî derfeta tevlîbûnê be. Ji derdorên cuda mirov li hev kom dibin û diaxivin; şer jî bi vî rengî çareser dibe. Eger hûn destûrê nadin vê, wê demê hûn çareseriyê naxwazin.

Ya duyemîn jî Tevgera Kurd û daxwazên Kurdan li qada navneteweyî bêqîmet dike. Di medyayê de em timî îdîayên bêbingeh ên bi rengê ‘Hêzên Kurd wê niha li nava refên filan hêzê şer bike’. Tevger jî neçar dimîne ku bibêje, ‘Em xizmetkarê kesî nîne’.

Bi dîtina min divê ev yek bi rengekî eşkere bê destnîşankirin: Eger hûn aştiyê dixwazin, eger hûn çareseriyekê dixwazin, wê demê divê hûn bikin ku Ocalan bibe parçeyekî muzakereyê. Ocalan dengê tevgerekê ye ku ne li pey bidestxistina serweriyê ye, berevajî vê yekê di nava lêgerîna modeleke ji civaka demomkratîk e ku li herêmê gelên cuda di çarçoveya hurmetê de bi hev re di nav de bijîn.”

‘DEMOKRASÎ JI BO KARIBE DEMOKRATÎK BIBE DIVÊ LI HER CIHÎ CUDA BE’

Dario Azzelini di dewama axaftina xwe de anî ziman ku têgeha konfederalîzma demokratîk ji bo civakeke hîn demokratîk parçeyek ji nêzîkatiyên cuda yên di asta navneteweyî de ye û got, “Civaka demokratîk tê wê wateyê ku mirovên ji hin biryaran bi bandor dibin, wan biryaran bi xwe werbigirin. Ev jî tê wê wateyê ku karker li ser pêvajoya hilberînê, civak (komîn9 jî li ser daxwaza xwe ya hilberîn û pêwîstiya xwe karibin yekser biryarê bidin. Demokrasî ew e ku biryaran bigihînin cihê wan mirovan ku ji vê yekê bi bandor dibin. Ya ku em di nava konfederalîzma demokratîk û bi taybetî jî li nava konsey, meclîsên jinan û derdorên cuda yên li Rojava de dibînin, ev e.

Bi dîtina min, şaşitiya herî mezin a demokrasiya lîberal û cîhana Rojava ew e ku dibêje, demokrasî xwedî şablomeke gerdûnî ıye û divê li her cihî weke hev be. Ev bi temamî şaş e. Demokrasî ji bo karibe demokratîk be mecbûr e ku li her cihî cuda be; ji ber ku avaniya her coografyayê cuda ye. Lewma divê li gorî rewşê guncaw be û yekser ji alilyê gel ve bê avakirin.”

‘DIVÊ EM DESTÛRÊ NEDIN KU HÊZÊN SERWER ME PARÇE BIKIN’

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Dario Azzelini got, “Gelekî girîng e ku di nava mirovên ku ketine bin bandora şer, bombardûman û dagirkeriyê helwesteke şênber a piştevaniyê biafirînin. Divê em destûrê nedin ku hêzên serwer me bi rojevên sûnî parçe bikin. Li dijî şer û dagirkeriyê ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan em neçar in ku xeteke têkoşînê ya hevpar a xurt û global ava bikin. Ne bi vî rengî be wê paşeroja mirovahiyê tarî be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Krîza avhewayê ne tenê pirsgirêka welatên xizan e
Nûçeya Pişt re Ji bo gaziyan perwerdeya têkildarî entegrasyona demokratîk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gundewarê başûrê Kobanê tê bombebarkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê başûrê Kobanê bi guleyên obîsanan topbaran dikin.

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê operasyona paqijkirina bajarê…

Ji aliyê Stêrk TV

PDK’ê êriş bir ser karkeran: Gelek kes hatin binçavkirin

Asayîşa PDK'ê êriş bir ser çalakiya karkerên bi peyman a li Hewlêrê û gelek karker…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Şaredariya Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Armanca pêvajoya aştiyê demokrasî û hemwelatîbûna wekhev e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta ji bo girtiyên nexweş: Mafê jiyanê pîroz e, nabe bazartî bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Giştî ya Neteweyî ya Jinên Kurd li Silêmanî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?