Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê nasnameya 5 şehîdên Rojhilat eşkere kir: Şehîd pisûlaya me ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê jin li dijî hişmendiya baviksalar di komînan de xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin
Jin

Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, bi sedan jin li dijî destdirêjiyê hatin cem hev û meşiyan. Jinan di çalakiyê de peyam dan û gotin: “Têkoşîna me dê heta jin azad bibin û kiryar cezayê ku heq dikin bigirin berdewam bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî bûyera ku li gundekî Sêwregê kesên bi navê Şehmus S., Arif S., Halil S., Mehmet S. destdirêjî jinekê kiribûn, meşeke girseyî li dar xist. Ji Amedê jî gelek nûnerên saziyên sivîl û jin tevlî meşê bûn. Meş ji Parka Kanlikuyu dest pê kir û heta Parka Lezgo berdewam kir.

Di dirêjahiya meşê de jinan dirûşmeyên “Kiryaran neparêze, bernede, wan darizîne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin” û “Bijî têkoşîna jinê” berz kirin. Her wiha dowîzên bi nivîsên “Dawî li tundiya li ser jinê bînin”, “Bê jin jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin, ked, azadî” hatin hilgirtin û pankarta “Destdirêjiyê rewa neke, kiryaran darizîne” hat vekirin.

Piştî meşê, ji bo şermezarkirina bûyerê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn. Deklarasyona daxuyaniyê li ser navê platformê ji aliyê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Eriş ve hat xwendin.

‘HETA JIN AZAD BIBIN, WÊ TÊKOŞÎN BIDOME’

Adalet Eriş da zanîn ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina jinê roj bi roj zêdetir dibe û wiha axivî: “Em vê hişmendiya ku bedena jinê wekî qada şer dibîne û vîna jinê hedef digire, qebûl nakin. Li dijî her êrişeke ku mafê jiyanê, rûmet û azadiya jinê hedef digire, em ê bi têkoşîna jinê ya rêxistinkirî li ber xwe bidin. Em li vir careke din bang li rayedaran dikin: Divê kiryarên firar demildest werin girtin, pêvajoyeke dadwerî ya berfireh û şefaf were meşandin, her kesê ku hevkarê vî sûcî ye û kiryaran diparêze, li pêşberî hiqûqê hesab bide. Banga me ji bo jinan ev e: Li dijî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên bêcezakirinê û pergala qirkirina jinê, em têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin. Tu jin ne bi tenê ye. Têkoşîna me dê heta jin azad bibin û kiryar cezayê ku heq dikin bigirin, berdewam bike.”

‘JI BO DÎTINA KIRYARAN ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN’

Paşê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Mercan Çîçek axivî û anî ziman ku ew ê şopdarên vê rûdanê bin û got: “Ev yek ji mînakên herî berçav ên tundiya mêr-dewletê ye. Kesên ku çeka dewletê hildigirin û alîkariya vê bûyerê kirine, ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Li vir girtina jinekê ya bi darê zorê, destdirêjî û zewcandina bi zorê ji bo me nayê qebûlkirin. Em hemû bi hev re dengê xwe bilind dikin û em soz didin ku we li dijî vê yekê têbikoşin. Em tiştên li vir qewimîne şermezar dikin. Em jin careke din dibêjin ku em şopdarên vê dozê û vê pêvajoyê ne. Rewşa firar a kiryaran berdewam dike. Ji bo dîtina van kiryaran çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘DESTHILATDARÎ HEVKARÊ VÎ SÛCÎ YE’

Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û bal kişand ser hêrsa jinan û wiha got: “Li vî welatî her roj jinek tê kuştin, rûbirûyê destdirêjiyê dibe û bi darê zorê tê zewcandin. Hûn dibînin em li vir in, li qadan wekî xwe diparêzin. Desthilatdarî hevkarê vî sûcî ye, em vê yekê li vir aşkere dikin. Jineke ciwan ji mala xwe hat revandin û rûbirûyê destdirêjiyê hat hîştin, lê kiryar hîna nehatine girtin. Em ê li dijî vê yekê derkevin û li kolanan bin. Hêrsa me heye û ev hêrs, hêrseke rêxistinkirî ye. Li Rihayê jineke ku di qonaxa berdanê de bû, tevî biryara parastinê jî hat kuştin. Kiryarê ku Emîne kuşt ne bi tenê ye, desthilatdarî jî kiryar e. Çimkî Emîne ji berpirsiyaran re gotibû ‘min biparêzin, ev zilam dikare min bikuje’. Mixabin îro Emîne di bin axê de ye. Ji bo ku Emîne yên din neyên kuştin, em ê li kolanan bin. Em ji vir bang dikin; jin ne bi tenê ne, em hene.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gever wekî ‘Bajarê Jinan’ hate îlankirin
Nûçeya Pişt re Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK: Ev şîn wê ji bo berxwedan û edaletê bibe dengek

Endamê Desteya Rêveber a PJAK'ê Rêbwar Avdanan diyar kir ku Kirmaşan û Îlam di şînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Iraqê krîza avê giran dibe: Di asta herî nizm a 80 salên dawî de ye

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku rezervên avê yên li welêt di asta herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê ku 4’ê Îlona 1993’yan hatibû qetilkirin, li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Waliyê Washingtonê: ICE bi temamî ji kontrolê derketiye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hevdîtinên Koalîsyonê: Eisenkot bang li partiya Netanyahû kir ku were hevdîtinê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?