Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Komkujiya Gar a li Enqereyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî
Kurdistan

PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

PJAK'ê endamê Meclîsa PJAK'ê Dilxwaz Bîngol (Mihemed Elî Algunerhan) di salvegera 19'emîn a şehadeta wî de bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 19’emîn salvegera şehadetê endamê Meclîsa PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol (Mihemed Elî Algunerhan) bi bîr anî ku di 13’ê Tîrmeha 2006’an de ji ber êrişa hêzên Îranê li devera Kosalan a ser bi bajarê Merîwanê ve şehîd bibû.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di 19’emîn salvegera şehadeta endamê meclîsa partiya me PJAK’ê Dilxwaz Bîngol de weke partî wefadariya xwe nîşan didin ku ew ji baştirîn zarokên gelê xwe bû û ji bo herdemê bû beşek ji dîroka serbilind a welatê xwe. Em bi vê boneya bîranîna şehîd Dilxwaz û tevahiya şehîdên rêya azadiya gelê Kurd û gelên bindest bi bîr tînin.

Şehîd Dilxwaz Bîngol (Mihemed Elî Algunerhan) di sala 1966’an de li gundê Vînsûrê yê ser bi bajarê Çewligê (Bîngol) li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1980’yî de dema ciwan bûye koçî Ewropayê kir û li welatê Fransayê bi cih bû. Piştî naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, di sala 1991’ê de beşdarî Tevgerê bû û di nava refên gerîla de dest bi têkoşînê kir.

Şehîd Dilxwaz yek ji damezrînerên partiya me PJAK’ê bû. Di qonaxên dûr û dirêj de jî di rêveberiya partiyê de cih girt û heta dema şehadeta xwe endamê meclîsa partiya me bû. Ew sembola têkoşîn, fedakarî, exlaq û netewebûnê bû.

Ew ‘Kurdekî azad’ bû ku sînorên Kurdistanê bi fermî nedinasî û li her devera welat ku pêwîstî pê hebûya têdikoşiya. Di wê serdemê de dema biryar da ku êdî li Rojhilatê Kurdistanê têbikoşe, bi daxwaz û hêzeke bêhempa di her qonaxekê de li deverekê fermandarî û pêşengtiya têkoşînê dikir. Li herêm û bajarên weke Urmiye, tevahiya Mukiriyan û Sineyê, yek ji pêşengên jêhatî yên birêxistinkirina gel bû. Beşek ji têkoşîna wî li Tehranê û demekê jî li Xorasanê bû. Heza wî ya ji bo naskirina herêmê û pêdaçûna wî ya ji bo têkoşînê, teşwîqdarê kar û çalakiyên wî yên li herêmên cuda bû.

Di nava hevalên xwe de jî yek ji hîmên herî bihêz ên hevaltiyê û dilsoziyê bû. Di qonaxên herî dijwar ên têkoşînê de, her dem ji bo heval û rêxistina xwe bû stargeh. Berê jî li Başûr û Bakurê Kurdistanê erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anîbûn û demekê jî ji bo kar û dermankirina bijîşkî li Rojavayê Kurdistanê mabû. Ew mînaka herî rast a kesayetiyekî şoreşger bû ku her çar parçeyên welat wek qada têkoşînê didît. Rawestgeha dawî ya têkoşîn û jiyana wî jî devera Kosalan a li nêzî bajarê Merîwanê bû ku li wir di 13’yê Tîrmeha 2006’an de ji ber êrişa hêzên rejîma Îranê şehîd bû.

Em tevgereke şoreşger in ku baweriya me bi yekitiya ruhanî û fikrî ya gelê me heye. Me di vê rêyê de têkoşîn kiriye û heta niha bi dehan endamên meclîs û fermandarên me di vê rêyê de bûne pêşengên têkoşîna me. Şehîd Dilxwaz Bîngol yek ji wan şehîdane ku bi hişmendiyeke kûr û pêdaçûneke mezin a têkoşînê, bi wêrekiyeke mezin gav avêt qada têkoşînê û bi tûrikekî tije ezmûn û evîna welat, bû kurê tevahiya welatê xwe.

Di malbata wî de şehîdên din jî hene ku ev yek asta welatparêziya wan nîşan dide û îsbat dike ku malbateke wiha dikare zarokekî wiha perwerde bike. Wî her çar parçeyên Kurdistanê wek qada têkoşîna li ser bingeha baweriyên xwe didît û yek ji heval û şopînerên rastîn ên Rêber Apo bû, ku dersa têkoşînê ji wî fêr bibû û her dem hewl dida li hember van dersan dilsoz bimîne. Dilsoziya wî nîşan da ku ew ji baştirîn zarokên gelê xwe ye û ji bo herdemê bû beşek ji dîroka serbilind a welatê xwe.

Dîroka şehadetê ya şehîd Dilxwaz nêzîkî 14’yê Tîrmehê bû, ew bû heval û şopînerê şehîdên 14’yê Tîrmehê. Ew rê bi zehmetiyên mezin û bi xeta can hat nexşandin da ku heqîqetperestî û heqîqetxwazî zindî bimîne. Wî meşaleya vê heqîqetxwaziyê girt destê xwe û li ser lûtkeya gelek çiyayên Rojhilatê Kurdistanê zindî hişt.

Ew hevalê Akîf Mamo û Zîlan Urmiyeyê bû, hevalê wan hevalan bû ku bi saya wan niha têkoşîn li welatê me gihîştiye asteke giring û bûye bingehek ji bo azadîxwaziya gelên din jî. Têkoşînek ku bû amûreke fikrî ji bo jiyana hevpar û aştiyane li ser wê xaka ku mirovahiyê lê serî hildaye. Dilxwaz Bîngol kur û berhemê wê mirovahiyê bû.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), di salvegera şehadeta şehîd Dilxwaz Bîngol de, bîranîna wî bi rûmet bilind dinirxîne û di vê qonaxa dijwar a têkoşînê de soza dilsoziya bi xewn û armancên wî re nû dike. Bîranîna wî bilind û rêya wî ya tije şopîner be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Helbestvan Ahmet Tellî hate oxirkirin
Nûçeya Pişt re Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tahmaz: Li gel kêmasî û şaştiyên xwe jî Qanûna Çarçoveyê girîng e

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê li gel kêmasiyên xwe jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanê YPG’ê Azad Hesekê: Hêza me gel û hevalên me ye

Şervanê YPG'ê Azad Hesekê yê li eniya berxwedanê ya Hesekê ye got, "Em ji gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

130 malbatên din wê îro vegerin Şengalê

Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê ref bi ref li warê xwe vedigerin. Li gorî agahiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ciwanên Dirbêsiyê: Kurdî xeta me ya sor e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa ekîba Rojava FM hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?