Duşem, 13 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KOMAW’ê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remzî Kartal têkildarî ‘qanûna çarçoveyê’ hişyarî da: Mutabaqat nebe pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hişê Tevgera Apoyî: Dayika Hatîce

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî hate oxirkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Andok: Dewleta Tirk ji bilî komîsyona li meclîsê ti gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?
Kurdistan

Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Nabe ku geşedanên li Rojhilata Navîn ji şerê Îran-Îsraîl/DYE û ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê cuda were fikirîn. Gavên siyasî, ewlekarî û aborî yên ku di demên dawî de ji aliyê welatan ve hatine avêtin, hemû rasterast bandorê li hevdû dikin.

Operasyona nelirêtiyê ya mezin a li Iraqê, entegrekirina komên çekdar a ji bo artêşê û Projeya Rêya Pêşveçûnê nabe ku tenê weke kiryarên di nava Iraqê de were dîtin.

LI IRAQÊ PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ

Guhertina dîrokî ya li dora bernameya hikûmeta nû ya li Iraqê, didome. Zexta veguherînê ya li ser hêzên çekdar û meseleya entegrasyona van hêzan a li nava dewletê, di dema dawî de maddeya herî girîng a rojevê ava dike. Hin komên çekdar di heman demê de li parlamentoyê jî tên temsîlkirin. Ev jî nîşan dide ku pêvajoya entegrasyona komên çekdar a ji bo artêşê, tenê leşkerî nîne, di heman demê de nîşan dide ku bazariyên siyasî wê pêş bikevin. Di hikûmeta heyî de hîna hemû wezaret nehatine diyarkirin. Mîna Wezareta Karên Hundir a xwedî girîngiya krîtîk, di hin wezaretan de valahî dewam dikin. Li Iraqê di dema dawî de nîqaşa entegrasyona rêxistinên çekdar a ji bo saziyên ewlekariyê yên dewletê car din kete rojevê, ev yek tenê reforma ewlekariyê ya hikûmetê nîne, di heman demê de weke pêvajoyeke ku jinûve şêwe bide hevsengiyên siyasî yên welêt ber bi pêş ve diçe.

Li Iraqê piştî hilbijartinên dawî Alî Zeydî bû serokwezîr. Alî Zeydî bi erêkirina Lîderê Olî yê Şîa yê Iraqî Alî Sîstanî û bi desteka Muqteda es-Sadr û Çarçoveya Koordînasyonê ya ku aliyê siyasî yê Şîa temsîl dike, pêvajoya entegrasyona komên çekdar a ji bo artêşa Iraqê da destpêkirin.

Bi armanca meşandina pêvajoyê Komîsyona Komkirina Çekan di Kontrola Dewletê de hate avakirin. Tê payîn ku ev komîsyon destpêkê envantera personel a hêzên çekdar ên heyî derxe, xeleka fermandariyê û meaş diyar bike û piştre jî biryar bide ka ev yekîne tevlî bunyeya Wezareta Parastinê yan tevlî bunyeya Wezareta Karên Hundir bibin.

Di bernameya entegrasyonê de destpêkê wê kontrola îdarî û malî were kirin, piştre wê tiştên teknîkî yên mîna ahenga rutbeyê û yekîtiya fermandariyê, bên şopandin. Di vê çarçoveyê de merasîma radestkirina çekan a hin komên çekdar, hate lidarxistin. 4’ê Hezîranê li baregeha li Samarra ya Seraya es-Selam bi merasîmekê Seraya es-Selam hate fesixkirin ku rayedarên leşkerî yên hikûmeta Iraqê jî tevlî vê merasîmê bûn.

Yek ji komên çekdar a herî bi bandor a ku bi rêya Tevgera Sadikun li parlamentoyê tê temsîlkirin û ya di bin sîwana Haşdî Şabî de Asaib Ehl el-Hak, ji bo parastina hêza xwe ya siyasî, dest ji aliyê xwe yê çekdarî berda.

Tûgayên Îmam Alî jî 2’yê Hezîranê daxuyaniyek da û ragihand ku têkiliya xwe ya bi Haşdî Şabî re bi dawî kiriye. Rêxistinê envantera xwe ya çekan û agahiyên personelî, ji 10’ê Hezîranê ve radestî komîsyona ku ji aliyê hikûmeta Zeydî ve hatî avakirin, kirin.

Li aliyê din jî Hîzbûllaha Iraqê, Tûgayên Seyyîd Şuheda, Tevgera Nuceba, Seraya Evliya el-Dem, Eshabul Kehf û Tûgayên Kerbela daxuyanî dan ku ew radestkirina çekan red dikin û diyar kirin ku ew li dijî bernameyê ne.

WEKE HÊZA PARASTINÊ YA HERÊMÊ Û ÊZIDIYAN FAKTORA YBŞ’Ê

Çarçoveya duyemîn jî ya bernameya entegrasyona navborî, bê guman mijara Şengal û hêza parastina herêmê YJŞ-YBŞ jî tevlî pêvajoya entegrasyonê were kirin. Serokê Haşdî Şabî Falih el-Feyyad di axaftina xwe ya li Sempozyûma Diyalogê ya Nînowa de got, di nava sê mehan de bi temamiya Şengalê, bi taybetî jî Çiyayê Şengalê wê bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê. Bi vê daxuyaniyê re nîqaşên ‘gelo wê YJŞ-YBŞ jî were naskirin û entegrasyona wê ya ji bo artêşa Iraqê were kirin, yan ferzkirineke mîna Peymana 9’ê Cotmehê heye?’ derketin holê.

Têkildarî entegrasyonê bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê ku îradeya siyasî ya Êzidiyan temsîl dike û hêzên wan ên parastinê YBŞ-YJŞ’ê re, ti peywendî nehat çêkirin. Ev jî tu bixwazî nexwazî pirsa ‘gelo peymaneke din a mîna 9’ê Cotmehê ya ku îradeya Êzidiyan tune dihesibîne tê çêkirin’ tîne hişê mirov.

Bersiva vê pirsê hîna ne diyar e. Dema ku Falih el-Feyyad bi “sê mehan” diyar kir, nêzî wê demê ye ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê wê xwe ji Iraqê vekişînin. Sala 2014’an DAÎŞ’ê Mûsil bi dest xist û piştre li Şengalê qetlîamên hovane pêk anî. Vê yekê pirsgirêkên di nava sîstema ewlekariyê ya Iraqê de, bi rengekî eşkere derxistibû holê. Piştî van êrîşan YJŞ-YBŞ’ê ji bo parastina herêmê bi roleke aktîf rabû. YJŞ-YBŞ ji sala 2014’an û vir ve weke hêzeke ku ji aliyê xelkê herêmê ve hatî avakirin, Şengal hem ji DAÎŞ’ê hem jî li dijî gefên din parast. Bi taybetî di dema dawî de liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li herêmê, fikarên cidî jî bi xwe re tîne.

Li Şengalê li gel pirsgirêkên mîna ji nû ve avakirinê, vegera ewle ya koçberan û kêmasiya xizmetên bingehîn, xetereya DAÎŞ’ê jî ji bo gelê herêmê û hemû welatên derdorê pir mezin e. DAÎŞ’ê di bîra gel de şopên trawmatîk ên kûr hiştiye. Ji bo ku gelê Şengalê bi fermanên nû re rû bi rû nemîne, YJŞ û YBŞ wekî hêzên parastinê hatin avakirin. Heke ev hêz ji pergala ewlehiyê bên derxistin û li şûna wan hêzeke ji derve were anîn, ev yek dibe sedema metirsiyeke mezin.

Dema peywira Hêzên Koalîsyona Dijî DAÎŞ’ê di meha Îlonê de diqede. Ev rewş nîşan dide ku hewcedariya bi hêzeke xurt a parastina herêmî hîn zêdetir bûye. Ji bo ku valahiya ewlehiyê çênebe, divê ev hêzên parastinê yên herêmî werin naskirin û li ser bingeheke rast di nav artêşa Iraqê de cih bigirin. Heke ev yek neyê kirin, diyar e ku dê pirsgirêkên pir mezin li pêşiya herêmê bin.

PROJEYA RÊYA PÊŞKETINÊ Û HINCETA EWLEHIYÊ YA TIRKIYEYÊ

Di dema ku Serokê Haşdî Şabî bi awayekî hemdem li Iraqê hewl dida zemîn ji bo nîqaşên jorê ava bike de, ji aliyê rayedarên Tirk ve serdaneke balkêş ji bo Iraqê hat kirin. Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, serdaneke du rojî ku Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê dihewand, pêk anî. Ev serdana ku di medyayê de wekî “korîdorên bazirganiyê, jeopolîtîka enerjiyê û koordînasyona pêvajoyê” hat nîşandan, nîqaşên li ser avakirina pergala ewlehiyê ya Projeya Rêya Pêşketinê ya Iraqê jî anîn rojevê.

Projeya Rêya Pêşketinê ku dikare rewşa jeopolîtîk a Iraq û welatên derdorê biguhere, wekî korîdoreke veguhastin û lojîstîkê tê plankirin. Ev proje ji Kendava Basrayê dest pê dike û di ser Tirkiyeyê re digihîje bazarên Ewropayê. Rêya vê projeyê ku ket qonaxa pêkanînê û Tirkiye wekî qadeke bandora leşkerî li hemberî wê dinêre, di ser xeta Mûsil-Nînowa-Şengalê re derbas dibe; ku ev xet ev çend sal in ji ber êrîşên DAÎŞ’ê herêmeke bi alozî ye.

Di nava gel û raya giştî de fikarên mezin hene ku Tirkiye bi hinceta “ewlehiya” projeyê, hebûna xwe ya li Iraqê zêdetir dike. Tê gotin ku Tirkiye ji bo dorpêçkirina leşkerî ya Şengalê ku xaleke krîtîk a projeyê ye û ji bo tasfiyekirina hêzên parastinê yên wekî YJŞ û YBŞ’ê zemînê amade dike. Her wiha ev proje, wekî hewldaneke Tirkiyeyê ya ji bo tengavkirina Tevgera azadiya Kurd tê nirxandin.

Wisa xuya dike ku bi van gavên ku vîna gelê Şengalê tune dihesibînin û bi hinceta ewlehiyê tên rewakirin, tê xwestin ku Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê bêbandor bikin. Bi vî rengî, di ser Projeya Rêya Pêşketinê re planek ji bo zêdekirina serdestiya leşkerî û siyasî ya Tirkiyeyê ya li herêmê tê meşandin.

REWŞ BANDORÊ LI WELATÊN HERÊMÊ JÎ DIKE

Helbet ev fikarên di nava gel de ne tenê ji ber wê yekê ne ku serdana Kalin wekî serdana “Rêya Pêşketinê” hat nîşandan. Di heman demê de, Enqere gavên ku diviyabû di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bavêta, navêje. Heta niha pêşnûmeya qanûna bingehîn pêşkêşî aliyan nekiriye. Her wiha, zêdetirî 40 roj in ku hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tiştê dikeve ser milê wan kirine, dewlet li gorî pêwistiyên pêvajoyê tevnagere. Berevajî vê yekê, pir eşkere ye ku Serokê MÎT’ê bi siyasetmedarên welatên cîran re hevdîtinên neasayî dike û li ser “projeyên aborî” diaxive.

KCK’ê piştî hevdîtinên Kalin daxuyaniyek da, bal kişand ser rîskên pêvajoyê û hişyariya amadekariya şer kir. Di daxuyaniyê de ev şirove hatin kirin: “Di rewşa heyî de, siyaseteke wisa tê meşandin ku qey amadekariya şerekî nû tê kirin. Îbrahim Kalin, Iraqê ne tenê wekî serokê saziyeke îstîxbaratê, lê mîna serokwezîrê hikûmetekê ziyaret dike. Di dema borî de, dema ku êrîş birin ser Rojava jî hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin. Gelo rola Cîgirê Sekreterê Giştî yê MÎT’ê li Bexda, Silêmanî û Hewlêrê çi ye, ew çi dike? Gelo armanc ew e ku di plana êrîşkirin û tunekirina Tevgera me ya Azadiyê de rolekê bidin van hêzan?”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtinên bi vî rengî bi Îranê re jî tên kirin û hat gotin ku nabe hikûmeta Iraqê bibe parçeyek ji planeke wiha.

Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re; polîtîkayên ewlehiyê, peymanên leşkerî û gavên bazirganiyê yên ku li ser xeta Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ji nû ve ava dibin, rasterast bandorê li hev dikin. Ev daxuyaniyan, serdan û polîtîkayên tên guhertin ku di heman demê de pêk tên, ne tesadûf in. Em ê di rojên pêş de bandora wan a rasterast a li ser Kurdan zelaltir bibînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Remzî Kartal têkildarî ‘qanûna çarçoveyê’ hişyarî da: Mutabaqat nebe pêvajo nameşe
Nûçeya Pişt re KOMAW’ê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Alphan: Gel li benda gavên şênber e

Hevdîtinên gel ên piştî banga Rêber Apo destpê kirin, dewam dikin. Alîkarê Hevserokê Bajarê Amedê…

Ji aliyê Stêrk TV

Yuksel: Ji hevgirtina gelê Kurd û gelê Tirk aciz dibin

Hevjîna Alîkarê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel ê hate girtin Mehtap Yuksel got, "Ev yek darbeyek…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama KJK’ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan: Li dijî faşîzmê divê em jiyana azad ava bikin

KJK'ê ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan peyam şand û got, "Divê em azadiya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KOMAW’ê Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Remzî Kartal têkildarî ‘qanûna çarçoveyê’ hişyarî da: Mutabaqat nebe pêvajo nameşe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hişê Tevgera Apoyî: Dayika Hatîce

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?