Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi beşdariya bi sedan kesî şahiya gel hate lidarxistin. Di serî de Freiburg ji bajarên Lahr, Offenburg, Lorrach, Kehl û derdora wê bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.
Meclîsa Jinê ya Freiburgê û Meclîsa Gel a Herêmê pêşengî ji çalakiyê re kirin. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di şahiyê de destpêkê bi navê meclîsên Freiburg û Lahrê axaftin hate kirin. Şaredarê Kenzingenê Dirk Schwier jî li şahiyê amade bû û qala tevkariya civaka Kurd a li jiyana civakî, aborî û çandî ya li herêmê kir.
Schwier diyar kir ku şahiyên gel di nava civakan de dostaniyê, fêhmkirina ji hev û piştevaniyê xurt dike.
Koma Hezex, Bîrhat Kurdî, Hozan Riza, Kazim Dersim, Şervan û Şivan Rojava li şahiyê hunera xwe pêşkêş kirin.
Di şahiyê de ku heta danê êvarê dewam kir koroya zarokan, govend û pêşbirk jî hebûn. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

