Bi beşdariya sed hezaran kesî li seranserî Şengalê, şehîdên ku di Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de şehîd ketibûn, bi pêxistina mûman, merasîm û daxuyaniyan hatin bi bîranîn.
Di serî de sazî û dezgehên ser bi Meclisa Gel û YNK’ê ya Şengalê serdana gorên komî yên li Herdan, Girzerik û Sîbaya Şêx Xidirê kirin.
Di serdana xwe ya ji bo Komalgeha Girzerikê ku serdana li ser xendekên berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de, Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Husên û Berpirsê Komîta YNK’ê ya Tilêzerê Heso Hisên daxuyanî dan çapemeniyê.
Hisên di serî de şehîdên Fermana 3’yê Tebaxê bibîr anîn û diyar kir ku bûn 12 sal, heya niha em wek civaka Êzidî li van deran digerin û em hestiyên zarokên xwe dibînin ku nehatine rakirin. Em vê dewleta ku tu mafê me nas nake şermezar dikin û pêwîste civaka me li hember vê dewletê bibe xwedî helwest.
Husên di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa gundên wekî Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilêzerê û destnîşan kir ku xelkê van deveran tu armanc an daxwazên siyasî û leşkerî tune bûn; wan tenê dixwest di nav aştiyê de li ser axa xwe ya bav û kalan bijîn. Tevlî vê yekê jî êrîşeke hovane û bêsedem li ser wan hat kirin, lê welatiyan li hember terorîstên DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa meşandin û singê xwe kirin mertal da ku xelkê wan yê sivîl bikaribe xwe bigehîne stargeha ewle ya Çiyayê Şengalê.
Hevserokê Meclisa Gel Azad Hisên jî got armanca dijmin ne tenê tunekirina fîzîkî bû; wan xwest di aliyê çandî, ruhanî, exlaqî, perwerdehî û siyasî de hebûna Êzidiyan bi temamî ji holê rakin. Lê dîsa jî Êzidî îro vegeriyan ser axa xwe û li ser rêbaza bav û kalên xwe yên ku li hember 73 fermanên berê berxwe dabûn, soza domandina têkoşînê û parastina nasnameya xwe didin.
Husên bangawaziyeke lezgîn li hikûmeta navendî ya Iraqê û saziyên peywendîdar ên navdewletî kir û diyar kir ku tevî ku 12 sal di ser qirkirinê re derbas bûne, hêjî bermahiyên şehîdan di bin şert û mercên dijwar ên xwezayê de li bendê ne. Pêwîste ev bermahî bi lezgînî ji bo testên DNA’yê bişînin Bexdayê da ku nasnameya wan bê diyarkirin û radestî malbatên wan bikin.
Di dawiyê de, Azad Husên spasiya hemû kes, aliyên siyasî û hêzên ku bi rê û rêbazên cuda li hember DAIŞ’ê berevanî kirine û guleyek an peyvek li dijî wan bikar anîne kir, serxweşî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser berdewamiya berxwedana Êzidxanê.
Yek ji navendên din ku bi awayekî girseyî merasîma bîranînê lê pêk hat, ber xendeqên Sîbaya Şêx Xidir bû. Bi hezaran kes li vir kom bûn, wêneyên windahiyên xwe û şehîdên xwe kirin destên xwe de û şehîdên berxwedanê û fermanê bibîr anîn. Her wiha piştî bû êvar, gel li ber xendeqan wêneyên şehîdan danîn û mûm pêxistin.
Ji derveyî van deran, li piraniya Şengalê ji bo bîranîna şehîdên fermanê mûm hatin pêxistin.

