Şewata ku bi bandora bê zû belav bû, li ser şêniyên li gelî û newalan dimînin veguherî metirsiyê. Hate ragihandin ku li Bald Range ya li nêzî Gola Okanaganê qadeke ji 10 hezar hektarî ji ber şewatê bû xwelî.
Serokwezîrê Kolûmbiya Brîtanyayê David Eby anî ziman ku şewatê zerar da gelek mil û malan, gelek mirov jî ji ber ku şewatê ji nişka ve berê xwe guhert li qadê asê man. Hate ragihandin ku mirovên herêmê yên îzole bûn bi helîkopteran hatin veguhestin.
Li gorî CTV Newsê, ji ber belavbûna şewatê ji herêma Faulderê zêdeyî 50 kes bi rêya hewayî hatin veguhestin. Li herêmê ji ber rewşa cidî rewşa awarte hate ragihandin.
Kanada ku cihê yek ji çar parên daristanên bakur ên cîhanê ye, ji ber ku xwedî hêza mirovî û ekîpmanên têrker ên ji bo vemirandina şewatê nîne, giraniyê dide ser parastina herêmên ku mirov lê dimînin.

