Li gorî agahiyên pêşî, di erdheja ku li beravên Girava Floresê ya Endonezyayê rû da de 20 kesî jiyana xwe ji dest da, 6 kes birîndar bûn û 2 kes jî di bin kavilan de man.
Hat ragihandin ku erdhej bi demjimêra herêmî di saet 05:58’an de çêbûye û navenda wê jî li deryayê, nêzî 68 kîlometre bakurê rojavayê bajarê Endeyê ye.
Piştî erdhejê ji bo Nusa Tenggaraya Rojhilat û Rojava û her wiha ji bo Sulawesiya Başûr hişyariya tsunamiyê hat kirin. Hat diyarkirin ku li beravan dibe ku pêlên deryayê ji 0,5 heta 3 metreyan bilind bibin û bang li gel hat kirin ku derkevin cihên bilind. Piştre hişyariya tsunamiyê hat rakirin, lê hat eşkerekirin ku ew ê şopandina asta deryayê berdewam bikin.
Di dema erdhejê de li herêmên beravê tirs û panîkeke mezin çêbû û gelek kes ji malên xwe derketin û xwe spartin cihên ewle.
Endonezya ku li ser “Xelek Agir a Pasîfîkê” ye, hema hema her dem bi erdhejan û tevgerên volkanîk re rûbirû dimîne. Welat di rabirdûyê de rastî gelek karesatên mezin hatibû; di serî de erdhej û tsunamiya bi mezinahiya 9,1 ku di sala 2004’an de li beravên Sumatrayê rû dabû.

